|
Destê xwe yê
qerêj
ji ser gelê me li
rojhilatê Kurdistanê rakin
Cankurd
28.07.2005-
Weku sîstema şahê Iranê bûye qurbana hovbaziya
xwe ye mezin û gelên Iranê ew sîstem bi darê zorê roxandine, diyar e ev
sîstema têrorî jî, ya ku kurkekî derweîn li ser navê Islamê li xwe
kiriye û ji zû ve rastîniya wî bo hemî cîhanê diyar e, dikeve wan
şaşiyên şah M. Riza, û wilo temenê xwe kintir dike û roxandina xwe bi
xwe nêzîktir dike
Şahê Iranê ket şaşiyek mezin, dema hêzên xwe
dij bi serhildana gelên Iranê derxistin kolan û xiyabanan, wan hêz li
hember fedekarî û biryara gel jar bûn û nema dikarîn sîstema wî
biparizin. Di dûrokê da jî her wilo bûye, gava deselatdar û gel dij bi
hev dibin, hêza leşkerî dest bi bedkariyên xûnî dike, lê paş demekê
dibîne, ku ji berjewendiyên wê hêzê ye, xwe bide aliyê gel û dev ji
deselatdar berde.
Lê belê wilo dibe, gava teviya gel li hember
deselatdar bi hev re rabe, hema gava parek seriyê xwe hilde û parên dî
jî destgirêdayî û wek temaşvan di mala xwe da rûnin, hîngê rewş wêran
dibe û hêza leşkerî û hêminî bi deselatdariyê re dimîne û hovbaziya wê
bi cih tîne, wek acetek xûnrijandinê kar dike. Ew parê gel, ku serê xwe
hildaye, di xûna xwe da digevize û ew serhildan tê vemirandin.
Em di dûroka nûjen da jî vê yekê dibînin. Çawa
Kemalîstan hemî serhildanên gelê me li bakurê niştê me yek û yek bi darê
zorê, bi xûnrêtinê û bi qirkirin û wêrankirinê pelixandin û vemirandin.
Bo çi? Ji ber ku parek ji gel radibû ser pêyan û para mezin jî di mala
xwe da bêliv daniştibû, weku ev kêşe hîç ne ya wan e.
Li Sûriyê jî sîstema Esed di sala 1980ê da
serhildana bajarên Hema û Helebê bi xûnrijandinek mezin şikandin û di
sala 2004 da serhildana gelê Kurd tepisand, ji ber ku dîsa parek ji gelê
sûrî tev li serhildanê bû ne teviya gel.
Iro li rojhilatê Kurdistanê, ji ber
îşkencekirinê, wêrankirinê û darvekirina mirovan bi şêweyekî hovane, ji
ber nasnekirina nasnameya neteweyî ya gelê me, ji ber talankirina xêr û
bêrên Kurdistanê û ji ber binpêkirina mafên mirov, êdî gelê me yê
qehreman nema vê yekê dipejirîne.
Ev serhildan terzek ji terzên bi cihanîna mafê
çarenivîsê ye, ew mafê di peymanên navneteweyî da hatiye paristin û
dewleta Iranê jî îmze û şeqleya xwe li binî daye.
Rewşa cîhanê hatiye guhartin. Di dema şah da
du xendek stratîcî li hember hev hebûn, ya Sosyalîst û ya Imperyalîst.
Iro ne wilo ye. Di dema şah da biryarek neteweyî ya bo ketina hindir
welatekî bi egera paristina mafên mirov tune bû. Paşku Seddam Huseyn ê
har di sala 1991ê da hêrişa xwe ya xûnî aniye ser gelê me li başûrê
Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî di encumana xwe ya hêminiyê da biryarek
bo rawestandina wê hovîtiyê di nav sînorên fermî yên dewleta Iraqê da
stand û bi teherekî leşkerî ew biryar bi cih anî. Ev biryar çavêd
deselatdarên Iranê jî ditirsîne, lê gelek pêwîste, ku bangeşîniya "mediya"
kurdî hovîtiya va sîstema têrorê baş bide ber çavêd cîhanê.
Mixabin! Di vir da karê Kurdan wek hercar qels
e û bangeşîniya kurdî ketiye bin basikên partîniyê.
Hêzên ramyarî yên netewe ya Kurd, weku çawa
piştvaniya serhildana başûrê Kurdistanê di sala 1991-1992 kirine, ji
sala 1984ê da bi histobariya xwe ya neteweyî bo bakur rabûne û gelek
şehîd di rêya azadiyê da dane û sala 2004ê li serhildana gelê me li
rojavayê Kurdistanê derketine, wê bêguman di ber gelê xwe da li
rojhilatê Kurdistanê jî bi erkên xwe yên biratiyê û hevmaliyê rabe. Ne
di şahiyê da û ne jî di tengiyê da, çi hêz li cîhanê nikane vê neteweyê
paş dayîna evqas şehîd û paş evqas hişyarî ji hev cihê bike.
Deselatdariya têrorî li Iranê destê xwe yê
zorê daye ser gelê me, her û her bizavê dike, ku bihna serhildanê di
sîngê gelê Kurd da bifetisîne, lê ew nema dikare, ji ber ku rewşa cîhanê
bi tevayî hatiye guhartin û neteweya Kurd jî di van bîst salên dawîn da
pir gav ên mezin di hişyariyê da avêtine. Paş wan gavên berçav ên li
başûrê Kurdistanê, êdî kêşeya kurdî di cîhanê da deng vedaye. Kurd bi
hêz bûne, bêtir hatîne naskirin, ku ewan bo azadiyê û demokratiyê
dixebitin û derewêd neyarên wan berbad bûne, yek û yek çarîkêd wan ên
qerêj hatîne çirandin.
Raste ku gelên Iranê yên dî niho li gelê me
destgirêdayî û bêliv û bêşiv temaşa dikin, lê ewê binzor bibin, ku ciyê
xwe diyar bikin, ka ewan li gel serhildana azadiyê ne an li dij in.
Histobariya hêzên neteweyî û demokrat ên kurd
jî eve, ku wan gelan û hemî gelên cîhanê û azadîxwaz û aştîhezan bi ser
xwe ve û bi ser serhildana gelê xwe ve bikişînin. Hîngê wê deselatdariya
têrorî ya Iranê binzor bibe, ku destê xwe yê bi xûn ji ser gelê me rake.
28.07.2005-
|