|
Dewleta Tirk hemwelatiyan li hember
hevûdû sor dike.
Uppsala,
9/4 2005- Dema ku mirov rojeva Tirkiyê dişopîne
hem xemgîn dibe û hem jî tê ra xwe dikene.
Xemgîn dibe ji ber ehmeqiya
wan, û dikene ji ber bûyerên ku ji dervê tirkiyê li tu dera dinyê nikarin
biqewimin. Piştî ku siyaseta dewletê ya derbarê Başûrê Kurdistanê de têk çû û
mecbûr ma ku Federaliya Kurdistanê qebûl bike, ji hêla psîkolojiya xwe de kete
rewşeke gelek xerab.
Belkî hineka ji me hesab dikir bê ka dewleta Tirk dê ji bo kurdên
Bakurên Kurdistanê çi guherînên erênî çêbike û bike ku kurdên nav wê jî dilxweş
bibin û dilê xwe nebijînin der û dorê…
Divê ku wisa bibûya ji ber ku aqil wê rêyê nîşan dide… lê mixabin
nebû, ji ber ku bi aqil tevnagerin.
Dewleta Tirk hesabê rojek bi şûnde jî nake, kurdên êdî bi fikra
netewe hişyar bûne û behişta azadiyê li ber çavê xwe dibînin nayne ber çavê xwe.
Ew hêj bi zirtokiya xwe ya berê ne…
Gelo çavê wan li çiye ku bikin?
Çima dixwazin gel bera ber hevûdû bidin?
Gelo ji ber ku di aramî û aştiyê de rastiya gelê Kurd wek netewe
diyar dibe loma?
Gelo dixwazin disa kurda ber bi şerekî çekdarî ve bikêşin, ji bo
ku bikaribin siyaseta xwe ya kevnare biparêzin û di warê naskirina siyasî û
netewî de tu gavan neavêjin?
Armanca wan çi dibe bila bibe carekê ji wan re xera bûye, û êdî
liv û tevgerên wan ên hovane ji dêvila demeke berî demekê têkçûna wan pêvtir
alîkariya tu tiştekî nake.
Bila baş bizanin heke ta niha digel ewqas şer û pevçûnê gelê Kurd
li rex wan maye û bi cîranî û hemwelatiya wan hatiye ser, ji ber ku gelê tirk û
sîstemên rêvebir ji hevûdû veqetandine ye.
Wan tu carî gelê tirk wek dijmin ji xwe re nedîtine, lê artêşa
tirk gelekê cara wek leşkerên zilimkar dîtine.
Em hemû dizanin ku kurd ji eskerên tirkan re ’’eskerên romê’’
dibêjin û ji xwe wan jî ne ji bo xerabiyekê be, zû bi zû riya xwe bi Kurdistanê
nexistine.
De îcar heke dewleta kûr ku ji eskeran pêk tê dixwaze herdû gelan
bike dijmin û siyaseta xwe bi vî rengî bimeşîne bila qenc bizanin ku dê pireya
herî dawî ya ku mabû jî têk biribin û bila piştî vê gavê êdî ji perçebûna xwe
bitirsin ku ji wê pêvtir rê li ber gelê kurd namîne.
Ma ez nabêjim bila ew bibêjin heke çavsoriya li birayê xwe yê
misliman bikin dê kurd berê xwe bidin ku?
Mucteba
Baravî
|