KSN/
5/10 2005- Divîyabû îroj
hemû partîyên kurd li Şamê ji bona serjimêrîya awerte şermezar
bikin, xwepêşandaneke li derbixistana, lê hêzên emnî yên
Suriyê rê nedan ku kurd xwepêşandanê li dar bixînin. Li gora
portela Peyamnêrê, segreterê partîya Azadîyê ya kurdên
Suriyê Xêredîn Murad radigîhîne ku, li gora biryara ku hatibû
girtin, ji boyî rêzgirtinê divê em biçin
meydana El-şehbenderê li Şamê, lê niha hêzên ewêlekarîyê rê li
me girtine û nahêlin em biçin.
Hêzên kurd li Suriy birayar girtibûn ku di 5/10
2005an li
meydana El-şehbender bi hatina ba hev û
dewleta Sûryê şermezar bikirana.
Kurd
van daxazana ji Suriyê dikin
-
Divê
dawî li serjimêrîya awarte ya sala 1962an were anîn. Bi vê
serjimarîyê mafê gelê kurd jê hatibû sitendin.
-
Dawî
li hemû karên sîyasî yên li dijî Kurdan bîne, ku Suriye bibe
welatê hemû xelkên Suriyê.
-
Zivirandina nasnama wan kesên ku ji mafê hemwelatîya Suriyê bê
par in