KSN/ 8/ 10 2005- Partîyên me PSK û
PDK-Bakur, di roja 08.10.2005 an de ji bo ku netewa Kurd li
ser çarenivîsa xwe xwedî mafekî azad be, tekoşîna ku di wî
warî de hin bi hêztir û xurttir be, di roja 08.10.2005 de
heyeta PDK û PSKê hatin cem hev û li ser babetên ku di
protokolê de cîh girtîye hemfikirbûn ku alîkarîya hev bikin û
bi hevre kar bikin. Em protokola PDK-Bakur û PSKê ji raya
giştî re îlan dikin.
PROTOKOL
Wek di daxuyanîya Mafên Mirovî ya Yekitîya Netewan û di
Peymana Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewrûpayê de jî tê
xuyakirin ku wek her neteweyekî mafê Neteweya Kurd jî heye ku
di welatê xwe de azad bijî, di warê dehatîya xwe de, bi azadî
xwedî mafê biryardayinê be.
Ji bo ku netewa Kurd li ser çarenivîsa xwe xwedî mafekî
azad be, tekoşîna ku di wî warî de hin bi hêztir û xurttir be,
di roja 08.10.2005 de heyeta PDK û PSKê hatin cem hev û li ser
van babetên li jêr hemfikirbûn ku alîkarîya hev bikin û bi
hevre kar bikin.
PSK û PDK-B, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, metodên aşîtî
û demokratîk diparêzin. Di vî warî de çi li nav welat, çi jî
li derveyê welat, yekhelwestbûnê li berçav digrên û xebatên bi
hevre didin pêş xwe.
PDK û PSK li derveyê welat, ji bo ku xebatên rêxistinên
sivîl û demokratîk xurttir û rêk û pêktir be: Ji bo pêkanîna
yekitîya Platfom û Hevkarîyên cuda, bi hevre hewil didin û her
ji bo vê mebestê jî bi hêzên siyasî din re jî peyvendî
datînin.
Ji bo xurtbûna rêxistinên demokratîk yên li nav welat,
alîkar dibin û li gor pêvîstîyan jî, ji bo damezrandina
rêxistinên usa teşwîq dikin û bi hevre kar dikin.
Pirsa Kurd pirsekî netewîye, loma jî partîyên me di wê
bawerîyêdanin ku pirsa Kurd, tenê dikare bi yekitî û hevkarîya
hêzên welatparêz çareser bibe. Ji bo pêkanîna yekitî û
hevkarîya rêxistinên siyasî yên Kurdistana Bakur, hewil didin
û bi vî mebestê jî bangî rêxistinên siyasî yên Kurdistana
Bakur dikin.
Divê rêxistinên hemû beşên Kurdistanê hev û din qebûl bikin
û rêz li hev û din bigrên. Pirsên nav xwe bi rîya dîyalog û bi
metodên aşîtî hal bikin. Ji bo çareserkirina pirsan PDK û PSK,
piştgirîya xebatên netewî li parçên lı hemû beşên Kurdistanê
dike û ji bo pêşdabirina dostayetî û hevkarîyê di navbeyna
rêxistinên Kurdan, di hemû beşên Kurdistanê de hewil didin.
Pêşdaçûnên li Başûrê Kurdistanê, kombûna Parleman û
helbijartina Serokê Kurdistanê û bizavên bo yekxistina her du
Hukmetên Kurdistanê, dibe cihê dilxweşîya PSK û PDK-B û em
destkeftîyên vî beşa Kurdistanê, wek destkeftîyên xwe dıbînin
û piştgirîya wan dikin.
PDK-B û PSK ji hukumeta Tirkîyê daxwaz dikin ku şidetê
bisekinînin û ji bo aramkirina rewşa welat, jı bo
çareserkirina pirsa Kurd bi metodên aşîtî gavan bavêje. Her
usa em bangewazîyê li Neteweyên Yekgirtî û Yekitîya Ewrûpa jî
dikin ku pirsa Kurd bixine rojeva xwe û ji bo çareserkirina vî
pirsê, bikevin nava bizavekê.
Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur
Partîya Sosyalîst a Kurdistan