Dewlet Rojeva me diyar
dike!
Di rojhilata navîn de her ku
fikra netewe û netewperestiyê pêşde çûye pirsgirêka kurd jî
aloz bûye.
Li hember van destdirêjayên ku
ji hêla dewletê ve têne kirin em nikarin bêjin gelê kurd ta
niha helwesta xwe ya pêwîst nîşan daye.
Bêgûman gel,li hember bûyerên ku
bi çavê xwe dîtine nerazîbûnên xwe bi awayekî nîşan dane; lê
ne bi wê zanebûn û awayê ku divê bibûna.
Gelekê caran nerazîbûn tenê li
hember bûyera ku herî dawî qewimiye hatine nîşandan.
Ji bo mînak heke hinekî girîng
hatibin kuştin, neheqiyek bûbe û hwd.
Di hengama ku gel, kel û taqeta
xwe ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hember wan bûyerên
rojane an demkî bikar anîne, dewletê projeya xwe ya mezintirîn
û dûdirêjtir bênavber domandiye.
Tiştekî gelekî xweza ye ku gel
bi xwe hay ji vê yekê tunebe û jiber ku nerazîbûna xwe li
hember ew neheqiya demkî nîşan dabe dilrihet be.
Di vê derê de bar û berpirsiyarî
dikeve ser milê rêxistin û rêveberiyên kurda û yên li ser navê
vê dozê xwe derxistine pêş.
Divê ku hayê wan ji ev xetera
mezin hebe û timî doza bingehîn di bîra gel de bînin ku ew
bûyerên demkî an jî rojane diqewimin ji bo çinin û divê xebat
û keta berdewamî ji bo çi bête kirin.
Ji bo mînak em bêjim dijmin her
rojê gavekê bi nav axa me de hatiye û roja herî dawî jî du gav
avêtine.
Heke li vê derê em deh rojên
paşiyê hemûyan bi carekê neynin ber çavê xwe em dê tenê li ser
herdû gavên roja dawiyê rawestin û heke dijmin gavekê bi şûnde
vekişe dê bi me wisa were ku me serkeftineke gelek mezin
bidest xist.
Hal ji halê dijmin hêj ji deh
gavan gavek bi şûnde avêtiye û neh gav hêj di destê wî de ne.
Heke em bi vê nerînê li bûyeran
binihêrin em dikarin bibêjin ku dewlet bi xwe jî pê xweş e ku
hin bûyeran di rojeva kurdan de bihêle û bi saya wan nehêle ku
li pirgrêkên xwe yên bingehîn vexwar bên û ji bo wan xebatê
bikin.
Sîstem gelek pê xweş e ku bi
hezaran xelk ji bo zarokekî kurd yê ku hatiye kuştin bimeşin û
ew doza kurdistanê ku ew û bavê xwe li ser bûne neye bîra
kesekî û neye bilêvkirin.
An jî heke ji bo Bakurê
Kurdistanê em bifikirin pê xweş e ku girseyên gel ji bo
azadiya Ocalan bimeşin û doza ku Ocalan ji bo wê di hundir de
ye bê jibîrkirin an bikeve rêza duyem û sêyem.
Di vê derê derê de divê ku em
karibin daxwazan li gor rûmet û pêdiviyên wan rêz bikin. Ji bo
mînak di protestokirina kuştina zarokekî an kurdekî de wêneyên
wî bên hilgirtin lê di bin ala Kurdistanê de, di bin
diruşmeyên ji bo bidestxistina mafê gelê kurd û kurdistanê… bi
vî awayî daxwazên demkî û yên dûdirêj û timî dibin yek.
Wê gavê em dikarin bibêjin her
bûyerek ku ji nuh de biqewime dê bibe sedema nuhkirina hizra
kurd û kurdperweriyê.
Dê bibe sedema ji nuhde
kelandina kel û hestên netewatiyê.
Dewlet tenê vê yekê bi kurda
nake her wisa bi Îslamiyan jî dike. Vê gavê tu muqeddesatên ku
îslam wan diparêze û sîstema kemalîst ew binpê nekiribin
nemaye; lê vê gavê tiştê Îslamî pê dadikevin û ji bo meşa saz
dikin tenê mijarên mîna di zanîngehan de serêxwegirtinê ne.
Sîstem bi vî awayî mejiyê gelek beşên civakê kor kiriye û
nahêle ku bi awayekî berfireh li bûyeran binihêrin û yekpare
bibînin. Wan di nava teferruatan de difetisîne û nahêle bi
mijarên bingehîn dakevin.
…..
16.11.2005
mkurmanci@hotmail.com