|
Dewleta Tirk; li kurdên ku ji destê terorê
zirara dîtine "sedeqe" bala dike |
KSN/26/8
2005- Xedêgiravî dewleta tirk dest bi piroja vegera gundan kirî û ew kesên ji
destê terorê zirar dîtine, wê dewlet li wan xwedî derkeve û tezmînatê bide
wan. Îroj li Mêrdînê 9 malbatên ku ji destê terorê zirar dîtine û mal milkên xwe
wenda kirine, dewletê 49 heazar perên tirk yê nû da wan. Walîyê Mêrdînê Temel
Koçaklar, wek mirov sedeqe belav bike, çekên ku têde 49 hezar YTL nivîsandibû li
malbatên perîşan belavkir.
Li gora NTVê, 14 hezar û 404 kesan ji bona
sitandina tezmînatê serî li dewletê dane; lê bi tenê 478 dosya hatine
qebûlkirin û 461 dosya jî hatine redkirin.
| Çevkanî: NTV
Amadekar: Şerefdîn
Dem: 26/8 2005
Seet: 15: 35 |
|