|
|
|
Teksta reşnivîsa destûra daîmî ya Îraqê bi kurdî
|
|
|
Nefel-STOCKHOLM, 27/9 2005 — Parlamentoya Îraqê Teksta
destûra daîmî ya Iraqê li roja 14/9 da Neteweyê Yekbûyî bo
ko pênc milyon nisxeyan, çar jê bi erebî û yek jê bi
kurdî, çap bike û berî referandumê li ser xelkê Îraqê û
Kurdistanê belav bike. Ev destûr ji 139 madeyan pêk têt.
Xelkê Kurdistanê û Iraqê dê di nîvê meha dehê de bi
referandumekê biryarê bide ka ew vê tekstê wekî destûra
daîmî ya Iraqa nû qebûl dikin yan ne. Gelek xwendevanên me
mereq dikin ka di teksta destûra daîmî de çi hatiye
nivîsandin û ji ber hindê em hemî tekstê bi zimanê kurdî
li vê derê belav dikin.
|
 |
***
Teksta reşnivîsa destûra daîmî ya Îraqê
DÎBACE
Bi navê Xudê yê mezin û mîhreban
(We leqed kerremna benî ademe)
Em zaroyên dola Mesopotamyayê, welatê pîlik û pêxemberan û
merqeda îmamên pak û dergoşa şaristaniyê û afrînerên
nivîsînê û pêşengên çandinê û danerên hejmariyê. Li ser
axa me qanûna yekê ji aliyê mirovî ve hat danîn, di welatê
me de gav bo dadperwertirîn çerxê siyaseta birêvebirina
welatan hat avêtin, li ser axa me hogir û ewliyayan nivêj
kirin û feylesof û zanayan hizirkarî kir û edîb û
helbestvanan afrandin kirin.
Wekî hestkirinekê bi mafê Xudê li ser me û di hewarhatina
welat û hevwelatiyên me de û wekî bersivekê li ser gaziya
rêberiyên me yên olî û hêzên me yên nîştîmanî û îsrara
merceiyên me yên mezin û serok û siyasetmedarên me, û di
nav piştevaniyeka cîhanî de ji aliyê dost û xweştiviyên
me, em bo cara yekê di dîroka xwe de bi milyonan kesan, bi
jin û mêran ve, bi pîr û gencan ve, di roja 30-ê
kanûna-paşiyê de ber bi sindoqên dengdanê çûn. Me, bi
bîranîna janên tepeserkirina mezhebî ji aliyê taqima
zordar ve û bi îlhamê ji karesatên şehîdên Îraqê ji şîî û
siniyan, ji ereb û kurd û tirkmenan û ji hemî pêkhatên
gelî û bi îlhamwergirtinê ji bêhurmetkirina bajarên pîroz
û başûrî di serhildana şeibanî de û bi agirê cergbirê
gorên komkujiyê û Ehwar û Ducêl û yên din û bi
zimanxistina azarên tepeserkirina neteweyî di komkujiyên
Helebçe û Barzan û Enfal û kurdên feylî de, û bi îlhamê ji
azarên tirkmenan li Beşîrê û derdeseriya xelkê devera
rojava her wekî di deverên mayîn yên Îraqê de, ji
binbirkirina rêberî û sembol û serokên wan û
derbiderkirina pêçêbûnên wan û hişikkirina çavkaniyên wan
yên hizirkî û rewşenbîrî. Me ji ber vê dest bi dest û mil
bi mil hewil da Îraqa xwe ya nû, Îraqa paşerojê, bê
demargîriya mezhebî û bê tagiriya nijadperistî û bê
girêlokiya deverkî û bê cidahî û bê dûrxistina çi aliyekî
ava bikin.
Tekfîr û teror nebûn rêgir di rêya me de bo avakirina
dewleta qanûnê, mezhebî û nijadperistiyê em ranewestandin
di rêya ko em bi hev re tê de diçin bo bihêzxistina
yekîtiya nîştîmanî û bo jêgirtina metodên lêkguhorîna
aştiyane ya desthilatê û dabeşkirina dadperwerane bo
samanan û bi destxistina derfetên wekhev ji hemiyan re.
Em gelê Îraqê yê ko ji nû rabûye ser xwe û yê ko bi bawerî
berê xwe dide paşeroja xwe ya di sîstemeka komarî,
federalî, demokratîk û pluralî de, bi zilam û jin û pîr û
xortên xwe ve biryar daye ko rêzê li prensîpên qanûnê
bigire û dad û wekheviyê bi cih bîne û siyaseta
dijminkariyê red bike û pûte bide jinê û mafên wê, pîran û
problemên wan, zaroyan û karûbarên wan û belavkirina
rewşenbîriya pirrengiyê û jinavbirina agirê terorê.
Me, gelê Îraqê yê ko bi hemî pêkhat û tayifeyên xwe ve, bi
azadiya xwe biryara yekgirtina xwe ya arezûmendane daye û
yê ko dê di subehiya xwe de dersan ji duhiya xwe werbigire
û ji bihayên bilind yên peyamên esmanî û ji nûjeniyên
zanista mirovî û şaristaniya wî vê destûrê dabine. Pêgirî
bi vê destûrê yekîtiya azadiyane ya gel û ax û serweriya
Îraqê diparêze.
BABETÊ YEKÊ: PRENSÎPÊN BINGEHÎN
Made (1):
Komara Îraqê dewleteka serbixwe ya xudan serwerî ye,
sîstema hikmî tê de komarî, parlamenî, demokratîk,
federalî ye.
Made (2):
Yek -- Îslam ola fermî ya dewletê ye û ew çavkaniyeka
bingehî ya qanûnsaziyê ye:
(a) Çê nabe qanûneka nakok ligel prensîpên hikmên îslamê
bêt danan.
(b) Çê nabe qanûneka nakok ligel prensîpên demokrasiyê bêt
danan.
(c) Çê nabe qanûneka nakok ligel maf û azadiyên bingehîn
yên di vê destûrê de bêt danan.
Du -- Ev destûr nasnameya îslamî ya piraniya gelê Îraqê
diparêze, herweha timama mafên olî yên gişt ferdan mîna
kiristiyan û êzidî û sibiyên medayî, di azadiya bîrûbawer
û mumareseya olî de diparêze.
Made (3):
Îraq welatekê pir netewe û ol û mezheb e û ew beşek e ji
cîhana îslamî û endamkê damezrêner û çalak e di Camîeya
Dewletên Erebî de û pêgirê manifestoya wê ye.
Made (4):
Yek -- Zimanên erebî û kurdî du zimanên fermî yên Îraqê
ne, mafê gişt îraqiyan ji bo hînkirina zarokên xwe bi
zimanên wan yên zikmakî mîna tirkmenî û siryanî di
dezgehên hînkariyê yên dewletê de li gor qanûnên
perwerdeyî yan bi her zimanekê din di dezgehên hînkariya
taybet de parastî ye.
Du -- Sinûrên îbareta zimanekê fermî û çawaniya
bicihkirina vê madeyê bi qanûnekê têt diyar kirin ko van
xalan jî bigire:
(a) derxistina rojnameya fermî bi herdu zimanan,
(b) axiftin û gotûbêjî û derbirîn di warên fermî de mîna
parlamentoyê, civata wezîran û dadgehan û kongreyên fermî
bi her yekî be ji herdu zimann,
(c) qebûlkirina dukomentên fermî û lêkguhorîna nameyan bi
herdu zimanan û derxistina belgenameyên fermî bi herduyan,
(ç) vekirina xwendingehan bi hedru zimanan li gor qanûnên
perwerdeyî,
(d) di her warekê din de yê ko prensîpa wekheviyê dixwaze,
wek pere û pasport û pûlan.
Sê -- Damûdezgehên federalî li herêma Kurdistanê herdu
zimanan bi kar tînin.
Çar -- Zimanên tirkmenî û siryanî dê du zimanên din yên
fermî bin li wan yekîneyên îdarî yên ko ew tê de piraniya
rûniştvanan bin.
Pênc -- Her herêm û wîlayetekê maf heye ko her zimanekê
din yê lokal bike zimanekê din yê fermî eger piraniya
rûniştvanan ew di referandumekê de erê kir.
Made (5):
Serwerî bo qanûnê ye, gel jî çavkaniya desthilatê û
meşrûiyeta wê ye, ko bi dengdana nihînî ya giştî û dîrekt
di rêya saziyên xwe yên destûrî de pêk tîne.
Made (6):
Lêkguhorîna desthilatê dê bi aştî û bi rêya amrazên
demokratîk yên ko di vê destûrê de hatine destnîşan kirin
be.
Made (7):
Yek -- Rê nehêt dan bo her kiyan û programeka ko rasîzm,
teror, tekfîr yan jinavbirina tayifî himbêz bike yan rê jê
re xweş bike yan propagendeyê bo bike yan tebrîr bike, bi
taybetî Beisa sedamî û sembolên wê û li jêr her çi navekî
be li Îraqê û nabe ew bikeve nav pluralîzma siyasî li
Îraqê û ew bi qanûnekê têt bi serûber kirin.
Du -- Dewlet pêbend e bi dijatîkirina terorê bi hemî
terzên wê ve û kar dike ji bo parastina erdê xwe ji hindê
ko bibe baregeh û kenal û qada bizavên wê.
Made (8):
Îraq prensîpên cîrantiya baş li ber çav digire û pêbend e
bi desttêwernedanê di karûbarên navxweyî yên welatên din
de û hewil dide ko nakokiyan bi rêyên aştiyane çareser
bike û peywendiyên xwe li ser bingehên berjewendiyên
hevbeş û danûstandina wekhev dabimezrîne û rêzê digire li
pêbendbûnên xwe yên navneteweyî.
Made (9):
Yek -- (a) Hêzên Îraqê û dezgehên asayişê ji pêkhatên gelê
Îraqê pêk dihên û hevsengî û temsîlkariya wan li ber çav
digirin bê cidakarî yan dûrxistina çi aliyekî û ew li jêr
desthilata sivîl dibe û bergiriyê ji Îraqê dike û nabe
amrazek bo tepeserkirina gelê Îraqê û mayê xwe di
karûbarên siyasî de nake û çi roleka wê di
desthilatguhorînê de nabe.
(b) Çê nabe milîsên serbazî li derveyî çarçoveya hêzên
çekdar bên durist kirin.
(c) Çê nabe hêzên îarqî yên çekdar û ferdên wê bi leşkeran
re yên ko di wezareta bergirî yan di her fermanberî û
rêxistineka girêdayî wê de kar dikin, xwe ji bo postên
siyasî namzed bikin û çê nabe ew kampanyeyên hilbijartinê
ji bo namzedan bikin û çê nabe di her karekê din de yê ko
wezareta bergiriyê qedexe dike beşdar bibin. Çê nabe ew
kes, çi bi navê xwe wek ferd û çi jî bi navê wezîfeyê, bi
van karan rabin û ev mafê wan yê dengdanê di hilbijartinan
de nagire.
(ç) Dezgeha îstîxbarata nîştîmanî ya îraqî bi komkirina
zanyariyan û hilsengandina wan gefên li ewlekariya
nîştîmanî tên kirin radibe û pêşniyaran pêşkêşî hikûmeta
îraqî dike. Ev dezgeh di bin desthilata sivîl de û li jêr
kontrola desthilata yasadananê de dibe û li gor qanûnê û
prensîpên mafên mriovî yên pejirandî kar dike.
(d) Hikûmeta îraqî rêzê li wan pêbendiyên navneteweyî
digire ko taybet in bi nehêlana belavbûn û pêşdebirin û
çêkirin û bikaranîna çekên nukleer û kîmyayî û biyolojîk û
qedexekirina her tiştê peywendî hebe bi pêşdebirin û
çêkirin û berhemkirin û bikaranîna wê ji kereste û amraz û
teknolojî û sîstemên peywendîkirinê û wan bi cih tîne.
Du -- Xizmeta serbaziyê bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (10):
Cihên pîroz û meqamên dînî li Îraqê kiyanên dînî û
şaristanî ne. Dewlet bend e bi parastina hurmeta wan û
bikarhatina rêûresmên dînî bi azadî tê de.
Made (11):
Bexda paytextê komara Îraqê ye.
Made (12):
Yek -- Ala û dirûşim û sirûda nîştîmanî ya Îraqê bi
qanûnekê têt durist kirin bi mercekî nîşaneya pêkhatên
gelê Îraqê be.
Du -- Medalya û tehtîlên fermî û munasebeyên dînî û
nîştîmanî û roznameya hicrî û zayînî bi qanûnekê tên bi
serûber kirin.
Made (13):
Yek -- Ev destûr qanûna herî hêjatir û bilindtir e li
Îraqê û bê çi îstîsnayekê li hemî Îraqê mulzem e.
Du -- Çê nabe qanûneka nakok li gel vê destûrê bêt danan û
her tekstek di destûrên herêman de yan her teksteka din ya
qanûnî nakok be di gel vê destûrê betal e.
BABETÊ DUYÊ: MAF Û AZADÎ
BEŞÊ YEKÊ: MAF
YEKEM: Mafên sivîl û siyasî
Made (14):
Îraqî bê cidakirinê ji ber zayendê yan nijadî yan neteweyê
yan nifşî yan rengî yan dînî yan mezhebî yan eqîdeyê yan
bîrûbaweran yan rewşa abûrî yan ya civakî li hember qanûnê
wekhev in.
Made (15):
Her ferdekî mafê jiyan û ewlekarî û azdiyê heye û çê nabe
kes bê qanûnekê yan biryareka ji aliyekê qezayî yê taybet
ve derketî ji van mafan bên bêbehre kirin yan ev maf lê
bên sinûr kirin.
Made (16):
Wekheviya derfetan mafekê parastî yê hemî îraqiyan e û
dewlet rêdarên pêwîst bo bi cih anîna hindê digire ber.
Made (17):
Yek -- Her ferdekî mafê taybetmendiya kesatiyê heye bi
mercê ko ew ne dijî mafên kesên din û adabên giştî be.
Du -- Hurmeta malan parastî ye û çê nabe kes bê biryareka
dadgehî û li gor qanûnê biçe nav yan sehûsiya wan bike yan
êriş bikeyê.
Made (18):
Yek -- Îraqî ew kes e yê ko ji babekê îraqî yan dayikeka
îraqî dibe.
Du -- Nasnameya hevwelatîbûna îraqî mafê her îraqiyekî ye
û ew binyatê hevwelatîbûna wî ye.
Sê -- (a) Çê nabe nasnameya hevwelatîbûna îraqî bi çi
rengekî ji wî kesê bi ji dayikbûnê îraqî ye bêt standin û
mafê wî kesê ko jê hatiye standin heye daxwaza vegerandina
wê bike û ew bi qanûnekê têt tertîb kirin.
(b) Nasnameya hevwelatîbûna îraqî di wan haletan de yên ko
qanûn dest nîşan dike ji xwediyê wê têt standin.
Çar -- Îraqî dikare xudan çend nasnameyên hevwelatîbûnê be
û her kesekê dibe xudan posteka payedar yan ewlekarî ya
bilind divêt dev ji her nasnameyeka din ya hevwelatîbûnê
ber bide û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Pênc -- Nasnameya hevwelatîbûna îraqî ji bo mebesta
siyaseta bicihkirina xelkî ya ko dibe egera têkdana
pêkhatina rûniştvanî li Îraqê nahêt dan.
Şeş -- Hikmên nasnameya hevwelatîbûnê bi qanûnekê tên
tertîb kirin û ew dozên girêdayî wê ji aliyê dadgehên
teybet bi hindê ve tên teqîb kirin.
Made (19):
Yek -- Dadwerî serbixwe ye û ji bilî qanûnê çi desthilatek
bi ser de nîne.
Du -- Çi tawan û siza bê teksteka qanûnî nabin û siza bes
li ser wê kiryarê têt dan ya ko qanûn wê di dema qewmîna
wê de bi tawan dibîne. Çê nabe sizayekê dijwartir ji wî yê
ko qanûnê bo wê tawanê destnîşan kirî di wextê tawankirinê
de bêt dan.
Sê -- Dadgehkirin mafekê parastî û misogerkirî ye ji
hemiyan re.
Çar -- Mafê bergirîkirinê di hemî qonaxên lêkolîn û
dadgehkirinê de pîroz û misogerkirî ye
Pênc -- Tawanbar bê guneh e heta ko di dadgehkirineka
qanûnî ya dadperwer de ew guneh li ser tesbît bibe û nabe
tawanbar careka din piştî ko têt berdan li ser eynî tawanê
bêt dadgeh kirin, heger belgeyên nû peyda nebibin.
Şeş -- Mafê her kesî ye ko reftareka dadperwerane di
rêûresmên dadgehî û îdarî de li gel bêt kirin.
Heft -- Rûniştinên dadgehan aşkere ne ji bilî ko eger
dadgehê biryar da wan bike nihînî.
Heşt -- Sizadan kesînî ye.
Neh – Qanûn retroaktîv nîne heger di qnaûnê bi xwe de
tiştekê weha nebe û ev îstîsna ji qanûnên bacê nagire.
Deh -- Qanûna sizayê bi retroaktîvî nahêt bi kar anîn
heger ew ji tawanbarî re çêtir nebe.
Yazde -- Dadgeh parêzerekî li ser budceya dewletê bo
bergirîkirinê ji tawanbarê ko parêzerê xwe nîne terxan
dike.
Dozde -- (a) tewqîfkirin qedexe ye.
(b) Çê nabe çi kes bêt zîndan kirin yan ragirtin di cihekî
de ji bilî cihên ji bo hindê terxankirî û li gor qanûnên
zîndanên ko girêdayî çavdêriya saxlemî û civakî ne û li
jêr desthilata dewletê ne.
Sêzde -- Dosiyeya lêkolîna destpêkê di wextekê ne bêtir ji
bîstûçar seetan de ji girtina tawanbarî diçe ber destê
dadwerê peywendîdar û çê nabe ew wext ji carekê bêtir bi
heman midetê bêt dirêj kirin.
Made (20):
Hemî hevwelatiyan, bi mêr û jinan ve, mafê beşdarbûnê di
karûbarên giştî de û şadbûnê bi mafên siyasî di gel mafê
dengdan û hilbijartin û xwekandîdkirinê heye.
Made (21):
Yek -- Çê nabe îraqî teslîmî alî û desthilatên biyanî bête
kirin.
Du -- Mafê penaberiya siyasî bi qanûnekê têt tertîb kirin
û çê nabe penaberê siyasî teslîmî aliyekê biyanî bêt kirin
û çê nabe bo wî welatê ko ew jê reviyaye bêt vegerandin.
Sê -- Mafê penaberiya siyasî nahêt dan bo yê tawanbarkirî
bi tawaneka navneteweyî yan terorîstî yan her kesê ko
ziyanek gehandibe Îraqê.
DUYEM: Mafên abûrî û civakî û kulturî
Made (22):
Yek -- Karkirin mafê hemî îraqiyan e bi awayekê ko
jiyaneka xweş jê re misoger bike.
Du -- Qanûn peywendiya di navbera karker û xwediyên karan
de li ser bingehên abûrî bi berçavgirtina bingehên
dadperweriya civakî tertîb dike
Sê -- Dewlet mafê damezrandina sandîke û yekîtiyên pîşeyî
û endambûnê tê de misoger dike û ev bi qanûnekê têt tertîb
kirin.
Made (23):
Yek -- Milkiyeta taybet parastî ye û xudanî mafê
sûdjêwergirtin û bikaranîna wê û destkarîkirinê tê de di
çarçoveya qanûnê de heye.
Du -- Çê nabe milkiyet bi zorê bihêt standin heger ji bo
sûda giştî nebe û li hember tezmînateka adil nebe û ev bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
Sê -- (a) Îraqiyî mafê milkdariyê li her cihekî be li
Îraqê heye û çê nabe kes ji bilî wî bibe xudanê malê
neguhêzbar ji bilî ya ko bi qanûnekê têt îstîsna kirin.
(b) Milkdarî bo mebestên guhorîna pêkhata rûniştvanan
qedex ye.
Made (24):
Dewlet azadiya hatûçûna karker û mita û sermayedariyên
îraqî di navbera herêm û wîlayetan de misoger dike û ev bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (25):
Dewlet misoger dike ko reforman di abûriya îraqî de li gor
bingehên abûrî yên nûjen pêk bîne bi awayekê ko hemî saman
bên îstîsmar kirin û çavkanî bên pirreng kirin di gel
piştgirtin û pêşdebirina sektora taybet.
Made (26):
Dewlet rê li ber îstîsmaratan di warên jêk cida de xweş
dike û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (27):
Yek -- Malûmilkên giştî hurmeta xwe heye û parastina wan
erkê her hevwelatiyekî ye.
Du -- Hikmên taybet bi parastina milkên dewletê û
birêvebirina wan û mercên destkarîkirinê tê de û sinûrên
ko tê de çê nabe dev ji hîç ji van milkan bêt berdan bi
qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (28):
Yek -- Bac, heger bi qanûnekê nebe, nahêt sepandin û nahêt
guhorîn û nahêt wergirtin û lêborîn ji dana wê nahêt
kirin.
Du -- Xudan dahatên kêm ji bacê tên efû kirin bi awayekê
ko astê herî kêm yê pêwîst ji bo jiyarê nehêt têk dan û ev
bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (29):
Yek -- (a) Malbat binyata civakê ye û dewlet kiyan û
bihayên wê yên dînî û exlaqî û nîştîmanî diparêze.
(b) Dewlet parastina daykînî û zaroktî û pîratiyê misoger
dike û sexbêriyê ji nûgihayî û xortan dike û derfetên
minasib ji bo pêşdebirina şiyan û pêçêbûnên wan li ber wan
vebike.
Du -- Zarokan mafê perwerdekirin û sexbêrîjêkirin û
hînkirinê li ser dayikan û baban heye. Dayikan û baban jî,
bi taybetî di dema destkurtî û lawazî û pîrbûnê de, mafê
rêzlêgirtin û sexbêrîjêkirinê li ser zaroyên xwe heye.
Sê -- Bikaranîna abûrî ya zarokan bi hemî awayên wê ve
qedexe ye û dewlet ji bo parastina wan rêûgavên pêwîst bi
kar tîne.
Çar -- Şêwazên şidet û zorê di nav malbat û xwandingeh û
civakê de tên qedexe kirin.
Made (30):
Yek -- Dewlet ji ferd û malbatê re – bi taybetî ji zarokî
û ji jinê re - sîgorteya civakî û tendirustiyê û
pêwîstiyên bingehîn bo jiyaneka serfiraz berdest dike.
Dahat û xaniyê bikêrhatî jê re misoger dike.
Du -- Dewlet sîgorteya civakî û tendirustî ji hemî
îraqiyan re di dema pîratî û nesaxî û pêneçêbûna karkirinê
û penaberî û sêwîbûn û bêkariyê de misoger dike. Ew ji bo
parastina wan ji nezanîn û tirs û xizaniyê dixebite û ji
wan re xanî û programên taybet ji bo amadekirina wan û
sexbêrîjêkirina wan berdest dike û ev bi qanûnekê têt
tertîb kirin.
Made (31):
Yek -- Her îraqiyekî mafê sexbêrîjêkirina tendirustî heye
û dewlet bi karûbarên tendirustiya giştî radibe û ew
amrazên parastin û dermankirinê bi damezrandina hemî corên
nexweşxane û saziyên tendirustiyê misoger dike.
Du -- Li jêr serperiştiya dewletê kes û dezgeh dikarin
nexweşxane û saziyên tendirustiyê dabimezrînin û ev bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (32):
Dewlet sexbêriyê ji seqetan û xwediyên pêwîstiyên taybet
dike û amadekirina wan bi mebesta têkelkirina wan di
civakê de misoger dike û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (33):
Yek -- Her kesekî mafê jiyanê di jîngeheka saxlem de heye.
Du -- Dewlet ji parastina jîngehê û pirrengiya zîndeweran
û parastina wan berpirsyar e.
Made (34):
Yek -- Hînkirin hokarekê bingehî ye ji bo pêşketina civakê
û mafek e ko dewlet misoger dike û ew di qonaxên destpêkê
de bivênevê ye û dewlet bi karê nehêlana nexwendeyiyê
radibe.
Du -- Hînkrina belaş mafê hemî îraqiyan e di hemî qonaxên
xwandinê de.
Sê -- Dewlet piştgiriya lêkolîna zanistî ji bo mebestên
aştiyane dike û çavê xwe dide pêşengîbûn û afrandin û hemî
corên bilîmetiyê.
Çar -- Hînkariya taybet û ehlî misoger kiriye û bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
BEŞÊ DUYÊ: AZADÎ
Made (35):
Yek -- (a) Azadiya mirovî û kerameta wî parastî ne.
(b) Çê nabe bê biryareka dadgehî kesek bêt girtin yan
lêkolîn li gel bêt kirin.
(c) Hemî corên îşkencedana derûnî û laşî û reftara
nemirovane tên qedexe kirin. Îtîrafkirina ko bi zorê yan
bi geflêkirinê yan bi êşandinê hatibe standin nahêt
pejirandin û kesê ziyanpêketî li gor qanûnê mafê
daxwazkirina tezmînatê li hember wê ziyana madî û derûnî
ya pê ketî heye.
Du -- Dewlet ferdî ji zorlêkirina hizrî û siyasî û dînî
diparêze.
Sê -- Karê sixreyî (sixre) û koletî û bazirganiya koleyan
têt qedexe kirin û bazirganîkirin bi jinan û zarokan û
bazirganîkirin bi seksê tên qedexe kirin.
Made (36):
Dewlet van xalan bi mercê ko nebin egera têkdana sîstema
giştî û adaban misoger dike:
Yek -- Azadiya raderbirînê bi hemî wesîleyan.
Du -- Azadiya rojnamegerî û çapkirin û agehdarî û
ragihandin û weşandinê.
Sê -- Azadiya civîn û xwenîşandana aştiyane û ev bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (37):
Yek -- Azadiya damezrandina komele û partiyên siysaî û
endambûn di wan de misoger kiriye û ev bi qanûnekê têt
tertîb kirin.
Du -- Çê nabe çi kes bêt neçar kirin ko bibe endam di
partiyekê yan komeleyekê yan aliyekê siyasî de yan bêt
neçar kirin li ser berdewambûna endambûnê di wan de.
Made (38):
Azadiya danûstandin û nameguhastinên posteyî û birûskî û
telefonî û elektronî û xeyrî wan parastî ne û çê nabe
zêrevanî yan guhdariya wan bêt kirin yan bên berçav kirin
heger ji bo pêwîstiyeka qanûnî û ewlekarî û bi biryareka
dadgehî nebe.
Made (39):
Îraqî di pêgiriyê bi karûbarên xwe yên kesayetî de li gor
dîn û mezheb û eqîde yan hilbijartinên xwe azad in û ev bi
qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (40):
Her kesekî azadiya bîrûbawer û wijdan û eqîdeyê heye.
Made (41):
Yek -- Alîgirên her dîn û mezhebekî azad in di:
(a) Pêkanîna rêûresmên ayînî û ji wan rêûresmên hiseyniyê.
(b) Birêvebirina weqfan û karûbarên wan û saziyên wan yên
ayînî û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Du -- Dewlet azadiya îbadetê misoger dike û cihên wê
diparêze.
Made (42):
Yek -- Îraqiyî azadiya xweveguhastin û hatinûçûn û
bicihbûnê di hundir û derveyî Îraqê de heye.
Du -- Çê nabe îraqî bêt derbider kirin yan dûr xistin yan
vegera welatî lê bêt qedexe kirin.
Made (43):
Yek -- Dewlet pûte dide mukimkirina rola dezgehên civaka
medenî û piştgirî û pêşdebirin û serxwebûna wan bi mercekî
ko rêyên aştiyane ji bo bicihanîna armancên xwe bidin ber
xwe û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Du -- Dewlet pûte dide pêşdebirina êl û eşîrên îraqî û
pûte dide karûbarên wan ko hevaheng bin di gel dîn û
qanûnê û nirxên wan yên mirovane yên baş bihêz bixe bi
rengekê ko di pêşdebirina civakê de beşdar bibin û rê li
ber urfûadetên eşîrtî yên nakok in ligel mafên mirovî
bigire .
Made (44):
Sinûrkirin yan rêlêgirtina bikaranîna her maf û azadiyeka
ko di vê destûrê de hatiye bi tinê bi qanûnekê yan li gor
wê çê dibe bi mercê ko ew sinûrkirin û rêlêgirtin dest
nede kakila mafî yan azadiyê.
BABETÊ SÊYÊ: DESTHILATAÊN FEDERALÎ
Made (45):
Desthilatên federal ji desthilatên qanûnsaz û bicihanîn û
dadweriyê pêk dihên. Ew li ser bingehê prensîpa
jêkcidakirina desthilatan bi erk û karûbarên xwe radibin.
BEŞÊ YEKÊ: DESTHILATA QANÛNSAZ
Made (46):
Desthilata qanûnsaz ya federal ji parlamentoyê û civata
federal pêk dihêt.
YEKEM: Parlamento
Made (47):
Yek -- Parlamento ji hejmareka endaman pêk dihêt bi rêjeya
yek kursî bo her sedhezaran ji rûniştvanên Îraqê û ew
nûneriya hemî gelê îraqî dikin. Ew bi rêya dengdana nihînî
ya dîrekt tên hilbijartin û nûnerkirina hemî pêkhatên gelî
tê de têt li ber çav girtin.
Du -- Merc e li ser kesê ko xwe bo parlamentoyê kandîd
dike îraqî be û bi timamî hêjayî wî postî be.
Sê -- Mercên namzed û dengder û hemî tiştê peywendî bi
hilbijartinan heyî bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Çar -- Qanûna hilbijartinan armanc heye ko rêjeya
nûnertiya jinan di parlamentoyê de ji çarêka endamên
parlamentoyê kêmtir ne be.
Pênc -- Parlamento dê qanûnekê ji bo çareserkirina haletên
guhorîna endamên wê di dema destjikarkişandinê yan
jikarhavêtinê yan mirinê de binivîse.
Şeş -- Çê nabe endamê parlamentoyê çi kar yan postekê din
yê fermî hebe.
Made (48):
Endamê parlamentoyê berî dest bi karê xwe bike dê sûnda
destûrî bi vî rengî bixwe:
“Ez sûndê bi Xudêyê eliyê mezin dixwim ko ez bi erk û
berpirsyariyên xwe yên qanûnî bi dirustî û bi dilsozî
rabim û ez serxwebûn û serweriya Îraqê biparêzim û çavê
xwe bidim berjewedniyên gelê wê û silametiya ax û esman û
av û samanên wê û sîstema wê ya demokratîk ya federal û
kar bikim ji bo parastina azadiyên giştî û taybetî û
serxwebûna dadgehan û pêgiriyê dikim di bicihanîna qanûnan
bi emanet û bêalîgirî û Xudê li ser ya ez dibêjim şahid
e”.
Made (49):
Parlamento sîstemeka navxweyî ji bo biserûberkirina
karûbarên navxwe dadine.
Made (50):
Yek -- Parlamento di dema sih rojan de ji roja tomarkirina
nerazîbûnê, dirustiya endambûna endamên xwe bi piraniya
dusêka endamên xwe serrast dike.
Du -- Xwenerazîkirin li ser biryara parlamentoyê dikare di
dema sih rojan de ji derketina biryarê biçe ber destê
dadgeha federal ya bilind.
Made (51):
Yek -- Civînên parlamentoyê dê aşkere bin heger pêwîstiyek
berûvajiya vê nexwaze.
Du -- Protokolên civînan bi wan amrazên ko parlamento
bikêrhatî dibîne tên weşandin.
Made (52):
Serokkomar, bi biryarnameyeka komarî daxwazê ji
parlamentoyê dike ko di nava pazde rojan de ji roja
erêkirina encamên hilbijartinan bicive. Civîn ji bo
hilbijartina serokê parlamentoyê û herdu cihgirên wî bi
serokatiya endamê temenmezintir ji hemiyan têt kirin û çê
nabe dem bêtir ji wextê binavkirî bêt dirêj kirin.
Made (53):
Parlamento di civîna xwe ya yekê de serokekî û paşî
cihgirekê yekê û cihgirekê duyê bi piraniya mitleq ya
dengên endamên parlamentoya hilbijartî û bi dengdana
nihînî ya direkt hildibijêre.
Made (54):
Yek -- Dema peryoda hilbijartinê ya parlamentoyê dê çar
salên teqwîmî bin. Ew ji civîna wê ya yekê dest pê dike û
bi dawiya sala çarê bi dawî têt.
Du -- Hilbijartina parlamentoya nû bi çilûpênc rojan berî
roja bidawîhatina peryoda wê ya hilbijartinê têt kirin.
Made (55):
Parlamentoyê rûniştina xwe ya salane ya pêkhatî ji du
werzên teşrîî heye û sîstema navxwe çawaniya rûniştinan bi
serûber dike. Werzê rûniştinê yê ko budceta giştî tê de
têt giftûgo kirin timam nabe heta ew budcet nehêt erê
kirin.
Made (56):
Yek -- Serokkomar yan serokwezîr yan serokê parlamentoyê
yan pêncih endamên parlamentoyê dikarin parlamentoyê bangî
civîneka awarte bikin û civîn dê bes li ser wan babetan be
yên ko ji bo wan têt kirin.
Du -- Li ser daxwaza serokomarî yan serokwezîrî yan serokê
parlamentoyê yan pêncih endamên parlamentoyê û ji bo
bicihanîna karûbarên ko jê re pêwîst in, werzê teşrîî yê
rûniştina parlamentoyê ji bo sih rojan û ne bêtir têt
dirêj kirin.
Made (57):
Yek -- (a) Nîsaba qanûnî ya rûniştinên parlamentoyê bi
amadebûna piraniya mitleq ya endamên wê timam dibe.
(b) Briyar di rûniştinên parlamentoyê de, piştî timambûna
nîsabê, bi piraniya sade tên wergirtin eger teksteka
berûvajî vê nebe.
Du -- (a) Projeyên qanûnan ji aliyê serokkomarî û
serokwezîran ve tên pêşkêş kirin.
(b) Pêşniyazên qanûnan ji aliyê deh endamên parlamentoyê
yan ji aliyê komîteyeka wê ya taybet ve tên pêşkêş kirin.
Made (58):
Parlamento taybetmend e bi:
Yek -- Dirustkirina qanûnên federal.
Du -- Kontrolkirina karê desthilata bicihanînê.
Sê -- Hilbijartina serokkomarî.
Çar -- Erêkirina peyman û lihevhatinên navneteweyî bi
piraniya dusêka endamên parlamentoyê û ev bi qanûnekê têt
tertîb kirin.
Pênc -- Erêkirina tayînkirina:
(a) Serok û endamên dadgeha federal ya temyîzê û serokê
dadgeriya giştî û serokê desteka serperiştiya dadwerî bi
piraniya mitldeq li ser pêşniyarekê ji Civata Dadwerî ya
Bilind
(b) Balyoz û xwedî mertebeyên taybet bi pêşniyarekê ji
civata wezîran.
(c) Serokerkanê leşkerî û arîkarên wî û hemiyên bi ritbeya
sertîpî û bilindtir û serokê dezgeha îstîxbaratan bi
pêşniyarekê ji civata wezîran.
Şeş -- (a) Jêpirsîn ji serokkomarî li ser daxwazeka
motîvekirî bi piraniya mitleq ya endamên parlamentoyê.
(b) Destkêşana serokkomarî bi piraniya mitleq ya endamên
parlamentoyê piştî gunehbarkirina wî ji aliyê dadgeha
bilind ya federal ve di yekê ji van rewşan de:
1 -- Sonda destûrî bi cih neanîn.
2 -- Pêdan li ser destûrê.
3 -- Xiyaneta mezin.
Heft -- (a) Mafê endamê parlamentoyê heye ko pirsyaran
arasteyî serokwezîr û wezîran bike di babetên bi wan ve
paywendîdar in û divêt her yek ji wan bersiva pirsyarên
endaman bide û xudanê pirsyarê bi tenê mafê komentarkirina
bersivê heye.
(b) Ne kêmtir ji bîstûpênc endamên parlamentoyê dikarin
babetekê giştî bêxin ber giftûgoyê bo rohinkirina siyaset
û karkirina civata wezîran yan wezaretekê û ew bo serokê
parlamentoyê têt pêşkêş kirin û serokwezîr yan wezîr
wextekî bo amadebûnê di parlamentoyê de bo giftûgokirinê
dest nîşan dike.
(c) Endamê parlamentoyê dikare bi razîbûna bîstûpênc
endaman jêpirsînekê aresteyî serokwezîrî yan wezîran bike
bo muhasebekirina wan li ser karûbarên ko peywendî bi
çalakiya wan ve heye. Giftûgokirin li ser jêpirsînê berî
derbasbûna heft rojan ji roja arastekirina wê nahêt kirin.
Heşt -- (a) Parlamento dikare bi piraniya mitleq baweriyê
ji wezîrekî bikêşe û ew ji roja biryara bawerîjêkêşanê bi
destjikarîkêşayî têt hisêb kirin. Babetê bawerî bi wezîrî
bê rezamendiya wî yan bê daxwaznameyeka ji aliyê pêncih
endaman ve îmzakirî nahêt vekirin, piştî giftûgokirina
jêpirsîneka aresteyî wî kirî û parlamento biryara xwe li
ser daxwazê nade berî derbasbûna heft rojan bi ser roja
pêşkêşkirina wê de.
(b)
1 -- Serokkomar dikare daxwazê ji parlamnetoyê bike ko
baweriyê ji serokwezîrî bikêşe.
2 -- Parlamento dikare li ser daxwaza pêncêka endamên xwe
baweriyê ji serokwezîrî bikêşe û ev daxwaz dikare bêt
pêşkêş kirin piştî jêpirsîneka arasteyî serowezîrî kirî û
piştî bi kêmtirîn dem heft rojan ji roja pêşkêşkirina
daxwazê.
3 -- Parlamento bi piraniya mitleq ya endamên xwe biryara
jêkêşana baweriyê ji serokwezîrî dide.
(c) Civata weîzran di haletê jêkêşana baweriyê ji
serokwezîrî bi destjikarîkêşayî têt hisêb kirin.
(ç) Ko deng hat dan li ser jêkêşana baweriyê ji civata
wezîran, bi kêmî ve serokwezîr û wezîr berdewam dibin li
ser karên xwe ji bo birêvebirina karûbarên rojane bo
demekê ne bêtir ji sih rojan heta dirustkirina civata
wezîran ya nû li gor hikmên madeya 73-yê ji vê destûrê.
(d) Parlamentoyê mafê jêpirsîna berpirsên dezgehên
serbixwe li gor îcraatên bi wezîran ve paywendîdar in heye
û dikare bi piraniya mitleq destên wan ji karî bikêşe.
Neh -- (a) Erêkirina ragihandina şerî û rewşa awarte bi
piraniya dusêkan li ser daxwazeka hevbeş ji serokkomarî û
serokwezîrî.
(b) Rewşa awarte bo sih rojan têt ragihandin û dikare her
carê bi erêkirinekê bêt dirêj kirin.
(c) Selahiyetên pêwîst yên ko ew serokwezîr bikare
karûbarên welatî di dema ragihandina şerî û rewşa awarte
de bi rê ve bibe ji wî re tên dan û ev selahiyet bi
qanûnekê tên tertîb kirin bi mercekî ko ew li gel destûrê
nakok nebin.
(d) Serokwezîr gavên havêtî û encamên di dema şerî û rewşa
awarte de di hundirê pazde rojan de ji roja bidawîhatina
wan têxe ber parlamentoyê.
Made (59):
Yek -- Civata wezîran projeya qanûna budceya giştî û
hisêba dawiyê bo erêkirina wê pêşkêşî parlamentoyê dike.
Du -- Parlamento dikare guhorînê di nava babet û beşên
budceya giştî de bike û hemî mesrefên wan kêm bike û di
dema pêwîst de pêşniyazekê bide civata wezîran bo
zêdekirina sercema xerciyan.
Made (60):
Yek -- Maf û selahiyetên serokê parlamnetoyê û herdu
harîkarên wî û endamên parlamentoyê bi qanûnekê tên tertîb
kirin.
Du -- (a) Endamê parlamentoyê di diyarkirina bîrûbaweriyên
xwe di dema peryoda wê de xwedî îmunîtê ye û li ser hindê
di dadgehan de nahêt dadgehî kirin.
(b) Çê nabe endam di dema werzê teşrîî de bêt girtin heger
bi destdirêjkariyekê nehatibe gunehbar kirin û bi razîbûna
endaman bi piraniya mitleq ji bo standina îmunîtêyê ji wî
yan jî eger di dema rabûna wî de bi gunehkariyekê nehat
dîtin.
(c) Çê nabe endam li derveyî werzê teşrîî bêt girtin ji
bilî ko eger bi destdirêjkariyekê gunehbarkirî be û bi
razîbûna serokê parlamentoyê ji bo standina îmunîtêyê ji
wî yan jî eger di dema rabûna wî de bi gunehkariyekê hat
dîtin.
Made (61):
Yek -- Parlamento li ser daxwaza sêka endamên xwe yan
daxwaza serokwezîrî yan serokkomarî û bi piraniya mitleq
ya endamên xwe têt hilweşandin û çê nabe parlamento di
dema jêpirsîna serokwezîrî de bêt hilweşandin.
Du -- Serokkomar di dema ko parlamento hildiweşe de di
mideta şêst rojan de ji roja hilweşiyanê banga
hilbijartinên giştî li seranaserî welatî dike û civata
wezîran di vî haletî de bi destjikarîkêşayî têt hisêb
kirin.
DUYEM: Civata Federal
Made (62):
Yek -- Ciavtek teşrîî bi navê Civata Federal têt dirust
kirin. Ew ji nûnerên herêm û wîlayetên ko ne di çi
herêmekê de ne pêk dihêt. Sazkirina wê û mafê endambûnê tê
de û taybetmendiyên wê û her tiştekê pê ve peywendîdar bi
qanûnekê ko bi erêkirina piraniya dusêka endamên
parlamentoyê têt nivîsîn têt tertîb kirin.
BEŞA DUYÊ: DESTHILATA BICIHANÎNÊ
Made (63):
Desthilata bicihanîna federal ji serokkomarî û civata
wezîran pêk dihêt. Ew li gor destûr û qanûnê bi
selahiyetên xwe radibe.
YEKEM: Serokkomar
Made (64):
Serokkomar serokê dewletê ye û ew sembola yekgirtina
nîştîmanî ye û ew nûneriya serweriya welatî dike. Ew xemê
dixwe ji pêgirîkirinê bi destûrê û parastina serxwebûna
Îraqê û serweriya wê û yekgirtina wê û silametiya xaka wê
li gor hikmên destûrê.
Made (65):
Yê ko xwe bo serokkomariyê kandîd dike divêt:
Yek -- Bi jidayikbûnê îraqî be û ji dayûbabên îraqî be.
Du -- Şiyanên wî timam bin û çilsaliya temenê xwe timam
kiribe.
Sê -- Xudan navûdengekê baş û tecrubeyeka siaysî be û bi
pakî û rastî û edalet û dilsoziya xwe bo nîştîmanî naskirî
be.
Çar -- Bi çi tawaneka namûstêkder nehatibe hikim kirin.
Made (66):
Yek -- Hikmên xwekandîdkirinê bo serokkomariyê bi qanûnekê
tên tertîb kirin.
Du -- Hikmên hilbijartina cihgirekî yan bêtir bo
serokkomarî bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (67):
Yek -- Parlamento ji nav namzedan bi piraniya dusêka
hejmara endamên xwe serokkomarekî hildibijêre.
Du -- Eger çi kesekî ji namzedan piraniya pêwsît bi dest
xwe ve neanî dê namzedên ko bêtir deng standine hevrikiyê
bikin û dê kesê ko di dengdana duyê de piraniyê bîne bi
serok hêt ragihandin.
Made (68):
Serokkomar sûnda destûrî wek teksta wê ya di madeya 48-ê
de hatî li hember parlamentoyê dixwîne.
Made (69):
Yek -- Peryoda serokomarî bi çar salan têt sinûr kirin û
dikare bes bo cara duyê bêt hilbijartin
Du -- (a) Peryoda serokkomarî bi dawîhatina mideya
parlamentoyê bi dawî têt.
(b) Serokkomar berdewam li ser birêvebirina karûbarên xwe
dibe heta piştî bidawîhatina hilbijartinên parlamentoyê û
civîna wê bi mercekî serokkomarekê nû di mideya sih rojan
de ji roja civîna wê ya yekê bêt hilbijartin.
(c) Di haleta valabûna cihê serokkomarî de ji ber her
sedemekê be bila bibe, dê serokekê nû bo timamkirina wextê
mayî ji peryoda serokkomarî hêt hilbijartin.
Made (70):
Ev ji selahiyetên serokkomarî ne:
Yek -- Derxistina lêborîna teybet bi tewsiyeyekê ji
serokwezîrî ji bilî tiştê ko peywendî bi mafê teybet û yên
sizadayî bi kirina tawanên navneteweyî û teror û
bertîlxuriyê heye.
Du -- Erêkirina peyman û lihevhatinên navneteweyî piştî
erêkirina wan ji aliyê parlamentoyê ve û ew bi erêkirî tên
hisêbkirin piştî pazde rojan ji roja wergirtina wan.
Sê -- ew qanûnên ko parlamento çê dike erê dike û derdixe
û ew bi erêkirî tên hisêbkirin piştî pazde rojan ji roja
wergirtina wan.
Çar -- Ji parlamentoya hilbijartî dixwaze ko bicive di
mideyeka ne dûrtir ji pazde rojan ji roja erêkirina
encamên hilbijartinan û di haletên din yên di destûrê de
destnîşankirî.
Pênc -- Dana xelat û medalyayan bi tewsiyeyekê ji
serokweîzrî û li gor qanûnê.
Şeş -- Wergirtina balyozan.
Heft -- Derxistina biryarnameyên komarî.
Heşt -- Erêkirina hikmên îdamê yên ko ji dadgehên teybet
derdikevin.
Neh -- Bi erkê serkirdayetiya bilind ya hêzên çekdar ji bo
mebestên teşrîfat û merasîman radibe.
Deh -- Bi her selahiyeteka din ya serokatiyê ya ko di vê
destûrê de hatiye radibe.
Made (71):
Meaş û xerciyên serokkomarî bi qanûnekê tên destnîşan
kirin.
Made (72):
Yek -- Serokkomarî mafê hindê heye bi nivîskî
destjikarkêşana xwe pêşkêşî serokê parlamentoyê bike û ew
bi erêkirî têt hisêb kirin piştî heft rojan ji roja
teslîmkirina wê bo parlamentoyê.
Du -- Cihgirê serokkomarî cihê serokî di dema neamadebûna
wî de digire.
Sê -- Cihgirê serokkomarî cihê serokî dema cihê wî ji ber
her sedemeka hebe vala bibe digire û divêt parlamento
serokekê nû di mideyeka ne bêtir ji sih rojan ji valabûnê
de hilbijêre.
Çar -- Serokê parlamentoyê cihê serokkomarî dema ew cih
vala dibe û çi cihgirekê wî nebe digire bi mercekî ko di
mideyeka ne bêtir ji pazde rojan ji valabûnê de û li gor
hikmên vê destûrê serokekê nû bêt hilbijartin.
DUYEM: Civata wezîran
Made (73):
Yek -- Serokkomar namzedê fraksyona parlamenî ya bi
hejmara xwe mezintir teklîf dike bo pêkanîna civata
wezîran di mideya 15 rojan de ji roja hilbijartina
serokkomarî.
Du -- Serokwezîrê teklîfkirî dê di mideyeka ne bêtir ji 15
rojan ji roja teklîfê de endamên kabîneya xwe bi nav bike.
Sê -- Serokkomar dê namzedekê nû bo serokatiya civata
wezîran di mideya 15 rojan de teklîf bike dema ko
serokwezîrê teklîfkirî di pêkanîna kabîneyê de di mideya
ko di benda duyê de ji vê madeyê destnîşankirî bi ser
nekeve.
Çar -- Serokwezîrê teklîfkirî navên endamên kabîneya xwe û
programa kabîneyê berçavî parlamentoyê dike û ew dibe cihê
baweriya wê dema wezîr kit kit û programa kabîneyê bi
piraniya mitleq tên pejirandin.
Pênc -- Eger kabîne nebû cihê baweriyê, serokkomar
namzedekê din bo dirustkirina kabîneyê di mideya 15 rojan
de teklîf dike.
Made (74):
Yek -- Divêt ew mercên ko ji bo serokkomarî pêwîst in, di
serokwezîrî jî de hebin û ew xudanê bawernameya zanîngehê
yan yeka li hevberî wê be û pêncihsaliya temenê xwe timam
kiribe.
Du -- Divêt ew mercên ko ji bo namzedên parlamentoyê
pêwîst in, di wezîrî jî de hebin û ew xudanê bawernameya
zanîngehê yan yeka li hevberî wê be.
Made (75):
Serokwezîr berpirsyarê dîrekt yê bicihanînê yê siyaseta
giştî ya dewletê ye û qomandarê giştî yê hêzên çekdar e.
Ew karê birêvebirina civata wezîran dike û serokatiya
civînên wê dike û wî mafê derxistina wezîran bi razîbûna
parlamentoyê heye.
Made (76):
Serok û endamên civata wezîran sûnda destûrî bi awayê ko
di madeya 48-ê de ji destûrê hatiye li hember parlamentoyê
dixwînin.
Made (77):
Civata wezîran bi van selahiyetan radibe:
Yek -- Planekirin û bicihanîna siyaseta giştî ya dewletê û
planên giştî û serperiştiya karên wezaretan û aliyên
negirêdayî çi wezaretekê dike.
Du -- Pêşniyarkirina projeyên qanûnan.
Sê -- Derxistina raber û agehname û biryaran ji bo
bicihanîna qanûnan.
Çar -- Amadekirina projeya budceya giştî û hisêba dawî û
plana pêşdebirinê.
Pênc -- Tewsiyekirina parlamentoyê bo tayînkirina wekîlên
wezaretan û balyozan û xwediyên mertebeyên taybet û
serokerkanê leşkerî û arîkarên wî û yên bi mertebeya
sertîpî û bilindtir û serokê dezgeha îstixbarata nîştîmanî
û serokên dezgehên asayişê.
Şeş -- Danûstandin ji bo peyman û lihevhatinên navneteweyî
û îmzakirina wan yan yê ew pê teklîf dike.
Made (78):
Yek -- Serokkomar bi karê serokwezîrî radibe dema cihê wî
ji ber her sedemekê vala bibe.
Du -- Dema ya ko di benda Yekem ya vê madeyê de hatiye bi
cih têt, serokkomar namzedekê din bo çêkirina kabîneyê di
mideyeka ne bêtir ji 15 rojan de û li gor hikmên madeya
73-ê ji vê destûrê teklîf dike.
Made (79):
Meaş û alîkarî ji bo serok û endamên civata wezîran û yên
bi mertebeya wan in bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (80):
Berpirsyariya serokê civata wezîran û wezîran li hember
parlamentoyê dê pevreyî û kesînî be.
Made (81):
Yek -- Karê dezgehên asayişî û dezgeha îstixbarata
nîştîmanî bi qanûnekê têt organîze kirin û erk û
selahiyetên wan tên dest nîşan kirin. Ew li gor prensîpên
mafên mirovî kar dikin û dikevin bin kontrola
parlamentoyê.
DU -- Dezgeha îstixbarata nîştîmanê girêdayî civata
wezîran dibe.
Made (82):
Civata wezîran sîstemeka navxwe bo biserûberkirina karê
xwe dirust dike.
Made (83):
Çêkirina wezaretan û wezîfe û taybetmendiyê wan û
selahiyetên wezîrî bi qanûnekê tên tertîb bkirin.
BEŞA SÊYÊ :DESTHILATA DADWERÎ
Made (84):
Desthilata dadwerî serbixwe ye û dadgeh bi hemî cor û
mertebeyên xwe ve pêgiriya wê dikin û ew hikmên xwe li gor
qanûnê didin.
Made (85):
Dadwer serbixwe ne û çi desthilat di dadkariya wan de li
ser wan nîne ji bilî qanûnê û nabe çi desthilatek mayê xwe
di dadweriyê de yan di karûbarên edaletê de bike.
Made (86):
Desthilata dadwerî ya federal ji Civata Dadwerî ya Bilind
û Dadgeha Federal ya Bilind û Dadgeha Federal ya Temyîzê û
Desteya Serperiştiya Dadwerî û dadgehên din yên federal
yên ko li gor qanûnê tên organîze kirin pêk têt.
YEKEM: Civata Dadwerî ya Bilind
Made (87):
Civata Dadwerî ya Bilind bi birêvebirina karûbarên
dezgehên dadwerî radibe û qanûn awayê dirustbûna wê û
taybetmendiyên wê û presnîpên birêveçûna karî tê de diyar
dike.
Made (88):
Civata Dadwerî ya Bilind bi van selahiyetan radibe:
Yek -- Birêvebirina karûbarên dadweriyê û serperiştîkirina
dadweriya federal.
Du -- Kandîdkirina serok û endamên Dadgeha Federal ya
Tmeyîzê û serokê Dadgiriya Giştî û serokê desteya
Serperiştiîkirina Dadweriya Bilind û pêşkêşkirina wan bo
parlamnetoyê bo erêkirina tayînkirina wan.
Sê -- Pêşniyazkirina projeya budceya salane ya desthilata
dadwerî ya federal û pêşkêşkirina wê bo parlamnetoyê ji bo
erêkirina wê.
DUYEM: Dadgeha Federal ya Bilind
Made (89):
Yek -- Dadgeha Federal ya Bilnid hem ji aliyê diravî û hem
jî îdarî ve desteyeka dadwerî ya serbixwe ye.
Du -- Dadgeha Federal ya Bilind ji hejmareka dadweran û
bisporên fiqha îslamî û zanayên qanûnê pêk têt. Hejmara
wan û awayê hilbijartina wan û karê dadgehê bi qanûnekê ko
bi piraniya dusêka endamên parlamentoyê der dikeve têt
tertîb kirin.
Made (90):
Dadgeha Fderal ya Bilind taybetmend e bi:
Yek -- Çavdêrîkirina destûrîbûna qanûnê û sîstema ko likar
e.
Du -- Ravekirina tekstên destûrê.
Sê -- Hikimdan di pirsgirêkên ko di egera bicihanîna
qanûnên federal û biryar û sîstem û agehdarî û rêdarên ji
desthilata federal deketî de peyda dibin û qanûn mafê
civata wezîran û ferdên bi wê ve peywendîdar û xeyrî wan
yê diyarkirina nerazîbûna xwe ya dîrekt li hember dadgehê
diparêze.
Çar -- Hikimdan li ser nakokiyên ko di navbera hikûmeta
federal û hikûmetên herêman û wîlayet û şaredarî û
îdareyên lokal de diqewmin.
Pênc -- Hikimdan li ser nakokiyên ko di navbera hikûmetên
herêman yan wîlayetan de çêdibin.
Şeş -- Hikimdan li ser tihmetên ko arasteyî serokkomarî û
serokwezîrî û wezîran tên kirin û ev bi qanûnekê têt
tertîb kirin.
Heft -- Erêkirina encamên dawiyê yên hilbijartinên giştî
bo endamtiya parlamentoyê.
Heşt -- (a) Hikimdan li ser nakokiya îxtîsasê navbera
dadweriya federal û desteyên dadwerî yên herêm û wîlayetên
ko ne di çi herêmekê de ne.
(b) Hikimdan li ser nakokiya îxtîsasê di navbera desteyên
dadwerî yên herêman yan wîlayetên ne di çi herêmekê de.
Made (91):
Biryarên Dadgeha Federal ya Bilind ji hemî desthilatan re
qetiî û mulzem in.
SÊYEM: Hikmên giştî
Made (92):
Çêkirina dadgehên taybet yan awarteyî têt qedexe kirin.
Made (93):
Qanûn bi organîzekirina dirustkirina dadgehan û cor û
mertebe û taybetmendiyên wan û çawaniya wezîfedan û karê
dadweran û endamên dadgiriya giştî û disiplîna wan û
xanenşînbûna wan radibe.
Made (94):
Dadwer nahên ji karî derxistin ji bilî di haletên ko qanûn
dest nîaşn dike û qanûn herweha hikmên ko peywendiya
teybet bi wan ve heye dest nîşan dike û jêpirsîna bi
mebesta terbiyekirinê tertîb dike.
Made (95):
Ev li ser dadwer û dadgirê giştî qedexe ne ko:
Yek -- Bi wezîfeya dadwerî û herdu wezîfeyên teşrîî û
bicihanînê yan her karekê din di eynî wextî de rabin.
Du -- Di her part û rêxistineka siyasî de endam bin yan di
her bizaveka siysaî de kar bikin.
Made (96):
Dadgeha leşkerî bi qanûnekê têt tertîb kirin û
taybetmendiya dadgehên leşkerî, yên ko mijûlî tawanên
xudan sîmayeka leşkerî û yên ji aliyê endamên hêzên çekdar
û hêzên asayişê ve tên kirin, têt dest nîşan kirin û di
sinûrên ko qanûn biryarê li ser dide.
Made (97):
Çê nabe tekstên qanûnî çi kar û briyareka îdarî ji
rexnegirtinê biparêzin.
Made (98):
Dibe bi qanûnekê civateka dewletê bêt damezrandin ko
taybet dibe bi wezîfeyên dadweriya îdarî û fetwadan û
dariştin û nûnerîkirina dewletê û hemî desteyên giştî li
hember aliyên dadweriyê de ji bilî yên ko bi qanûnekê tên
îstîsna kirin.
BEŞA ÇARÊ: Desteyên serbixwe
Made (99):
Komisyona Bilind ya Mafên Mirovî û Komisyona Bilind ya
Hilbijartinan û Desteya Destpakiyê bi desteyên serbixwe
tên danîn û dikevin ber kontrola parlamentoyê û karên wan
bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (100):
Yek -- Banka Navendî ya Îraqê û Dîwana Çavdêriya Diravî û
Desteya Ragihandin û Peywendiyan û dîwanên ewqafê ji aliyê
diravî û îdarî ve bi desteyên serbixwe tên danîn û qanûn
karê her yekê ji wan desteyan tertîb dike.
Du -- Banka Navendî ya îraqî li hember parlamentoyê
berpirs e û Dîwana Çavdêriya Diravî û Desteya Ragihandin û
Peywendiyan bi parlamentoyê ve girêdayî dibin.
Sê -- Dîwanên ewqafê girêdayî civata wezîran dibin.
Made (101):
Desteyek bi navê Saziya Şehîdan têt damezrandin û dê
girêdayî civata wezîran be û kar û taybetmendiyên wê bi
qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (102):
Desteyeka giştî têt damezrandin bo misogerkirina mafên
herêm û wîlayetên ne di çi herêmekê de bo beşdarbûna adil
di birêvebirina saziyên dewleta federal yên corbicor û
stependiyom û şand û kongreyên navneteweyî û dewletî de û
pêk têt ji nûnerên hikûmeta federal û herêm û wîlayetên ne
di çi herêmekê de û bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (103):
Desteyeka giştî bo çavdêrîkirin û terxankirina dahatên
federal bi qanûnenkê têt damezrandin û ew ji bisporên
hikûmeta federal û herêm û wîlayetan û ji nûnerên wan pêk
têt û bi van berpirsyariyan radibe:
Yek -- Piştrastbûn ji edaleta belavkirina bexş û harîkarî
û qerzên dewletî li gor pişka herêman û wîlayetên ne di çi
herêmekê de.
Du -- Piştrastbûn ji bikaranîna herî baş ya dahatên
federal yên diravî û dabeşkirina wan.
Sê -- Misogerkirina şefafiyet û edaletê di terxankirina
pereyan de bo hikûmetên herêman yan wîlayetên ne di çi
herêmekê de li gor rêjeyên biryar li ser hatine dan.
Made (104):
Civatek bi navê Civata Federal ya Xizmeta Giştî têt
damezrandin û bi biserûberkirina karûbarên wezîfeya giştî
ya federal radibe û tê de tayînkirin û mertebedan û pêkhat
û taybetmendiya wê bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (105):
Desteyên din yên serbixwe dikarin li gor pêwîstî û
feratiyê û bi qanûnekê bên dirust kirin.
BABETÊ ÇARÊ: TAYBETMENDIYÊN DESTHILATÊN FEDERAL
Made (106):
Desthilatên federal yekîtiya Îraqê û silametiya wê û
serbixweyî û serweriya wê û sîstema wê ya demokratîk ya
federal diparêzin.
Made (107):
Ev desthilatên jêrîn taybet in bi hikûmeta federal ve:
Yek -- Dariştina siyaseta derve û nûnertiya deplomatîk û
danûstandin li ser peyman û lihevhatinên dewletî û
siyasetên qerzkirinê û îmzakirina wan û yekalîkirina wan û
dariştina siyaseta abûrî û bazirganî ya derve ya serwerî.
Du -- Dariştina siyaseta ewlekariya nîştîmanî û bicihanîna
wê di gel pêkanîna hêzên çekdar û birêvebirina wan ji bo
parastin û misogerkirina ewlekariya sinûrên Îraqê û ji bo
berevanîkirinê ji wê.
Sê -- Dariştina siyaseta diravî û gumrikî û derxistina
diravan û biserûberkirina siyaseta bazirganî li ser
sinûrên herêm û wîlayetan li Îraqê û danîna budceya giştî
ya dewletê û dariştina siyaseta diravî û damezrandina
bankeka navendî û birêvebirina wê.
Çar -- Biserûberkirina karûbarên pîvan û kêşanan.
Pênc -- Biserûberkirina karûbarên nasnameya hevwelatîbûnê
û hevwelatîbûn û akincîbûnê û mafê penaberiya siaysî.
Şeş -- Biserûberkirina siyaseta pêlên weşangeriyê û
posteyê.
Heft -- Danîna projeya budceya giştî û îstîsmarî.
Heşt -- Plandanana siyasetên peywendîdar bi çavkaniyên
avên ji derveyî Îraqê û misogerkirina rêjeya hatina avan
bo wê û dabeşkirina wan ya adil di hundirê Îraqê de li gor
qanûn û lihevkirinên navneteweyî.
Neh -- Amar û serhejmariya giştî ya rûniştvanan.
Made (108):
Neft û gaz milkê hemî gelê îraqî ne li hemî herêm û
wîlayetan.
Made (109):
Yek -- Hikûmeta federal di gel hikûmet û wîlayetên
berhemhîner bi birêvebirina neft û gaza derxistî ji
kaniyên niho radibe bi mercekî dahatên wan bi awayekê adil
li gor belavbûna rûniştvanan li seranserî welatî bêt dabeş
kirin, di gel destnîşankirina behreyekê bo demeka
destnîşankirî bo wan herêmên ziyanpêketî û yên ko bi
rengekê pir xerab ji aliyê rejêma berê ve jê hatibûn
mehrûm kirin û bûbû egera nebûna pêşdebirineka hevseng bo
deverên cida yên welatî û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Du -- Hikûmeta federal û hikûmetên herêman û wîlayetên
berhemhîner pev re bi dariştina siyasetên stratejîk yên
pêwîst bo pêşdebirina samanê neft û gazê radibin bi
awayekê ko bibe egera bidesxistina pirtirîn sûdê ji gelê
îraqî re û ew jî bi bikaranîna nûtirîn teknîka prensîpên
bazarî û piştgirîkirina îstîsmarkirinê.
Made (110):
Ev kar di navbera desthilatên federal û desthilatên
herêman de dê hevbeş bin:
Yek -- Birêvebirina gumrikan bi havkariyê di gel hikûmetên
herêman û wîlayetên ne di çi herêmekê de û ev bi qanûnekê
têt tertîb kirin.
Du -- Biserûberkirin û dabeşkirina çavkaniyên serekî yên
elektrîkê.
Sê -- Dariştina siyaseta jîngehî ji bo misogerkirina
parastina jîngehê ji pîsbûnê û parastina paqijiya wê bi
hevkariyê di gel herêm û wîlayetên ne di çi herêmekê de.
Çar -- Dariştina siyasetên pêşdebirin û plandanana giştî.
Pênc -- Dariştina siyaseta saxlemî ya giştî bi hevkariyê
di gel herêm û wîlayetên ne di çi herêmekê de.
Şeş -- Dariştina siyaseta hînkarî û perwerdeyî ya giştî bi
şêwirmendiyê di gel herêm û wîlayetên ne di çi herêmekê
de.
Heft -- Dariştina siyaseta samanên avî yên serekî û
biserûberkirina wan bi rengekê ko bibe egera dabeşkirineka
adil û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (111):
Her tiştê di sinûrên desthilatên federal de nehatibe
destnîşan kirin dê ji selahiyetên herêman û wîlayetên ne
di çi herêmekê de bin. Di selahiyetên din yên hevbeş de di
navbera hikûmeta federal û herêman de dê di haleta hebûna
nakokiyê di navbera wan de, dora pêşiyê bo qanûna herêman
û wîlayetên ne di çi herêmekê de be.
BABETÊ PÊNCÊ: DESTHILATÊN HERÊMAN
BEŞÊ YEKÊ: HERÊM
Made (112):
Sîstema federal li komara Îraqê ji paytext û herêm û
wîlayetên nemerkezî û rêveberiyên lokal pêk têt.
Made (113):
Yek -- Ev destûr dema dikeve karî herêma Kurdistanê û
desthilatên wê yên heyî bi herêmeka federal qebûl dike.
Du -- Ev destûr herêmên nû yên li gor hikmên vê destûrê
tên damezrandin qebûl dike.
Made (114):
Parlamento di demeka ne bêtir ji şeş mehan de ji roja
rûniştina xwe ya yekê qanûnekê bi piraniya sade ya endamên
amade derdixe, pê gavên bicihhîner yên taybet bi çêkirina
herêman destnîşan dike.
Made (115):
Mafê her wîlayetekê yan bêtir heye herêmekê pêk bîne li
ser binyatê daxwaznameyeka ji bo referandumê. Daxwazname
jî bi yekê ji herdu rêyên jêrîn têt pêşkêş kirin:
Yek -- Daxwaza sêka endamên her civatekê ji civatên
wîlayetên ko dixwazin herêmê pêk bînin.
Du -- Daxwaza dehêka dengderan ji her wîlayetekê ji
wîlayetên ko dixwazin herêmê pêk bînin.
Made (116):
Herêm destûrekê ji xwe re dirust dike, tê de avahiya
desthilatên herêmê û selahiyetên wan û amrazên bicihanîna
wan selahiyetan destnîşan dike bi mercekî ko li gel vê
destûrê nakok nebe.
Made (117):
Yek -- Desthilatên herêmê maf heye ko bi desthilatên
teşrîî û bicihanîn û dadweriyê li gor hikmên vê destûrê
rabibin ji bilî warên girêdayî desthilatên federal yên ko
di destûrê de hatine.
Du -- Desthilata herêmê dikare bicihanîna qanûna federal
li herêmê rast bike eger nakokî di navbera qanûna federal
û qanûna herêmê de li ser babetekê ne di sinûrên wan
desthilatan de be yên taybet in bi desthilatên federal
hebe.
Sê -- Behreyeka adil ji dahatên federal yên tehsîlkirî ji
bo herêm û wîlayetan têt terxan kirin ko têra hindê bike
ko ew pê bi karûbar û berpirsyariyên xwe rabibin, ko di vê
de dahat û pêwîstiyên wan û rêjeya rûniştvanan tê de bên
li ber çav girtin.
Çar -- Nivîsîngehên herêm û wîlayetan di balyozxane û
şandên dîplomasî de tên damezrandin ji bo bidûçûna
karûbarên rewşenbîrî û civakî û pêşdebirinê.
Pênc -- Her tiştê ko peywendî bi birêvebirina herêmê ve
heye dikeve stuyê hikûmeta herêmê û bi taybetî pêkanîn û
rêxistina hêzên ewlekariya navxwe ya herêmê mîna polîs û
asayiş û zêrevanên sinûran.
BEŞA DUYÊ: WÎLAYETÊN KO NE DI ÇI HERÊMEKÊ DE NE
Made (118):
Yek -- Wîlayet ji hejmareka qeza û nahiye û gundan pêk
tên.
Du -- Selahiyetên îdarî û diravî yên berfireh bo wîlayetên
ne di çi herêmekê de ne tên dan ko ew pê bikarin karûbarên
xwe bi rê ve bibin li ser prensîpa îdareya nemerkezî û ev
bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Sê -- Ew parêzgarê ko ji aliyê civata wîlayetê ve têt
hilbijartin serokê bilind yê bicihanînê ye di wîlayetê de
ji bo praktîzekirina wan selahiyetên xwe yên ko civatê
daneyê.
Çar -- Hilbijartina civata wîlayetê û parêzgar û
selahiyetên wan bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Pênc -- Civata wîlayetê nakeve bin desthilat û
serperiştiya çi wezaretekê yan çi aliyekê din yê
negirêdayî wezaretekê û ew xwedî darayiyeka serbixwe ye.
Made (119):
Desthilatên hikûmeta federal dikarin dewrî wîlayetan bikin
û berûvajî wê jî bi razîbûna herdu aliyan û ev bi qanûnekê
têt tertîb kirin.
BEŞA SÊYÊ: PAYTEXT
Made (120):
Yek -- Bexda bi sinûrên xwe yên şaredarî ve paytextê
komara Îraqê ye, ew bi sinûrên xwe yên îdarî ve wîlayeta
Bexdayê ye.
Du -- Rewşa paytextî bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Sê -- Çê nabe paytext bikeve nav herêmekê.
BEŞÊ ÇARÊ: ÎDAREYÊN LOKAL
Made (121):
Ev destûr mafên îdarî û siyasî û rewşenbîrî û perwerdeyî
yên netweyên cida mîna trikmen û kildan û siryan û gişt
pêkhatên din misoger dike û ev bi qanûnekê têt tertîb
kirin.
BABETÊ ŞEŞÊ: BENDÊN DAWÎ Û GERGUHÊZ
BEŞA YEKÊ: BENDÊN DAWÎ
Made (122):
Yek -- Serokkomarî û civata wezîran bi hev re yan pêncêka
endamên parlamentoyê mafê pêşniyarkirina guhortina destûrê
heye.
Du -- Çê nabe prensîpên bingehîn yên di babetê yekê de
hatine û maf û azadiyên di babetê duyê de ji vê destûrê
hatine bên guhortin berî derbasbûna du peryodên
hilbijartinê yên li pey hev û bi razîbûna dusêka endamên
parlamentoyê û razîbûna gelî di referanduma giştî de û
erêkirina serokkomarî di hundirê heft rojan de.
Sê -- Çê nabe madeyên din yên di benda (duyê) di vê madeyê
de nehatine bên guhortin bê razîbûna dusêka endamên
parlamentoyê û razîbûna gelî di referanduma giştî de û
erêkirina serkkomarî di hundirê heft rojan de.
Çar -- Bê razîbûna desthilata teşrîî ya herêma peywendîdar
û razîbûna piraniya rûniştvanên wê bi referandumeka giştî
çê nabe hîç guhortin di madeyên destûrê de bêt kirin ko
bibe sedema kêmkirina wan selahiyetên herêman yên ko
nakevin nav sinûrên selahiyetên taybet bi desthilatên
federal ve.
Pênc -- (a) Heger guhortin nehat erê kirin, hîngê ew piştî
timambûna wextê di bendên duyê û sêyê de ji vê madeyê
erêkirî ji aliyê serokkomarî ve têt hisêb kirin.
(b) Kar bi guhortinê têt kirin her ji roja belavbûna wê di
rojnameya fermî de.
Made (123):
Çê nabe serokkomar û serok û endamên civata wezîran û
serokê parlamentoyê û herdu cihgirên wî û endamên wê û
endamên desthilata dadwerî û xwediyên mertebeyên taybet
deshilata xwe bi kar bînin ji bo kirîn yan kirêkirina
tiştekî ji milkên dewletê yan bikirêdan û firotina tiştkî
ji milkên xwe bo dewletê yan dadgehiya wê li ser hindê
bikin yan mîna froşyarê giştî yan bazirganê îtxalatê yan
miteehid peymanekê di gel dewletê girê bidin.
Made (124):
Qanûn û hikmên dadwerî bi navê gelî tên derxistin.
Made (125):
Qanûn di rojnameya fermî de tên belav kirin û her ji roja
belavkirina wan kar pê têt kirin eger tekstek berûvajî
hindê nebe.
Made (126):
Qanûnên karpêkirî likar dimînin hindî ew nehên hilweşandin
yan guhortin li gor hikmên vê destûrê.
Made (127):
Her referanduma di vê destûrê de hatiye dê bi piraniya
sivik ya dengderan hêt wergirtin eger tekstek berûvajî
hindê nebe.
BEŞA DUYÊ: BENDÊN GERGUHÊZ
Made (128):
Yek -- Dewlet sexbêrîjêkirina kesûkarên şehîdan û girtiyên
siyasî û yên ziyanpêketî di egera kiryarên dirindane yên
rejêma diktatorî ya jinavbirî de misoger dike.
Du -- Dewlet tezmînata malbatên şehîd û birîndarên
kiryarên terorîstî misoger dike.
Sê -- Yên ko di herdu bendên yekê û duyê di vê madeyê de
hatine bi qanûnenkê tên tertîb kirin.
Made (129):
Parlamento di rûniştina xwe ya yekê de li ser sîstema
navxwe ya parlamentoya demkî bi rê ve diçe heta ko ji xwe
re biryarê li ser sîstemeka navxwe dide.
Made (130):
Dadgeha Tawanî ya Bilind ya îraqî wek desteyeka dadwerî ya
serbixwe li ser bicihanîna karên xwe di warê tawanên hikmê
diktatorî yê jinavçûyî de û giregirên wî berdewam dibe.
Parlamento dikare wê piştî timamkirina karûbarên xwe bi
qanûnekê hilbiweşîne.
Made (131):
Yek -- Desteya bilind ya jinavbirina Beisê wek desteyeka
serbixwe berdewam dibe li ser karûbarên xwe bi hevkariyê
di gel desthilata dadwerî û damûdezgehên bicihanînê di
çarçoveya wan qanûnên ko karên wê tertîb dikin de û ew
girêdayî civata wezîran dibe.
Du -- Parlamento dikare vê desteyê, piştî bi dawîhatina
erk û karên wê, bi piraniya mitleq hilbiweşîne.
Sê -- Divêt herkesê ko xwe ji bo postê serokkomarî û serok
û endamên parlamentoyê û serok û endamên Civata Federal û
postên beramberî wan li herêman û endamên desteyên dadwerî
û postên din yên ko jinavbirina Beisê li gor qanûnê jê
digire namzed dike ne jêgirtiyê hikmên jinavbirina Beisê
be.
Çar -- Karkirin bi mercên di benda sêye de ji vê madeyê dê
berdewam be hindî ko desteya behsê wê di benda yekê de ji
vê madeyê hatiye nehêt hilweşandin.
Made (132):
Desteya dozên milikdariyê wek desteyeka serbixwe li ser
karên xwe bi hevkariyê di gel desthilata dadwerî û
dezgehên bicihanînê berdewam dibe li gor qanûnê û ew
girêdayî parlamentoyê dibe.
Made (133):
Karkirin bi hikmên madeyên taybet bi Ciivata Federal li
her dereka di vê destûrê de hatine têt paşde xistin bo
wextê derketina biryarekê ji parlamentoyê bi piraniya
dusêkê di peryoda wê ya hilbijartinê ya duyê de ya ko
piştî qebûlbûna vê destûrê dest pê dike.
Made (134):
Yek -- Navê »civata serokatiyê« dikeve cihê navê
»serokkomarî« li her dereka di vê destûrê de hatibe û kar
bi hikmên taybet bi serokkomarî ve piştî destbikarbûna vê
destûrê piştî yek peryoda lipeyhatî dest pê dike.
Du -- (a) Parlamento serokekî bo dewletê û du cihgiran jê
re hildibijêre û ew civatekê bi navê »civata serokatiyê«
pêk tînin û ew bi yek lîsteyê û bi piraniya dusêkê têt
hilbijartin.
(b) Hikmên jikarderxistina serokkomarî yên di vê destûrê
de ji serok û endamên civata serokatiyê digirin.
(c) Parlamento dikare her endamekê civata serokatiyê, ji
ber sedemên pêneçêbûn yan nepakiyê, bi piraniya sêçarêka
endmaên xwe ji karî derbêxe.
(ç) Di halê valabûna her postekî di civata serokatiyê de,
parlamento bi dusêka endamên xwe kesekî li cihê wî
hildibijêre.
Sê -- Mercên ko divêt di endamên civata serokatiyê de
hebin her ew in yên ko divêt di endamê parlamentoyê de
hebin, ko:
(a) Çilsaliya temenê xwe timam kiribe.
(b) Xudan navûdengê baş, destpak û rastgo be.
(c) Heger endamê partiya hilweşiyayî bûbe, ew partî berî
ketina wê bi deh salan hêla be
(ç) Beşdarî di lêdana serhildana 1991-ê û Enfalan de
nekiribe û bi hîç tawanekê di heqê gelê îraqî de ranebûbe.
Çar -- Civata serokatiyê biryarên xwe bi erêkirina hemî
endaman werdigire û her endamek dikare yekî ji du endamên
din li cihê xwe dabine.
Pênc -- (a) Qanûn û biryarên ko parlamento derdixe ji bo
civata serokatiyê tên şandin ji bo erêkirina wan bi hemiya
dengan ve û derxistina wan di nava deh rojan de ji roja
gehiştina wan bo civata serokatiyê ji bilî wê ya ko di
herdu madeyên (114) û (115) de ji vê destûrê hatiye û yên
peywendîdar bi çêkirina herêman.
(b) Di halê neerêkirina wan ji aliyê civata serokatiyê ve
ew qanûn û biryar tên vegerandin bo parlamentoyê bo
rawestanê li ser cihên redkirî di wan de û ji bo dengdanê
li ser wan bi piraniyê û ew careka din tên hinartin bo
civata serokatiyê bo erêkirina wan.
(c) Di halê neerêkirina civata serokatiyê bo wan qanûn û
biryaran bo cara duyê di nava deh rojan de ji roja
gehiştina wan bo wê, ew tên vegerandin bo parlamentoyê ya
ko bi piraniya sêpêncêka hejmara endamên xwe biryarê li
ser dide û ew biryar nahêt red kirin û bi erêkirî têt
hisêb kirin.
Şeş -- Civata serokatiyê bi selahiyetên serokkomarî yên di
vê destûrê de hatine radibe.
Made (135):
Serokwezîrî dê di peryoda yekê ya hilbijartinê de du
cihgirên xwe hebin.
Made (136):
Yek -- Dsethilata bicihanînê bi havêtina hemî gavên pêwîst
radibe bo timamkirina bicihanîna pêwîstiyên madeya (58)ê
ji qanûna birêvebirina dewleta îarqî di qonaxa veguhastinê
de bi hemî xalên wê ve.
Du -- Berpirsyariya ko ketiye ser milên desthilata
bicihanînê di hikûmeta miweqet de û ya ko hatiye destnîşan
kirin di madeya (58)ê de ji qanûna birêvebrina dewleta
îraqî bo qonaxa veguhastinê têt dirêj kirin û berdewam
dibe û dikeve ser milên desthilata bicihanînê ya ko li gor
vê destûrê têt hilbijartin ko (asayîkirin, serhejmarî û bi
referandumekê li Kerkûkê û deverên din yên nakokî li ser
heyî ji bo destnîşankirina îradeya hevwelatiyên wan bi
dawî têt) bi temamî bên pêkanîn di mideyekê de ne dûrtir
be ji 31/12 2007-ê.
Made (137):
Karkirin bi qanûnên ko li herêma Kurdistanê ji sala 1992-ê
ve hatine çêkirin dê berdewam be û biryarên ko ji aliyê
hikûmeta herêma Kurdistanê ve - tê de biryarên dadgehan û
peymanan - hatine wergirtin likar in heger ew li gor
qanûnên herêma Kurdistanê ji aliyê ciheta tê de taybetmend
nehatibin guhortin yan hilweşandin û heger ne li dijî
destûrê bin.
Made (138):
Qanûna birêvebririna dewleta îraqî bo qonaxa veguhastinê û
servehiya wê têt hilweşandin demê hikûmeta nû çê dibe, ji
bilî ya di paragrafa (a)-yê de ji madeya (53)yê hatiye û
madeya (58)ê.
Made (139):
Kar bi vê destûrê têt kirin piştî ko gel wê di referanduma
giştî de erê dike û ew di rojnameya fermî de têt belav
kirin û hikûmeta nû li gor wê têt pêk anîn.
Têbînî: Newzad Hirorî ziman kontrol kiriye
|
|
| Çevkanî: Nefel
Amadekar:
Dem: 27/9 2005
Seet: 20:00 |
|
|
|