KSN/
27/ 9 2005- Îroj Parlamentoya Kurdistanê, ji boyî
devjenîkirina li ser reşnivîsa destûra Îraqê û referandûmê,
civîna xwe ya duyemîn pêkanî. Serokê Parlamentoya Kurdistanê
Edanan Muftî, derbarî armancên vê civînê de agahî da
Parlamentoyê û Muftî waha berdewamkir: Yek ji armancên vê
civînê ew e ku di tevaya Îraqê de wê referandûm were pêkanîn û
divê her alîyên dînî, sîaysî, rêxistinên sivîl û perwerdeyî
rola ku jê tê xwestin ya erênî, bi kêmasî di dengdana
referandûmê de bilîzin.
Di civînê de, reşnivîsa destûra
Îraqê bi şeklê wê yê herî dawî ji Parlamentoyê re hat
pêşkêşkirin û hat xendin. Piştî devjenîkirina li ser desturê,
civîn bi dawî bû.
Her wusan îroj li Hewlêrê nûnerên 16 hêzên
sîyasî yên Kurdistanê di cîvîneke berfireh de hatin ba hev. Hêzên sîyasî li
hev kirin ku di dengdana referandûmê ya ku wê di 15/10 2005an de were
kirin de, dengê erê bikarbînin. Ji ber ku ev destûr, hîmê esasîye ji bona
avakirina Îraqeka nû.