Dewleta Sûriyê efûyek teyîbet bona kurdan derxist

QAMIŞLO, 31/3 2005 - Medya Sûryê ragîhand ku serokê Sûriyê Bişar Esed roja çarşemê efûyek tayîbetî  ji bona Kurdan derxist û 312 kurd serbest hatin berdan. Di 12 Adara sala 2004an de biminasibeta bûyerên di lîstika Fûtbolê ku li  bajarê Qamîşlo derketibû, gelekî Kurd hatibûn kuştin û bi hezaran jî kurd hatibûn girtin.

Sala par di 12 Adara 2004an de, li bajarê Qamîşlo di dema lîstika Fotbolê di navbera Kurd û Ereban de şer derketibû û dewleta Sûriyê bi hemî hêza xwe êrişê ser kurdan kiribûn û bi dehan Kurd hatibûn kuştin û bi hezaran jî Kurd hatibûn girtin.

Kurdên bin xetê li himberî vê helwesta dweleta Sûriyê, serhildan û  meşên gelêrî li darxistibûn û rawêjek mezin nîşan dabûn. Piştî ruxandina rejma dîktatorê Bexdayê Sedam Huseyîn, rejma uryê ketîye tengasîyek mezin û her roj diçe çarçova sîyasî li rejma Bişar Esad tengtir dibe.

Rejma Sûriyê ji mejbûrîya eskerên xwe ji Lubnanê paşve kişandin. Derxistina efûyek tayîbetî bona kurdan, dide xwîyakirin ku rejma beaas di çi tengasîyê da ye. Ji ber ku dewletên ku Kurdistan dagirkirine hetanî ji hemdê wan werin bendê Kurdan sist nakin eger tiştek bikin jî, ji bê hemdîya wan e.

 

 

 



 

 

Niviskar