**Menûya Kurdî**
 

Ciwanên Kurd:  "Divê Leheng û Qehremanên Kurd bi bîr bînin, ne ya Deniz Gezmîş"

Dilbirîn

Swêd, 7/5 2005- Di Rojhilata Navîn de, yê herî qurbanî dane  û Leheng û Qehreman derxistine miletê Kurd e. Hema hema her rojek  di ser miletê kurd de, bê  şîn û şahî derbas nebûye. Wezîfa miletê Kurd ew e ku divê  li dïroka xwe xwedî derkeve û Leheng û Qehremanên ku jîyana xwe di ber miltê Kurd de dane, bi bîr bînin. Ciwanên Kurd divê li ser rê û rêçika welatperwer û Qehremanên miletê  Kurd yên wekî Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Xalid Begê Cibrî, Mele Mistefa Berzanî û Seyîd Riza werin perwerdekirin.

 Di dîroka her miletek de, Leheng û Qehremanên bi nav û deng henin. Rojên şahî û şînê henin û milet wan rojana bi bîr tînin an jî pîroz dikin. Nehatîye dîtin ku miletek li koka xwe lenet anîbe, lê çewa rstî bûye malê dîrokê her wusan şaşîtî jï bûye malê dîrokê.

Îro ciwanên Kurd bi destê hin kesên Kurddujmin, li ser rêyeka ne kurdperwerî, ne welatperwerî û ne neteweperwerî tên perwerdekirin. Ewqas qirkirin û malwêranî di dîroka miletê Kurd de hene, lê Ciwanên Kurd li Diyarbekirê, Qoserê, Mêrdînê Wan û Batmanê sosyalîstên Tirk yên wekî Deniz Gezmîş û hevalên wî bibîr tînin.

Eger Deniz Gezmîş û hevalên xwe ne hatana êxdamkirin, wê yên wekî Dogu Perînçek û sosyalîstên kemalîst yên wek Yalçin  Kuçuk û Mihrî Belî bûna. Îro bi Hezaran Xortên Kurd derdikevîn meydanan û ji bona wan kesên ku bi qasî zilekî fêde nadane miletê Kurd, meş û çalakîyan li derdixînin û wan bi bîr tînin.

Lê yên wekî Şêx Seîdê kal û serok û rêberên miletê Kurd yên din jî, bi xîyanetê tên tewanbarkirinê. Divê hûn baş bifikirin ku ev dujminî ji Ku tê! Bona çi îro Ciwanên Kurd li ser vê xeta xwar ya dujminatîya miletê Kurd tên perwerdekirin.

Xata xwar tenê xeta Îmrokurdê ye, yan Xeta Îmralîyê ya ku bi destê Apo û dewleta Tirk hatîya avakirin.

Apo di axiftinên xwe de çêr û xiberan ji serok û rêberê Kurd re dibêje û Medhê Mistefa Kemal, Yavuz Selim û Alpaslan dike û ferman dide Apocîyan, divê Ciwanên Kurdan li ser vê xeta Kurddujmin werin perwerdekirin.

Apo van emr û fermanên xwe ji Genel Kurmaya Tirk digire û bi seleta demokirasî, Konfedaralizm, damezirandina însîyatîfên sivîl, rêxistina jinan û zirt û pirtan bi Apocîyan dide xwarin.

Di 26-27ê hezîrana sala 1925an de Şêx Seîd û bi teva 46 Qehremanê Kurd ji alîyê Mistfa kemal ve li Amedê li yek cîyek û di eynê demê de hatin derdakirin. Lê Apo bûya heyran Mistafa Kemal û dibêje;  Şêx Seîd hevkarî Îngilîzan bû û paşverûbû.

Dive Partî û hêzên sîyasî, komele û dezgehên demokiratîk û netewî, xwedî li hemî hêjayên miletê Kud derbikevin. Bi bîranîna serok û rêberên miletê Kurd jî yek ji van hêjayê miletê Kurd e.

 

 1- Nêrînên Xwendevanan

Merheba u gelek spas jý te re. Te pýr rast gotiye. Býla cýwanén me Deniz Geþmiþ ne wek serokén xwe bý bir binin. Lé wek te goti ev Apocýyana dýbýn sedem.me én ku Denýz Gezmiþ baþtýr(perinçek) ditýn ,û me dawiya wan ji dit. çalakýyén xwe de her zýlam bý du ala dýçe çalakýyé. MHP wýsa nake.lé partýya Perinçek dýke. Spas jý te re. Te ya di dýlé mýn de nývisandýne.(jý stenbol)

osmancebrail@mynet.com

Şîrove binivîsîne

 
Dem: 7/5 2005  Seet: 13.00 şandine: Serhed.Net        Vegere