|
Civîna Enqerê; "
Komîsyona Xebatê ya Netewî û Demokratîk ya kurdan" ava kir
|
KSN/
6/9 2005-
Piştî civîna kurdan ya
ku di 4ê Îlonê de li Anqerê pêk hat, di civînê de
Komisyona Xebatê ya
Netewî û Demokratîk ya Kurdan
(Kürt
Ulusal Demokratîk Çalişma Grubu)
ku ji 15 kesan pêkdihat avakirin. Vê komîsyonê îroj kar, xebat û daxwazên
xwe bi daxwîyanîyek pêşkêşî raya giştî kir.
Di
daxwîyanîyê de waha hatîye dîyarkirin, gurûbek ji ronakbîr û sîyasetmedarên
kurd, piştî axiftina serokwezîrê Tirk Erdogan û hevdîtina wî ya bi
ronakbîrên tirk re û pêvacoya Endamtîya Tirkîyê ya yekîtîya Ewrûpa û
nêzîkbûna 3ê Cotmehê, di 4ê Îlonê 2005an de li Enqerê civîyan. Di
civînê de, divê rê li ber devjenîkirina li ser micadila xebata Netewî
ya kurd bi azadî bê vekirin. Ji bona ku ev Xebat Netewî ya
Kurdan berdewam be û di qilefek teng de nemîne, Komîsyona Xebatê ya Netewî
ya Kurd hatîye avakirin.
Komîsyonê, di
daxwîyanîya xwe de balê dikişîne ser gotinên Erdogan û waha dibêje; her
çiqas axiftina Erdogan ya liser pirsgirêka kurd bandora xwe ya erênî
li ser rojevê kiribe jî, lê ji çarîva sîyaseta dewletê ya fermî ya ku
etanî niha meşyaye derneketîye û dibe sateng ji bona çareserkirina
pirsgirêka kurd.
| Çevkanî: Kurdistana
nu
Amadekar: serhed.net
Dem: 6/9 2005
Seet: 20:00 |
|