|
Destûra Îraqê teslîmê Parlamentoyê kir, lê
munaqişe hê berdewamin |
KSN/
23/8 2005- Îşev berîya ku midê amadekirina destûra Îraqê biqede, destûr
teslîmê Parlamentoya Îraqê hate kirin. Serokê Parlamentoya Îraqê Hacim Hesen di
civîna çapemeniyê de ragîhand ku, me destura Îraqê teslîm girt, lê hin xal henin
ku divê di van sê rojên dawî de li ser wan xalana werin munaqişe kirin ku
belkî em karibin xwe bigîhînin netîceyek. Kurd û şîîyan li ser desturê li
hevkirin, lê eredbên sunî hê jî îqna nebune û Federalîya Îraqê qebûl nakin.
Kurd û şîîyan li ser van esasên bingehî li hevkirine
- Îraq dê Komarek federal û parlamenter be.
- Dînê Îslam dê çavkanîya bingeha destûrê be.
- Petrol wê ji terefê hukumeta navendî ve bê parvekirin.
Lê van xalana hê ne zelalin, dê parlamentoya were de, bi tefsîl li ser
van xalana bisekinin.
Çevkanî: El-Cizîre
Amedekar: Dilbirîn
Dem: 23/8 2005. Seet: 00: 30
|