Condoleezza Rice; " Hemas bibe serokê
Filistînê jî dîsa li ba ne muhtebere
KSN/
19/6 2005- Wezîra kar û barê der ya Emerîka Condoleezza Rice heke
Hemas bi hilbijartinan jî bibe serokê Filistînê, dîsa jî li ba me ne
muhteber e. Rice sîyaseta Emerîka derbarî Hemasê de kifş e
û Hemas li ba me rêxistineka terorîst e. Demokirasîya Emerîka têra îrada
miletek nake ku bi îrada xwe serokê xwe hilbijêr in, divê li gorî îrada
Emerîka lingên xwe dirêj bikin. Rice dibêje; Hemas bi hilbijartinê
îdara Filstînê bigire jî, tu têkilîyê me bi Hemasê re
çênabe û em Hemasê mixatab qebûl nake.
Condoleezza Rice li
Ramelahê bi serokê Filistîn Mehmûd Ebas re li ser pirsa derketina Cûhîyan ji erdê Filistînê, dan û sitendin pêkanî.
Rice, dibêje; pirosesa aştîyeka daîmî
ancax bi derketine eskerên Îsraîl ji erdê Filîstînê ye û divê ev yek bi
hevkarîya herdû alîyan pêk were. Lê divê Hemas bi
hilbijartinê be jî nebe serokê Filistîn.
Gotineka me Kurdan heye
dibêje; " Ez di dîya Heso nim, lê Hoso mêrekî baş e"
Çevkanî: el-CizireTv |