KSN/
1/6 2005-Na ew ne zilamê kuştinê bû, dive ku nikarîbûna ew
bikuştana… lê ew jî berxê nêr bû, destê xwe neda ser devê xwe û xwe
li hember mîna şeytanê bêziman bêdeng nekir… bi kelecaneke mezin
derkete pêş û gel û wî keleke germ pêşwazî dikir… wî dikarîbû gelek
tişt bigotana ji gelê xwe re, her kesekî ku tiştekî jê re bêje hebû,
hem ji malbata Xiznewiyan bû li dilan hikim dikir, hem doctor û
zanayekî hêja bû kesên heşmend ew himbêz dikir û hem jî netewhezekî
ji dil û can bû ku hemû partî û der û doran rêz lê digirtin û
rûmeteke layiqê wî didanê… ew ne mirovekî teng bû û heta ku ji dest wî dihat
rê li ber xelkê fireh dikir... wî mejiyê dijminê xwe gelekî xweşik
nas dikir û dida naskirin, mîna fanosekê bû di tariya xirecir û
teşqeleyan de ji bo bi hezaran kesa…
Cara yekemîn zivistana îsal min ew li Swêdê
bajarê Uppsala nas kir. Li Komeleya Swêdî-Kurdî axaftinek dikir, em
jî ji bo wê çûbûn, di civatê de hemû beşê civatan me hebûn, yên ku
ji bo malbata wan hatibûn, yên ku ji bo naskirina wî û yên ku ji bo
kurdperweriya wî… bi qansî kesên bawermend ewqas jî bêbawerên kurd
hebûn. Lê na wî tu ferq nedixist navbera wan û dixwest ku milletê
xwe re tiştekî bike. Di axaftina wî de zelalî û rêvekirin hebû… wî
axaftinên xwe bi delîlên şerî didan îsbatkirin û balkêştirîn hêla wî
jî ev bû, wî digot ‘’bihêlin ku ez li ser vî bingehî bimînim, heke
ku ez axaftina xwe nespêrim dîn û nerastînim tu rûmeta axaftina min
namîne’’ (li mizgefta Uppsala), herçiqas ji malbateke sofî bû û gel
bi wî navî ew nas dikir, lê ew bi xwe ne kesekî sofî bû û aqil
hetanî kerta dawiyê bikar dianî… bi awayekî tûnd dijberiya ew kesên
ku dîn bikar tînin dikir û dixwest ku bêje ew kesê ku li ser nave
dîn diaxifin ew jî wekî we mirov in û ji hêla Xwedê ve ji xeletiyan
nehatine parastin û dikarin çewtiyan bikin… bi nîvhekî piştî ku
axaftina xwe temam kiribû û em li dervê komeleya Swêdî-Kurdî
rawestiyabûn û bi hevûdû re dipeyivîn min jê re got. ‘’Ma ne seyda
tu hat vê derê, ji nanê me re bû asteng, te em jî kirin yekî ji
rêzê’’ wî gotibû: ‘’na bereksê wê ez dixwazim rê li ber we vekim,’’
dûvre ji bo têkiliyên me bi hevûdû re berdewam bibin telefona min
xwestibû… lê mixabin agahiya revandina wî ji hêla rejîma kirêt ve
her tişt serobin kir. Çawa ku nûçeya revandina wî hat, revandina
Serokê Weqfa Zehrayê Şehîd Izzeddîn Yildirim hat bîra min û wek şexs
min hêviya xwe ji paşdevegera wî qut kir. Hema hema 90 ji sedî
taybetmendiyên wan hevûdû digirt.
Herdû jî mela, ji hêla gel ve dihatin hezkirin û
bê ku ferqiyê têxin navbera civata xwe dixwestin ku xizmeteke ji dil
bikin. Seydayê Izzeddîn seydayê min bû û min roj bi roj wan rojên
xemgînên li bendemayînê jiyan kiribû… Tirka revandina wî dixist
situyê Hizbela, ya Şêxê hêja jî dixwestin ku têxin histuyê hinek
kesên ji malbata wî bi xwe… dijminê kurdan di tevgerîna li hember
kurda de çiqasa nêzîkî hevûdû ne û çiqasa dişibihin hevûdû… min bi
xwe hêviyeke mezin ji bo kurdên başûrê rojava ji Şehîd Şêx Maşûqê
Xiznewî dikir. Wî dikarîbû bidana pêşiya civata xwe û xizmeteke
xweşik û bê teşqele ji wan re bikirana… ma ji xwe tirsa rejîmê jî ev
bû… wan hêj dersa xwe ji serîhildana Şehîdê nemir Şêx Seîdê Pîranî
wergirtine û ji wê rojê û virde her çendê carekê bi nav civata Kurd
dikevin kîjan kesayetên berbiçav hebin didin hev û berî ku gulan
vekin û bêhna xwes li dora bireşînin di kokê de diqurmiçînin. Lê
hêviya min ji gel û kesên wî guhdarî kirine ew e ku ew kesayetî ray
û ramanên Şêxê Giranbiha di xwe de bijîn û rastiyên wî piştî
Şehîdbûna wî li rikê rejîma rehperest belav bikin û şehîdbûna wî ji
bo xwe bikin destpêkekê… ew bawer dikim çawa ku jiyana wî ji civata
milletê kurd re xizmet dikir her wisa jî wefata wî dê xizmetê bike û
di dilê gelê kurdistanê de bibe semboleke netewî… bi kêmanî wî bi
jiyana xwe da zanîn ku kesên bawermend her wekî berê li ser ya xwe
ne û timî ji bo gelê xwe amade ne ku jiyana xwe bibexşînin.
Belê tu jî dawiya dawîyê mîna Şehîd Izzeddîn
Yildirim piştî şikenceyên ku hovîtî û nemirovtiya wan nîşan dide
gihaştî armanca xwe ya herî bilind ku ji bo gelê xwe gorîkirina
bedena xwe bû. Siberojê heke Xweda ji we bipirse ku ‘’we ji bo wan
zarokên piçûk, jinên belengaz, ixtiyarên bi temen, wî milletê mezlûm
çi kir!’’ hûn dê bêjin ya Rebbî hetta dawiya temenê xwe em di
xizmeta wan de man û di wê riyê de hatin şehîdkirin…
Bi deh hezaran kurdistanî niha ji bo
pêşwazîkirina naşê te yî pak ber bi Qamişlo ve diherikin… te careke
din kela gelê Kurd rakir û hişt ku lanetê li zordar û xwînmijên hov
bînin… mirin ji bo we roja newrozê ye dizanim… armanca herî mezin di
riya rastiyê de gorîkirina bedena xwe ye dizanim… lanetê ji bo
kujerên te û rehmê ji bo we dixwazim.
***
Tê ragihandin ku ji 27ê vê mehê de Şêx Maşûqê
Xiznewî li nexweşxaneyeke leşkerî bê heşê xwe bûye, Şêx Maşûq di
muhleta vê dema dirêj de bi şikenceyên texlîd texlîd rû bi rû maye û
diho bi şev ji bo lawikê wî ahagiya bi qansî rûyê dijmin reş
gihandin zarokên wî. Tê ragihandin ku şûna derbên şikenceyê li
bedena wî diyar in û saziyên kurda dibêjin ku ev yek karê rejîma
Basiyan e û dive rê bê dayîn ku bedena wî ji hêla komisyoneke
serbixwe ve bête muayenekirin û berpirsiyarên vê bûyerê di demeke
kurt de bêne eşkerekirin… divê ku cenazeyê Şêx Maşûq bi saeta Sûrî
15:40î gihaşt Qamişlo…