serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Civîna Ronakbîrên Kurd li Enqerê bi dawî bû

KSN/ 4/ 9 2005- Îroj Ronakbîr û sîyasetmedarên kurd li Enqerê li Otêla Surmelîyê hatin ba hev. Portela Serhedê seet li dora 18:30an de, bi rêya telefonê yek ser li gel civînê bi Reşîd Deli re peyîvî û derbarî civînê de agahî wergirt. Reşîd Delî, me 150î kes vexwendibûn civînê, lê 180ê kes hatibûn. Li ser axiftina serokwezîrê Tirk Erdogan, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd devjenîkirin ku  ka dikarin çibikin.

Di dawîya civînê de du komîsyon hatin hilbijartin. Komîsyonek ji 9 kesan û yek jî ji 15 kesan. Di vê Komîsyonê de, yên   wekî Reşîd Delî, Mehmet Baykara, Altan Tan, Fehmî Demir û gelek kesên din  henin.

Êrkên vê komîsyonê ew e ku, wê li sernavê van kesên ku beşdarê vê civînê bûne, kar û xebatên serokwezîrê Tirk Erdogan, bişopînin û li gora wî çi ji kurdan werin xwestin, wê ev gurûb organîze bikin.

Li ser pirsa çima Şerefetin Elçî nehatibû, Delî, li ser navê me Fehmî Demir bi birêz Şerefetîn Elçî re axifîbû û Elçî jî gotibû ku ew ê bi hevalên xwe re biaxife û wê paşê agahî bide me, lê birêz Elçî nehat û ne jî agahî da me. Ji bilî Pkkê û Şerefetîn  Elçî, herkes li vir bûn.

 

Çevkanî:  serhed.net    Amadekar:  Dilbirîn         Dem:   4/9 2005                   Seet:  20:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî