|
Polisê Tirk, li Dêrsimê şofêrê teksîyê kuşt
KSN/
15/9 2005- Do bişev seet li dora 23:30an polisek Tirk li teksîya
Hasan Akdağ suwar dibe û ji paşve gule berdide stûkurka şofêr
û şofêr bi giranî birîndar dibe û wî radikin nexweşxana Xarpêtê.
Hasan Akdağ ji mirinê xilas nabe û îroj cenazê wî anîn Dersimê. Xelkên
Dersimê rabûn ser pîyan û kştina
Hasan Akdağ şermezarkirin û êrişî polis û erebên wan kirin.
Medya Tirk berîya behasa
bûyerê û kuştina şofêrê teksîyê bike, ji polis re hin kirasan peyda dike û
pilos diparêzin (!)
Medya Tirk radigîhîne ku,
polîs serxoş bûye. Walîyê Dêrsimê gotîye, ev ne bûyerek sîyasîye.
Bêyê ku mehkeme biryar bide
ka polis serxoş e û bûyer sîyasîye an na, medya Tirk biryar li ser vê yekê
didin. Medya Tirk ji ragihandina nûçevanîyê bêtir dadevanîyê dikin.
|