|
De ka hun jî bisekinin, way
camêr dibêje ”hun hene”!
KSN/
16/8 2005- Birêz Erdogan xwe li bêdengiyê
danî bû, mîna ku mirov nexwaze li ser nexweşiyeke xwe ya kujer bifikire
û hebûna wê qebûl bike. Wî jî bi zanebûn ev zirpirsgirêka hanê ku ji
hêla hemû dinê ve dihat dîtin înkar dikir; an jî mîna çûkê hêştirme serê
xwe dikir binê xweliyê ji bo ku nêçîrvanî ew bedena wî ya mezin nebîne.
Lê na
çênebû. Her ku diçû cîh li wî bi xwe teng dibû û êdî ew bi xwe jî pê
hesiya ku bi saya serê vî şerê heyî dixwazin lîstikekê bînin serê wî bi
xwe jî, yên ku dar û ço di dest wan de û şer dikin hinekî dinî ku
pêdiviya tu destûrwergirtinê ji wî nabînin; lê yê ku hesab jê tê pirsîn
ew e.
ji
hêla fermî de rast e ku berpirsiyarî ya hukumetê ye, lê li tirkiyê,
siyaset digel hêza xwe ya hinde mezin û yekpare ku destika gel li piştê
ye em nikarin bêjin ku yên serdest û rêveber ew in. A rast dewleta
tirkiyê herwekî ku tê zanîn ji roja ku saz bûye ta îroj timî di binê
bandora rêveberiya eskeran de bûye.
Ez di
wê baweriyê de me ku Erdoganî dît heke ew xwe bide ber çareserkirina
pirsgirêka kurd nede ber, encam her yek tişte û dê tawanbariya vî şerê
heyî yê vê paşiyê û kesên ku tên kuştin têkeve situyê wî û ji wî bêne
pirsîn. Ji ber vê yekê ye ku wî bi nîvmêrxasî careke dinê hebûna
pirsgirêka kurd binav kir.
Ya ji
vê gotinê jî wêdetir herkes li wê hêviyê ye, gelo ka dê Erdoganî bi vê
mêrxasiyê xwe bi rastî jî bide ber çareserkirina pirsgirêka kurd yan wê
ev gotin jî tenê mîna gotineke dilxweşkirinê bimîne. Ji xwe hemû gotinên
xwe bicîh bîne jî ew ne tu bersîv e ji bo hêviyên gelê kurd û ji bo
jibinî de çareserkirina pirsgirêka kurd. Yanî heta tu bêjî ”yek millet”
tu nikarî pirsgirêka milletê kurd çareser bikî. Ji xwe hemû pirsgirêk ji
çend milletbûnê derdikeve. Dema ku kurd dibêje ez jî milletek im û
dixwaze bi taybetmendiyên milletekî ji milletên dinê bê qebûlkirin
hertişt belovacî dibe û ji ber vê xwesteka hanê dibin terorîst û
cudaxwaz.
Lê
digel her tiştî ne xerab e, ji hêla mejiyê tirka de ne xerab e, pêhesîn
û bixwedaqebulkirina pirsgirêkeke bi vî rengî mirov dikare ji bo gava
yekem bi erênî binirxîne. Ji xwe ji ber vê girîngiyê ye ku hema bêje
piraniya tirkên ku destê wan pênûs digre û kesên ku gotina wan ji hêla
çend kesan ve tê guhdarîkirin dest bi êrişa Erdoganî kirin ku wî
şermezarî û xiyaneteke mezin bi netewa Tirk û dewleta Tirkiyê kiriye…
Bê
gûman her ku gavên çareserkirinê bi goşt û hestî bibin dê êriş jî ewqas
bêtir bibin. Ew ji hêlekê de têkçûn û hilweşîna kevneşopî û bingehên
rizandî ku sîstem ta niha li ser wan dimeşiya ye û ji hêlekê de jî
destpêka bihêzbûna dewleteke ji gelek neteweyan pêk tê ye.
Bêgûman heke ev mesrefên li vî şerê qirêj tên kirin bibin xizmet û biçin
ber lingê milet dê rewş ji binî de biguhere. Tirk jî bi xêra
çareserkirin û tehemmulkirina ji çareseriya wê re xwe fêrî jiyaneke
demokrat û hemdem bikin. Û ji bo me kurda jî derfetek e ku em êdî dest
bi lêgerîna çareseriyên pirsgirêkên xwe bikin. Yanî dema hilgirtina kar
û barê ku dikeve ser milê me…
Ev
serîdan û axaftina ji çend sed kesan re hat kirin bû mîna peymaneke nuh
ya di navbera gelê kurd û tirk de û ji ber vê yekê jî bala hemû
çapemeniya cîhanê jî kişand û li ser vê serîdanê li gelek rojname û
televizyonan nivîs hatin nivîsandin û nûçe û şîrove derbarê wê de hatin
ragihandin.
Digel
ku daxwaza gelê kurd li tirkiyê herî qenc bi rêka federaliyê dikare bê
çareserkirin, lê jiber rehperestiya li nav gelê tirk heye û sîstema
neteweperesta ku deriyên xwe li guherînan girtiye, heke vê gavê zimanê
kurdî li bajarên kurda bibin zimanê perwerdeyê dê gav û serkeftineke baş
be.
Lê ta
vê gavê hêj pirsgirêka gelê kurd bi awayekî dorfireh nehatiye binavkirin
û dema ku hinek rabin bêjin ”em pirsgirêka kurd qebûl dikin ” gelo
gotina wan tê wateya qebûlkirina çi? Hema li tirkiyê kurd û pirsgirêka
kurd heye û bes?
Lê bi
qansî ku mirov tê digihêje, bi hindikî jî be dê îcar Erdogan gavina
bavêje û hin derînî nuh li ber çand û kultura kurdî veke.
Lê ya
ji hemuyan girîngtir amadekirina navendên geşkirina çand û hunera kurdî
ye. Yanî avakirina saziyan, ji bo ku gelê kurd digel çanda xwe weke
netewekî bikaribe bimîne sedsalên pêşiya me.
Ev
tiştên hanê bi derfetên dewletê dikarin bêne kirin û heke dewlet xwe
bide ber vê yekê ji dil e; yan na heke dîsa hin derfetên mîna vekirina
qursên zimanê kurdî bide û bêje bine kurd bi xwe naxwazin. Dibe ku gelek
kurd ji derfetên ku bêne dayîn nexwazin îstifade bikin jî, lê dîsa
gunehkarî ya dewletê ye, ji ber ku afirandina giyanên bi vî rengî ne
jiberxwe de lê bi zanebûn û encama keda deh sala ya dewletê ye. Divê ku
dewlet vê xeletiya xwe dîsa bi destê xwe sererast bike û alîkarî û
derfetan bide gelê kurd ku ji nuh de karibin çanda xwe bi gelê xwe bidin
hezkirin û zimanê xwe bikin zimanê rojane yê bikaranînê.
Der û
dorê me kurda jî rûmeteke mezin dan çend gotinên ku kurd tê de derbas
dibûn û yekser berê xwe dan PKKê ku de êdî çekan rawestîne.
Ji
xwe sedem û daxwazeke pkk ya gelekî diyar ya ji bo şerkirinê digel ku
tunebû dîsa jî li bakurê kurdistanê parastina mafê gelê kurd e(qe nebe
wisa tê gotin), heke tiştek di vî warî de dikeve serpiyê pkk a rast vê
gavê ew jî berpirsiyar in ku wê bicîh bînin. Ez jî dubare bikim mîna
gelek kesan divê pkk careke din raweste û navberê bide pevçûn û kuştinê
yanî li hember daxwaza berdewamkirina şer ya Artêşa tirk xwe bêdil bike
û heta ji desta tê xwe bide alî.
Ya
dinê divê tiştinî vê gavê ji bo tirkan gelekî bihistiyar in, nebin
xwestekên sereke. Ji bo mînak ji dêvila hilgirtina posterên Ebdullah
Ocalan rahiştina hin pankartên ku daxwaza Ocalanî û miletê kurd bi xwe
ye...
Ma ne
ew dixwazin gelê kurd yên ku li dijî şer û pevçûnê ne, xwe saz bikin û
daxwazên xwe bi awayekî eşkere pêşkêş bikin. Naxwe ya ku tê daxwazkirin
ne tiştekî fahş e û ji bo bicîhanîna vê gavê divê kurd daxwazên xwe bi
rêka rêxistinên xwe yên siyasî û civakî bi awayekî gelekî zelal bilêv
bikin.
Bi
hêviya ku herikîna xwîna belaseve raweste û gelên misliman yên rojhilata
navîn mîna bira li mafê hevûdû miqate bin û kes çavsoriya li kesî neke.
Mucteba Baravî
mkurmanci@hotmail.com
Çevkanî: Amedekar: |