|
DEHAPê Mesud Berzanî û Celal
Telebanî vexwendin Newrozê
DÎYARBEKIR, 14/3 2005-
Partîya DEHAPê tayê Dîyarbekir ji bona pîrozkirina Newrozê ya 21ê Adarê,
bi rêya Nûnerên PDK û YNK yên Enqerê serokê PDK Mesud Berzanî û
segreterê giştîyê YNK Celal Telebanî vexwendin Dîyarbekir.
Partîya DEHAPê tayê Dîyarbekir, da
dîyarkirin ku wê îsal ji bona pîorzkirina Newrozê ya 21ê Adarê,
şahîyek berfireh li darbixîne û di lîsata ku wan amadekirîye ji bona
vexwendina pîrozkirina 21ê Adarê, ev navana hene, serok komarê Tirk
Ahmed Necdet Sezer, serokwezîrê Tirk R. Tayib Erdogan, sorkê
parlammentoya Tirk Bulent Arinc, serokê PDk Mesud Berzanî û Segereterê
giştîyê YNK Celal Telebanî hatine vexwendin.
partîya DEHAPê tayê Diyarbekir, 176
kes ji sîyasetmedar, Balyozên beyanî, Nivîskar, Rewşenbîr û Hunermend
vexwendine şahîya Newrozê ya 21ê Adarê. Dinava van kesên ku
hatine vexwendin de. Balyozên 50 dewlet û Nûnerê YE yê Tirkîyê, serokên
ode, sendîqa, komelên demokiratîk û endamên partîya DEPê yên kevin Orhan
Dogan, Selîm Sadak Hatîb Dicle û Leyla Zana, henin.
Serokê DEHAPê yê Dîyarbekir Mesut Baştaş
got ku; "Newroz cajna Rojhilata Navîn e" Ji ber vê yekê jî me ferq
nexistî navbera dîn, ziman, reng û netewa û derê me ji herkesî re
vekirîye.
Lê hatanî niha nehatîye zanîn ka
Mesud Berzanî û Celal Telebanî wê werin an na.
Interhaber: Şîrove Dilbirîn |