Serhad
B.RÊNAS
KSN/15/9
2005- Netewa Kurd her çiqas dîrokê de dewlet û rêveberîyên bi hêz avakiribe
jî ji ber cihê xwe ya jeo-politik a Kurdistan,ber sedemên wek paþdemayîna
civaka Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku ku bi
sedsalan li Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji
diroka Kurdan û nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek
sedem û arîþeyên din gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.
Piþtî sedan salan û
zor,zehmetî,zordarî,mirin,êþ û têkaþîna dûrûdirêj niha li Kurdistana Baþûr
ne serbixwe be jî dewleteke Kurdî hatiye afirandin,bi Hikumeta
Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan organên
medya bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û
fermî) heye.
Ji bo gelê Kurd jiyanek
baþ û biewle,bo parastina dîrok,berdawamîya û pêþketina þaristanîya
Kurd,parastina nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminan,bo pêþketina Kurdan di
warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî û hwd. de,bo pêþketina
çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna standartên
jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd ji xeynî "Kurdistaneke Serbixwe"
altarnetifek din nîne.Hemû çareserîyên din çareserîyên demîne.
Îro çareserîya tenê ya
hemû keþêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî Kurdistana Azad de
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina
Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û
neteweyî ye.
Niha li Kurdistana Azad
Tevgera Referandûmê bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistana xebatan
dike.2004�an de nêzî 2 milyon îmze komkirin û pêþkeþî neteweyên yekbûyî
kirin.Di hilbijartinên Iraq û Kurdistanê
Sibata 2005ê de
Tevgera Referandûmê Kurdistanê li gel sendoqên hilbijartinê sondoqên bo
referendûmê dan.Ev referandûm referandûmekê fermî lê bi vê referandûmê tevî
bajarê Kerkûkê ji %98ê gelê Kurd bo serxwebûnê gotin �erê�.
Þaxên Tevgera
Referandûmê li Ewrûpayê jî heye.Girîngîya xebatên Tevgera Referandûmê gelek
zêdeye.Kurdistana Federal dê ayînde de bi referandûmekê dikare serbixwe
be.Bo nêziktir kirina divê xebatên Tevgera Referandûmê Kurdistanê bênavber
berdewam bike. -www.referendumkurdistan.com-
Pêþketinên dawî û baye
konjoktura nû ya Cihanê delfeta Serxwebûna Kurdistanê zêde kirîye.Divê
Neteweya Kurd û bizûtneweya rizgarîya Kurdistanê bi bergeheke eqilane û bi
sîyasetekê Kurdistanî bo bikaranîna vê delfeta dîrokî xebatên xwe bilind
bikin. Niha kêm partî an jî rêxistin henin ku pirsgirêka neteweyî ya Kurd
wekî pirsgirêka Kurdistanê nîþan dikin..Piraniya rexistinên Kurdî kêþaya
Kurdistanê wekî kêþeya Kurd tînin rojevê.Berî her tiþtî bernemeyekê netewî
pêwiste.Ger gelê Kurd pêþketinên Cihanê baþ bixwîne,bi stratejîyekî neteweyî
bilive,girîngîya serxwebûnê tebigîhêje,hevkariyên xwe yên ku bi hêzen
navneteweyî de ne idolojîk û hestiyar,bi avayekî stratejîk,bipêþdîtin bi
hsetên netewperez hareket bike dê ve demê de gihîþtina armancê jî hêsatir
be.
Berî her tiþtî divê
meseleya Kerkûkê were çareser krin û piþtre jî bi dor pêþxistina aborî,hêza
leþkerîye û Medyaya Kurdî,di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û
piþtgirîya girseyî ya Kurdistana bakur bo Kurdistana Azad,bi diplomasî û
xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê û pêkanîna referandumekê fermî bo
diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya
Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê ye.
Têbînî:1-Mafên
weþandina vê nivîsê ser navê Hawar Kurdistan Media Gruopê a
Serhad B.RÊNAS e.2-Heta ku rave kirinek nebe bikaranîna vê nivîsê
serbest e.
Serhad B.RÊNAS
serhadbrenas@yahoo.com
B.Kurdistanê/Amed