|
Dêra Extermanê tê temîrkirin
Dîyarbekir, 5/4 2005- Dêra
Extermanê di dîrok û edebîyata miletê Kurd de, cîyekî pir girîng digire. Dêra
Extermanê yek ji kevintirîn xanîyên ku li Kurdistanê hatîne avakirin. Ji miletê
Kurd kêm kes hene ku navê Dêra Extermnê, Metran Îsa, Elî û Meyremê sehnekiribe.
Dêra Extermanê li Wanê di girava Extermanê daye û di salên 915-921an de hatîye
avakirin Kilama
Metran Îsa û Walîyê Wanê, yek ji bûyerên tirajedî û dîrokî yê Kurdistanê ye. Dêra
Extermanê di dema qiralek Ermenî bi navê Gagîk di navbera salên 915- 921an de
hatîye avakirin û di dema xwe de ayîngeha Filan ya herî pîroz bûye . Lê piştî
qirkirina Ermenîyan ew ji wek hemî xanîyên deverê bê kes û xwedî ma û pir alîyê
wê hilweşîyaye Bi
gorî nuçeya DHAê, dewleta Tirk dixwze Dêra Extermanê temîr bike, ku karibe hinek
zextên Ermenî, welatên Ewrûpa û Emerîka li ser mesela qirkirina Ermenîyan ji ser
xwe siviktir bike.
Şerê Walî û Metran Îsa
Bi gorî degbêj û şairên Kurd,
tê gotin ku Welîyê Wanê dildikeve keçek 20 salî navê wê Meyrem bûye. Meyremê
nexwastî walî bigire, lê Walî ji xwestî bi darê zorê bi Meyremê re bi
zewûce. Walî radibe
katibê xwe ku navê wî Elî bûye dişîne ba Meyremê ku jêre bêje dilî Walîyê Wanê
ketîye te û di xwaze te ji xwe re bibe, îjar divê tu hazirîya cihêzê xwe bike û
wê Walî dewt û şahîyek mezin li dar bixîne.
Meyrem keça mirovek feqîr bûye û tu
desthiladariyeka wê tunebûye ku karibe ji destê Wali xilasbe. Meryem bê
çara dimîne û di serê xwe de pîlanekî çêdike û ji Elî re dibêje; erê ezê Walî
bigirim, lê divê tu biçe ba terzî sê dest cilên qenc li bejna xwe bide
dirûtin û her wasan jî ji ba Walî miqdarek zêde zêr bîne ku ez cil û berg
û cihêz û xemla xwe amade bikim.
Elî daxwazên Meyremê bi cî tîne û Meyrem ji
Elî re dibêje; Elî lawo ke ji me re kelekek kirê bike û em qasekî li ser
behrê ji bigerin , hêja em herin Qesra Walîyê Wanê.
Elî dibêje, heyra wusan nabe tu
dergîstîya Walîyê Wanêye ez çewa bi te re li ser gola Wanê bigerim..?
Meyrem, karê te pê tune..! tu
emrê min pêk bîne.!
Elî diçe kelekek kirê dike û ew Meyrem li siwar dibin û biqasî çen deqan li ser
gola Wanê dikerin Meyrem bi dizî ji kelekvan re dibêje tu me rast bibe ber Dêra
Extermanê. Kelekvan berê xwe dide Girava Extermanê û diçe hatanî bajarê
Wanê jio ber wan wandadibe.
Elî dibêje; Meyrem tu me kuda dibe..?
Meyrem, Elî lawo ma ez çawa bi
Walî re bizewucim, ez û tu laîqê hevin û em bi hevdû re bizewucin.
Elî, neke..! bextê te me..!
wele wê Walî wê me herdûyan ji bikuje..!
Lê gotinên Elî fêde nake û kelekvan ew birin
avêtin berderê Dêra Extermanê û Elî û Meyrem xwe davêjin ber bextê Metran
Îsa û dibêje em du ciwanin di xwazin li ser dinê Îslamê bi zewucin û tu me
teslîmê Walîyê Wanê neke.
Wali pê dihese ku Elî Meyrem ravandî û avêtîye
Dêra Extermanê, vêca Walî emir dide esker û esker Walî dora Dêra Extgermanê
digire û şerek dijwar û bi xwîn di navbera eskerê Walî û eskerê Metran Îsa de
derdikeve.
|