Daxuyanî
Heta kengî
bêdengiya Ewropiyan li ser pirsa faşîzma Tirkan?
KSN/ 14/12 2005-
Di roja 10.12.2005, saet derdorê
22.30, komikek ji Tirkên faşîst xwestin xaniyê ku buroya
DEHAP (nuka DTP) tê de bi molotof-kokteylê bişewitînin.
Ew roj
jî "roja mafê merova"
ye.
Buroya DEHAPê di 1ê Adara 2005 de bi resepsiyonekê dest
bi xebata xwe ya li Brukselê kiribû. Bi saya xortên
ewlekariyê ev agir hate wesandin. Faşîstên Tirkan jî
revîn. Lê
di reva xwe de jî slogan diavêtin : « Turkiye !
Turkiye !
Turkiye ! »
Em bi
vê daxuyaniya xwe ji berpirsiyarên Beljîkî û Ewropiyan
pirs dikin; heta kengî bînferehî ji bo êrîşkarî û
mantiqê faşîstiya Tirkan li hember Kurdan?
Kurd, mîna
li Kurdistan, li Beljîka û Ewropa jî ji aliyê dewleta
Tirkan terorîze dibin. Dewletên Ewropa ji bo terorîzma
hember Kurdan di gelek ciyan û gelek deman de bînfereh
in. Hin caran jî Kurd bi xwe dikevin bin sûcdariyê. Di
ciyê ku Kurd werin parastin û herin ser êrîşkariya
Tirkan Kurdan �terorîst� hesêb dikin û dibina qurbanê
Kurdbûna xwe.
Di 31
Kanûn 1994 Tirkên faşîst êrîş birin ser sed heb Kurd ku
ji Elmanya heta Brukselê ji bo aştiyê meşiyabûn.
Êrîşkariya Tirkan ji wan re ma, Kurd hatin tewanbar
kirin û mecbûr man ciyê xwe biguherin.
Di
17.11.1998 de bi qasî 300 Tirkên faşîst êrîş anîbûne ser
xaniyê Enstituyê. Hînga jî wan xaniyê Enstituyê, navenda
Çandî ya Kurdan û Komela Asuriyan şewitandibûn. Me wê
demê video, foto û gelek curreyên din wek îpat teslîmê
polîsê Bruksel kir. 53 kes hatine girtin. Lê paş 2
saetan hemî kes hate berdan! Heta niha jî ev yek nehate
têgihiştin! Çima polîsê Bruksel her kes serbest berda?
Îspat û belge heta niha jî hene! Wezîrê karê hundiru yê
Beljîka, Louis Tobback, li ser vê bûyerê weha gotibû:
�Ev êrîş orkestrekirîbû!�. Ango Konsolos û Ambassada
Tirkan ev kar dabûne kirin!
Di
18.11.1999 dîsa êrîşa Tirkan hate ser Enstitu û hin ji
komelên Kurdan. Lê vê carê Kurdên derdorê ew qewitandin.
Herçend e
ev rastî li pêş çavan in jî li gelek welatên Ewropa ne
Tirkên faşîst lê dezgehên Kurdan dikevin bin êrîşên
dewletê. Mîna MED TV, MEDYA TV, Ozgur Politika,
Mesopotamya, ROJ TV û ME TV.
Di vê dema
ku li Turkiyê hê jî ji ber axaftina bi Kurdî lêdanê
dixwin û Turkiye şev û roj behsa mafên merovan dike, ji
aliyê leşkerê Tirk li gund û bajarên Kurd bi awayekî
xirab xelkê dikuje tewra Ewropa nayê têgihiştin!
Êrîşa
hember buroya DEHAPê carek din nîşan, dide ku dewletên
Ewropa hê jî di pirsa Kurdan de ne ciddî ne. Ew heta
niha jî îhtîrama zagonên xwe nakin. Lîstika wan bi
dewleta Tirk re di hemberê Kurdan de durûtiya wan dide
xuya kirin.
Di van
demên dawîn de gelek kurd li Bruksel ji alîyê polîsên
�Beljîka� têne îfade kirin. Yên ku van Kurdan îfade
dikin bi eslê xwe Tirk in! Gelo ev siyasetek nu ye ku di
hember Kurdan de tê bikaranîn. Sedem çi ye ku Kurd li
Beljîka bi Tirkî têne îfade kirin?
Ev ji bo
Kurdan tiştekî xerîb e. Tirkên faşîst êrîşê wan dikin,
ew tewanbar dibin. Dewleta Tirk wan terorîze dike Kurd
wek terorîst têne nivîsandin!
Heta kengî
bînferehî ji êrîşkarî û mantiqê faşîst yê Tirkan re?
Derwich M.
Ferho
Koerdisch Instituut te Brussel