|
|
-----------------------------------------------------------------
Xalê Rîxo
Divê xortek caxira wî xilas dibe û li der û dora xwe dinêre ka mirovek
nabîne ku ji xwe re caxirek jê bistîne,.Xort bala xwe didê we merivek ji
wêda tê. Xort diçe ba mêrik û dibêje:
Rojbas xalo.
-rojbastir xwarzî.
Xalo: dipirsê de `eybnebe navê te bixêr?
-navê min Sêxo.
Serçavan xalê Rêxo.
Xort dibêje; xalê Rêxo min qutîya xwe ya caxrê li mal ji bîrakirîye tu
ji kerema xwe dikare pelek bide ku ez caxirek çêkim? Mêrik derdixe pelek
caxrê dide xort, lê dema çavên xort li tutina xali dikeve dilê wî dibêjê.
Tûtina xalê Rîxo zer zer wek sima ye. Xort dibêje;
Xalê Rêxo ez karim ji tutina te caxirek bipêçim?
-mirêk dibêje fermo! bipêç.
Xort caxira xwe dipêçe û destê xwe li cibên xwe digerîne ku heste-çaqmaq
derîne, lê jiqestaye ji ber kû çaqmaqê wî tuneye. Xort dibêje; e`heeee..!
bi Xwedê min çaqmaqê xwe li mal ji bîra kirîye..! xalê Rêxo dikarî agirê
xwe jî bide? mêrik agir dide xort û xort caxira xwe pêdixe û hilmek du
hilmê kur li caxirê dixe û Pêra dibêje we`heeeee..! mala te xirabe ez
dikim nakim nikarim te mîratî biterikînim û pêra ji Xalo dipirse
Xalê Rixo, navê bavê te cîye?
Mêrik heta ber qirikê tijî bûye û dihilîna ji xort re dibîje;
- Lawo..! te navê min pirsî min got navê min Sêxo, te got min xalê Rêxo.
Wele cixare, pel, tûtin û agir ji kîsê xelkê be, ez bim ez jî cixarê
naterikînim. Lawo, te navê min çikirî û tu wê navê bavê min çibike...?
|
|