Dewleta Tirk li Wanê terorê di meşîne
KSN/
22/6 2005- Îroj serê sibê
malbat û kes û xismên Fahrettin İnan (19) ku doh ji alîyê cendirmên tirk ve hatibû
kuştin, cenazê wî ji morga nexweşxanê girtin. Li ber derê nexweşxanê poliên tirk bi dar û jopan êrişî ser milet
kirin û bombê çavsotinê avêtin
ser milet.
Doh li Wanê li navçeya
Gurpinarê, bi sedema ku dewletê cenazên du girîlayên PKKê bêyî malbatan wan
veşartibûn, Malbatên gêrîla nerazîbûna xwe nîşandabûn û
cendirmên tirk jî gule barandibûn ser milet û di encamê de xortek 19 salî binavê
Fahrettin İnan hatibû Kuştin û 8 kes jî birîndar bûbûn
|