Mirivek diçe gundekî û
ji yekê gundî di pirse gelo kî di vî gundî de mêvana xwedî dike?
mêrik malakî nîşanê wî dide û dibêje haaa wa mala hana mêvana xwedî dike
û mêrik hespê xwe dijo ber derê malikê û dibêje; selmu eleykum ma hûn
mêvana qebûldikin an..?
Xwedîyê malê,
elykumeselam ser çava bira keremke! mêvan mêvanên Xwedê ne û bixêr
ser çava hetîye. Xwedîyê malê hespê mêrik dikişîne tewlê û mêvan
dibe oda mêvanan. Mêvan bala xwe didê du xortên babaegît û bi dest û mil
kêtin odê û çûn destê xwedîyê malê ramûsan û çûn li jêrê odê li ser
çokan rûnistin. Xwedîyê malê dibêje; kurê min hûn bixêr hatin.
Xort, xêrdar bî babo.
Mêvan wê çaxê fêm
dike ku ew herdu xort kurên mêrikin.
Xwedîyê malê ji kurên
xwe di pirse, kurê min we keçik xwest?..
Kurên wî erê babo.
We qelen jî da ?..
Erê babo.
We çend zêr dan?
Me 100 zêr da babo.
Dema Kurên mêrik
dibêjin me 100 zêr daye, mêvan dikene û pêra tirek dike. Ji ber ku li wê
heremê qelin 2 zêr bûye, vêca 100 zêr bi mêvan pir ecêb tê û dikene pêra
jî tirekî dike.
Xwedîyê amlê ji mêvan
pirs dike, keko tu bi çi kenîyayî û te çima tir kir?
Mêvan dibêje; ma 100
zêr dibe û mirov çewa 100 zêrî dide qelen.
Xwedîyê malê ji mêvan
re dibêje; te van herdû kurên min dîtiye?
Mêvan dibêje; erê.
Xwedîyê malê dibêje;
7 kurên minê wekî vana henin û qelinê dîya wan jî 100 zêr bû. Ew
jinên ku qelinên wan 100 zêr be, babaegîtên waha jê derdikevin, lê
ew jinên tirekên ku qelinê wan 1 zêr be jî tirekên wekî te
derdikevin.