KSN/
17/12 2005- Îroj
Civîna Yekîtîya Kurd ya Demokiratîk ya Netewî li Diyarbekir
destpêkir. Civîn ji alîyê Komîsyona Xebatê ku di 4ê
Îlonê de hatibun hilbijartin ve hat amadekirin. Edîtorê
Portela Serhedê Dilbirîn, bi rêya telefonê yekser bi
cigirê serokê HAK-PARê Reşît Delî re derbarê civînê de
agahî wergirt. Delî, îroj seet di 10an de civînê
destpêkir û civîn hê berdewam e. Di civînê de em li ser du
xalên girêng disekinin. Yek Yekîtîya Kurdan ya Netewî û dudu
Pêvajoya Tirkîyê ya Yektîya Ewrûpayê ye. Beşdarên civînê bi
giranî li ser van herdû xalana nêrînên xwe dibêjin.
Li ser pirsa ku kî tev li civênê
bûbû Delî, ji bilî PKKê hemû teref û şexsîyetên kurda
hebû, lê Şerefetîn Elçî nehatibû. Behlul Yavuz ku yekê nêzîkê
Elçîye hatibû, lê li ser navê xwe hatibû.
Bi qasê 330 kesî beşdarê civînê
bûn, lê me
bi tenê amadeya 200 kesî kiribûn. Ji ber vê ekê ji xelk di
salonê de bi cî nedibûn.
Sibê ji wê civîn seet di 09an de
dest pê bike û em ê di dawîya civînê de belavokek havbeş ji
raya giştî re rabigîhîne.
Mabesta me ji van civînana we e
ku em kurd ji fikr û hizrên cuda çewa dikirin beryekî
avabikin ku karibin di şer û mercên îro de sîyasetek netewî bi
meşînin.