KSN/
15/10 2005- Îroj seet di
7ê sibê de, li seranserê Kurdistan û Îraqê xelk ji bona
dengdanê çûn ser sandoqan. Tê ragihandin ku li bajarên
Kurdistanê wekî Hewlêr, Duhok, Silêmani, Kerkuk, Xaniqîn Şêxan
û Musilê, nisebetek pir mezein xelkên kurd diçin ser sandoqan
û deng didi. Îroj seet li dora 7ê sibê serokkomarê Îraqê Celal
Telebanî, li herema xudra li Bexdayê derket pêşberî kamera û
dengê xwe bi kar anî.
Piştî dengdanê Telebanî, destura Îraqê di Rojhilata Navîn de
qenctirîn destur e û ev roj roja cejna xelkên Îraqê ne û
bang li hemû netewe û mezheban kir ku biçin ser sandoqan
û dengê xwe yên erê bikar bînin.
Bi nîsbet erebên sunî jî Telebanî,
piranîya erebên sunî dengê erê didin destûrê, lê dibe hin
kesên ser bixwe henin ku deng nedin. Lê medya erebî wana
wekî nunerên erebên sunî nîşandidin, ev tiştekî ne raste.
Rola
partîya Îsalamî ya Îraqê li ber çavaya û hêjayê paesinanê ye.