Çi demê ew cara yekê hatibû vir?
Naye bîra min. Kesek nizane. Pîremêr berê li
vir bû, gava ez gihame vir. Û ev jî berî çend salan bû.
Ev ciyekî bedew e. Xasma zire (behir) û
gol. Dibe ku ew hatiye vir, da bireve -wek min - reva
ji ber xelkê û bajaran.
Hetanî di destpêkê de jî, ez hizirîm "Pîremêr
ji xelkê heznake."
Ew li vir dijiya, li ber golê, û ewa li gel wî
bû. Ciyekî wan ê nedîtî hebû. Bad û baran dihatin, lê ne xema
wan bû.
Kesekî zevîkar gote min:" Ji pîremêr ve
nêzîk mebe.
Eger ew
te nenase, ew ji te hez nake."
Wilo ez bi hajêkirin bervê çûm, û ez bi pîremêr
re nepeyivîm. Ji xwe min bi ziman wî jî nedizanî.
Tê bîra min cara yekemîn min ew dîtiye. Ew li
keviya golê bû. Ez li aliyê dî bûm, li ber zireyê. Wî di ser
avê re dinêrî. Ez wilo pêhoş bûm, ku pêwîst bû tew ez ne li
wir bama. Min xwe di paş hormanekê de veşart. Paş min bi
dûrbîna xwe li wî temaşe kir.
Ew kesekî qanat ê gir bû û hêzdar bû.
Çi bi hêz û zor bû! Seriyekî xweşik: Wî wek
şahekî rakiribû. Erê – wek şahekî. Qey xûna şahekî rastîn di
govdeyê wî de digeriya? Xûna malbatek şahanî ya kevnar?
Hovbaz, xûnek germ. Ma wê (xûnê) pir caran ew sergerm
dikir? Ma bo vê yekê ew buve "xeter" bû?
Min tenê ew bi dûrbînê berçav dikir. Ma wî
dizanî, ku ez li wir im?
Gava wî bi paş ve nêriya, min dîsa xwe xiste
paş hormanê. Ma wî ez dîtim?
Diyar e ez berçav nekirim. Ew nermnerm bi
dûrket, vegeriya çû mala xwe û ba jina xwe.
Min ewa di roja yekemîn de nedîtibû, lê min
ewana paşê bi hev re dîtin. Bi hev re hatibûn zireyê û hinek
masî girtibûn. Ewan vedigeriyan golê gava min ewana dîtin. Ew
di pêşiyê de bû, bêguman. Ewa jî (xanima wî) hêdî hêdî
û nazdar. Ne wek wî asê bû.
Ez li ser zinaran rûniştim û min li wan temaşe
kir. "Dibe ku pîremêr dixwaze raweste û ji wê bixwaze, ku
ew here mal." Ez wilo hizirîm. " Dibe jî ew dakeve û ber
bi min bê. Çi niha? Rast ez nizanim. Ezê rabim ser xwe û
berken bibim. Ezê biramînim, û ezê bibêjim:"Beyanî baş"
û biçim. Ez bawer nakim ewê tiştekî bike. Ewê bi çavên nedîd û
zirav li min temaşe bike, lê ewê min ranewestîne."
Paş wê yekê, ez her li xarê, li ser qûmê an li
ser zinaran bûm.
Zivistan û havînê, ewan jîna xwe ya nenas û
asan dijiyan. Carina masî di golê de digirin, û carina di
zireyê de. Carina ewan diçûn bajarê biçûk ê li ber zireyê, û
li gemîkan temaşe dikirin.
Tiştek diyar bû- wî ji wê hezdikir, û wê jî ji
wî hezdikir.
Wî carina ewa li mal dihêşt, û dûr diçû bo
masiyan bigire. Gava hercar êvar dibû, ewa dadiket zireyê. Wê
dikarî wî ji dûr ve di rê de bibîne. Ew rasterast ber bi wê
dihat, û hevdu maç dikirin. Bo vê yekê min ji wî hez kir.
Tu dipirsî, "malbata wan hebû?."
Ha. Erê. Divê ez ji te re hewaldim li ser
tiştekî nebaş, ku qewimî ye û kesek ji min pê ve pê nizane.
Dibe ku bûyerek ji ber xwe bû. Sedased ez nizanim.
Erê, malbata wî hebû – sê dot û kurekî. Ewan
tev li ciyê berê, li ber golê dijiyan. Min bêtir ji dota
ciwantir hez dikir. Ew tenê tiştekî biçûk bû. Min navek dayê –
Tiny. Di sibeyek xweş de, ew dadiket golê di pêşiya yên
dî de. Ew xûnxweş û şirîn bû.
Min navek da kur jî – Boy. Ew ji gişan
mestir bû, lê bi rast bêhiş bû. Tiştek rast û dirist nedikir,
û ne wek bavê xwe yê jîr bû. Carina keçik bi tenê dilîstin, lê
Boy na. Ew li mal dima, li ba dayika xwe, ew rast wek
kurikekî bû.
Min
ji xwe re kiribû kar, ku ez hêzingan li ber golê bicivînim, û
min li wan temaşe dikir. Carina ewan giş bi hev re diçûn nav
zireyê bo masîvaniyê. Pîremêr bêguman her berpirs bû, û Tiny
harîkariya wî dikir. Lê belê Boy- hêdîka, Boyê bêhiş –
her li dawiyê bû.
Dem derbas bû, û biçûk mezin bûn, bi zûkî Boy
ji pîremêr girtir bû. Hema ox, cîyawaz! Ne hêza bavê wî li ser
hebû û ne jî jîrbûna wî.
Wek encam, ez hizirîm, ku pîremêr ji ber ve
şerm dikir. Boy wilo baş li mal jî kar nedikir. Ez vê baş
dizanim. Ew wilo bêhiş bû, ku nedikarî asantir ji keçikan
masiyan bigire. Heger dayika wî li wir ba, ew tenê li tenişta
wî dima.
Pîremêr bi wê ne dilşad bû. Min dikarî ev
bidîta. Ew xeyidî bû ji ber ku Boy wilo girs û bêhiş bû. Pir
xeyidî bû.
Dawî jî ew bûyer pêkhat.
Rojekê di dawiya payîzê de bû. Dema min hewna
dîtine, min hinek xwarin li bajêrkê dikirrî. Pîremêr, jina wî,
hersê keç, û Boy. Ewan tev ber Pontê hildikişîn –
avpijka ku av ji wê tê xwarê û dadikeve diçe zireyê. Li wir li
Pontê tenê çend mal hene, û zevîdariyek û dêrek jî di nêz wir
de ye.
Famîle "malbat" taze û pak dixuya.
Min got, ku dibe ewan diçin serîlêdana dostina.
Min carek dî ewan nedîtin, wa paşnîvroja xweşika Şemiyê.
Roja dî, bayekî tund di ser golê re bi ser me
de hat: Bahozek bi xeyd ji rojhilat ve.
Ez di mal de mam, û ez bi carekê derneketim. Ez
heyirîm, ku çawa pîremêr bi malbata xwe ve hîn li Pontê bi
dostên xwe re maye.
Sêşem bû, dema bahoz teva bûye, û ez dîsa ber
bi zireyê daketim. Zêt û parçeyên textên şikestî li her
derekê, li ser qûmê belav bûbûn. Hergav wilo ye paşku bahoz ji
aliyê rojhilat ve hiltê.
Min di ber golê re ber bi ciyê pîremêr ve
nêriya. Ew li wir bû, ewa "jina wî" jî bi wî re bû, li
keviya golê. Lê min nedikarî ciwanan bibînim.
Ez hizirîm, ku tiştekî ne dirist heye, û min li
mayîyê malbatê çavkir "întîzar kir". Ew hîç nehat. Ez
di dora golê re çûm aliyê dî, û min dîsa ji wir da bi dûrbîna
xwe nêriya. Ewan tew ne li wir bûn. Pîremêr di wan derana re
digeriya û jina wî xwe da bû ber royê. Ewên dî li ku ne? Ma di
bahozê de bûyerek bi seriyê wan hat? Na..Eger pevketinek çêbû
ba, wê kesekî bidîta. Ewan hîn li Pontê, li gel dostan in.
Ewan çûbûn tatîlê, an jî dûr çûbûn li kar digerin.
Ez xemgîn bûm.
Min carek dî keçik nedîtin. Hîç ez hizirîm,
pîremêr ewan giş derkirine. Reş dixuya, lê dibe jî bo wan wilo
çêtir bû.
Bêhişiya Boy têra vegera wî dikir. Paş sê
hefteyan, ez di ber kaniyê re, di nav daran re diborîm, di
navbera min û ciyê pîremêr lê rêyek dirêj hebû, û yê pêşîn, ku
min dîtiye, Boy bû.
Wî tiştek ne dikir. Ew tenê li wir, li ber avê
rawestiya bû û wilo bêhiş dinêriye. Wî di ser golê re
dinêriye, ber bi pîremêr, û ew tirsiya bû. Min xwast, ku
bibêjim:"Çi heye?." lê ez tenê li wir
rawestiyam, wek Boy.
Paşê pîremêr seriyê xwe livand û boy dît. Ew
wek bayê bi keviya golê de firiya. Ber bi Boy lezkir, û ezê
hîç ji bîr nekim. Ew çavsorbûyî dixuya. Ew seriyê hêja niha
xeyidî bû, buve bûbû, û ew diqêriya.
Boy li ciyekî geriya, ku xwe veşêre, tenê
geyayê bilind li keviya golê hebû. Ew ewqas bêhiş bû, ku çû
nav wir. Ji wî ye, ku di wir de tişt pê nayê. Boy gir bû wek
pîremêr, lê ew tirsonek bû, nedikanî şerbike. Min dizanî. Wî
tew nedikanî.
Ez tirsiya bûm. Min biryar da, ku pêwîste ez
pîremêr rawestînim, lê belê ez ne mêrekî wêrekim. Ma dil di
sîngê min de hebû? Lê ew ji nişka ve rawestiya. Min bihîst, ku
ew tiştekî bi xeyd dibêje. Tiştin nebaş. Paşê ew jê qeriya û
bi paş ve zivirî.
Ez rawestiyam, lê tiştek nebû. Gava bû tarî ez
çûm mal.
Roja dî, ez dîsa daketim çûm ber golê. Min bi
xwe re çoyekî mezin bir, ku wêrekiyê bide min.
Û Boy li wir bû, dîsa di tenişta dayika xwe
de. Ez xweşiyar bûm.
Roj derbas bûn, û Boy nêzîk dayika xwe
rawestiya bû. Pîremêr ne wek berê û ne dilşad dixuya, êdî bi
tenê xwe li ber zireyê dinişt û di ser avê re dûr dinêrî.
Min ji wê yekê heznekir. Niha hemî tişt bo wan hatiye
guhartin. Ew tenha bû, û jina wî li gel Boy bi serê xwe
radiwestiyan. Êdî tirsê ez girtim. Tiştek î nedirist bûye.
Tiştek wê bibe.
Bi şev baranek giran lêkir, û roja dî rojek
xulîrengî û sar bû. Çile "Dêsember" di ser golê re wek
ewirekî hatibû rêxistin. Di paş nîvroya zirav de, ro wek
pereyekî zer di avê de dixuya.
Min dît, ku pîremêr û jina wî li nêzîka ciyê
xwe bûn, wan bi aliyê min de nêriyan, lê tiştek negotin.
Boy ne li wir bû, û ew ne li ber avê jî bû. Ez
di ber keviya rastê yê golê re çûm. Dûrbîna min jî bi min re
bû, lê min nekanî Boy bibînim.
Paşê min ew dît, û di ber kenarê re ez ber bi
wî ve beziyam. Ew di nav geyayê bilind de dirêj bûbû.
Ew mirî bû.
Birînek kûr li govdeyê wî hebû. Xûna zuwa li
ser pişta wî hebû. Ew teviya şevê li wir dirêjkirî mabû, û
laşê wî ji baranê şil bûbû.
Dibe, tu bihizirî, ku ez bêhişim, lê min dest
bi girî kir. Min bi aliyê pîremêr ve qêrî kir,"Te ew kuşt,
te ew kuşt!." Wî bersiv neda. Xwe tew nelivand. Ew li wir
tev jina rawestiya bû, û li min temaşe dikir.
Ez bi şûn ve çûm û min tevşûyek anî, û min
gorek ji Boy re kola, di nav geyayê hêgin de li ber avê. Gava
min teva kir, min di nav golê re li pîremêr nêriya.
….û min çi dît?
Wî seriyê xwe yê mezin ber bi wê kir, û gihand
devê wê. Wê jî seriyê xwe ber bi wî kir, û ramûsand. Ewan dîsa
bi hev re bûn. Azad bûn. Bi hev re derketin nîvê golê, û ji
nişka ve pîremêr ji nav avê bi ezmên de hilbû, û ewa jî bi pey
wî ket. Min temaşe kir çawa wan herdu firindên sipî û mezin ji
nav zireyê difirin. Ewan rast ber bi royê ve firiyan, û min
tiştekî ji wê yekê xweşiktir di teviya jîna xwe de nedîtibû.
Herdu qaz li wir difirîn, bi tenê, di zivistanê
de.