KSN/
245/10 2005
însan hatin guhertinê
wext derbaz dibe
em di aşek bê binî da ne
tên hêrandinê hêca
di sîwanên te yên dohî de bahoz
hebû
di bazûyên min de hêza ferhad
niha dû me westîyayî sîya me
di hundirê me de pîrên fanîyên
dilteng
ne ew hewa teze ya wan rojên
kevn
ne xişxişîya xwîna di temarên me
de
ne jî netêrbûna wê çavkanîya bi
kulmên te yên nebîr û bi lezzet
ne jî em cahnîyên lîstokvanên li
çîyayê yamayê ne
keça bahozê
wê sibeha roja cejnê hêca
dema min va rêzên xwe yên
dawîyên xwendin
başe ku di çavên te de ew tirîca
dawîyê dit
di nêrîna te ya mewlevî de ku
sehergehek nû re hişyar dibe
di kincên ku terzîyê mirinê
dûrîyabû de rûyê te çilmisî bû
rûyê te yê ku sedema evîna min
di hundirê min de kula salên
perîşanin ku ji te min re ma
dîsan min di demek sehergehê de
hişyar bike
daşîne bavêje xwelîyê li ser min
di porên xwe de xwelîya teze
bide bînkirinê
tebessûmên ber bijangên te
ketine bide komkirinê
dinya me ya teze re xêrhatî bike
min hêca
tu dizanî ku ez firqetê re
xweşhal nebûm
Mahmut Gul
Ji tirkî:
Hesen Polat
27.09.2005, Bad Urach