|
Daxwîyanîyên Apocîyan dewleta
Tirk têr nekir
Dîyarbekir,
23/3 2005- Nîjatperestên kemalîst yên xwe demokirat nîşan didin
wekî Taha Akyol, dîndarê Kemalîst wekî Ahmet Hakan û qelemşorê dewleta
tarî û serfermandarîya tirk, ji daxwîyanîyên Apocîyan têr nebûne û ji
Apocîyan dixwazin ku wefadarîya xwe bi dewleta Tirk re bidin îsbatkirin.
Rê nîşanderên Kemalîst û qelem şorê dewleta terî, rêya wefadarî jî
nîşanê Apocîyan didin.
Dewleta Tirk îdea dike
ku hin kesan li Mersînê xwestina ala wan bişewutîne û ji bona vê yekêye
ku dewleta Tirk li ser pêyaye û tehdît û gefan li miletê Kurd dixwun. Lê
tu îsbatek tune ku kesî ala Tirkan şewutandiye, bi tenê du sê zarok ala
wan bi erdê ve dikişînin û pê dilîzin. Apocî çiqas xwe înkar dikin û
xwedî li ala Tirkan û hemî hêjayê wan derketin jî, lê dîsa têrê nekir û
dewlet hê zêdetir dixwaze ku Apocî bi her awayî wefadarîya xwe bi rejma
Kemalîst û girêdan xwe bi dewlata Tirk re bidin îsbatkirin.
Ev bû çend roj ez li
ser vî babetî dinivîsînim ku dewletê ked û emga miletê kurd bi destî
Apocîyan kiriye xizmeta xwe. Newroza îsal baş da îsbat kirin ku
îdeayê min rastin û dewletê ked û emga bi milyonan kesên xwestin Newrozê
bi ruhîyeta wê pîroz bikin, kir xizmeta xwe û di Newroza îsal de
bi tenê piropaxanda dewleta Tirk hate kirin.
Dewletê naveroka
Newrozê val hîşt û ji bona meşrûkirina nîjatperestî û dîktatorîya xwe bi
kar anî. Bi mîlyonan miletê Kurd daketin kolanan, lê peyamên girîngîya
mena Newrozê nehat dayîn, pirsa 4 hezar gundê şewutî nehat kirin, hesabê
wêrankirina Kurdistanê nehat kirin, girîngîya meha Adar û qirkirina
Helepçe nehat kirin, bindestî û înkarkirina miletê Kurd nehat
şermezarkirin. Apocîyan dîsa ked û emga miletê Kurd kirin xizmeta
dewletê û xwedî li yekîtîya axa tirkîyê, al û hêjayê wan derketin.
Taha Akyol, ev du
rojin di quncikê xwe yê rojnama Milliyetê de, rê nîşanê Apocîyan dide ku
ka divê ew çi bikin ku dewlet ji wana bawerbike ku ew sadiqin. Akyol
dibêje; daxwîyanîyên Apocîyan me têr nake û em ji wan bawernakin, divê
DEHAP û der û dorê wê, hê zêdetir piropaxanda xwedi lê derketina ala
tirk û yekîtîya axa tirkîyê bikin û ev jî tenê bi guherndina
armanc, felsefe û mejûyê wan çêdibe.
|