Dewleta Norweçê îdea
dike ku Mela Kirîkar li ser rêya Seyîd Qutub e
KSN/ 6/6 2005-Dewleta Norweçê di
rûnişkandina îro ya Dadegehkirina Mela Kirîkar de, parêzerê dewleta
Norweçê guhdarîkir. Parêzerê Norweçî hemî rêxistinên Îslamî wek
rêxistinên terorîst binav kir û dîroka rêxistinên Îslamî raxist ber
Hakimê Dadegehê. Li gora parêzer T. Stabil, Kirîkar di bin bandora
rêxistinên Hemas, Cîhad û rêxistina Îslamî ya Keşmîrê de maye. Mele
Kirîkar jî, dewleta Norweçê di bin bandora zirtên Emerîka de maya
û ew jî ketîye lîstika sîyasî, ew jî herba li dijî Îslamê ye.
Parêzerê
Norweçî îdea dike ku, Mela Kirîkar di sala
2003an de li ser înternetê (qesta wî Paltak e) gotîye ku ji bona
riza Xwedê li dijî Emerîka çi ji destê min were ez texsîr nakim û ev jî
tê meneya ku Mela Kirîkar wê karekî întiharî li dijî Baloyoxana Emerîka
ya li Osloyê pêk bîne.
Parêzerê dewleta
NorweçêT.
Stabil dibêje; ku fikrên
Mela Kirîkar fikrên Seyîd Qutub e. Fikrên Seyîd Qutub ew e ku her kesekî
bi emer û fermana Xwedê Te`ala hukum neke ew kafir e. Parêzerê
Norweçî
qismek ji kitêba seyîd Qutub ji erebî wergerandîye zimanê norweçî û dibêje
Kirîkar telebê Seyîd Qutub e û delîla herî mezin jî navê Kurê Mela
Kirîkar Seyîd Qutub e.
Mela Kirîkar dibêje; ez
ê roja pênşemê
dubare derkevim pêşberî
dadegehê û hemî îdeayên parêzerê Norweçî
derew derxînim. Lê dewleta
Norweçê di bin bandora zirtên Emerîka de
maye û hatîya lîstika sîyasî ew jî îro herba li dijî Îslamê ye.
Norweç
bê ku jîyana min bigira garantîyê, min dişîne başûrê Kurdistanê.