Çîroka mêrikê tucar
KSN/
27/5 2005- Ev bû çend name ne ji
Portela Serhedê re tê û xwendevan dixwazin ku bila Kurdên Musliman
bibin yek. Em wek malpera serhedê xwedî tu hêzek sîyasî ninin.
Lê bi ya min ev çîroka li jêr rewşa piranîya partîyên sîyasî
yên bakûrê Kurdistanê radixîne berçava. Di çîrokê de mêrik ji jina
xwe re dibêje ku min çêleka xwe da bi mîye kî, Jinik jî dibêje te
baş kirî em ê biçin bêrîya mîyan ma kî dizane ku çend mîyên me di
nava kerî de hene, yên 100 mîyê wan jî hebin diçin berîya pez û yên 1
jî hebe diçin bêrîyê.
Vêca Hinek ji Kurdên bakûrê
Kurdistanê dibêjin; bila navê partîtîyê
li ser me be, an jî xelk bêjin ku filankes serok û rêberê filan
partîyêye, bila ew û jina wî bi tenê endamên partîya xwe bin. Yê
mîlyonek endamên wan hebin jî navê wan partîne û yên du kulekên wan jî
hebin navê wan partîne. Em serê
we ne êşînin keremkin vê çîroka li jêr
bixwînin.
Çîroka mêrikê tucar
Divê mêrik rojek
ji rojan ji jina xwe re dibêje; jinik em qet dewlemend nabin, ma tu
dibê em çi bikin ku karibin dewlemend bibin?
Jinik: wele tu
dizane.
Mêrik dibêje; jinik
wele çêlekekî me heye ez ê sibê
çêlekê bigirin û herim bajêr û li meydanê bifiroşim û dest bi tîcaretê
bikim belkî Xwedêye em dewlemendbûn.
Jinik: wele fikreka
baş e-
Mêrik rotina din
çêlka xwe digire û diçe bajêr û ji xwe re li koşekî meydana mal
li benda tucar disekin ku çêlekê bifiroşe.
Merivek tê ba mêrik û
dibêje; selamu eleykim.
Mêrik we
eleykummeselam ser çava bira.
Tucar, tu nayê em
bazarek bikin?
Mêrik ser çava dibe
çima nabe.
Tucar, ka were em
mîyê û çêlekê bi hevdû biguherin.
Mêrik dibêje wele
baş e, em bi biguherînin.
Mêrik çêleka xwe bi
mîyekî re di guherîne. Hinek disekine mirovk din tê û ji mêrik re
dibêje; ma tu nayê me bazarekî bikin?
Mêrik dibêje; dibe
çima nabe.
Tucarê nû dibêje,
ka were ez kavirê xwe yê nêr didim te û tu jî mîya xwe bide min?
Mêrik, mîya xwe bi
kavirek nêr re diguherine.
Hinek di serde
derbas dibe, vêca yekê din tê û ji mêrik dixweze ku kavirê xwe yê
nêr bi karekî biguherîne. Mêrik kavir xwe yê nêr bi karekî re di guherîne.
Piştî çend deqan
yekê din tê, îjar mêrik kara xwe bi dîk re diguherîne û karê dide
bi dîkek.
Hine di ser bazara
mêrêk re derbas dibe vêca yekê din tê û ji mêrik re dibêje heyren
wele tu mirov Musilman e û tu serqote yanî serê te vekirîye û kumê
te tune, ma tu nayê
ez kumek-kulav- bidim te û tu jî vî dîkê xwe bidie min qenekan di meha
Remezanê de paşîva de ji me re azan dide.
Mêrik dibêje; wele
başe û radibe dîkê xwe dide bi komek û berê xwe dide mal û diçe. Mêrik tê
ser avak û xwe xwardike ku li avê mêzeka ka kumê wî çewaye,
mêrik
wextî xwe xwar dike ku li avê binêre, kumê wî ji swerê wî de dikeve
avê û biroda diçe.
Em serê we ne
êşînin mêrik tê gundekî û li mal Axakyë gund dibe mêvan ku
xwarin bixwe û
hinek bihna xwe jî bide û biçe mala xwe. Axa ji mêrik dipirse ku ji
ku tê. Mêrik çîroka xwe yek bi yek ji Axa re dibêje. Axa ji mêrik
dipirse ma gelo wê jina te bêhêle ku tu biçe mal?
Mêrik: Êrê
Axa ez ê herim mal û jina min jî tiştek nabêje.
Axa: sozê Xweda be
eger jina te bihêle ku tu biçe mal û tiştek ji te re nebêje, ez ê
100 zêrê zer bidim te. Mêrik û Axa şertê xwe datîne û mêrik diçe
mal.
***
Jina mêrik kbala xwe didê
way mêrê wê ji binê gun de derket hat. Jinek pir kêfxwşdibe ku ev bû
çend şev mêrê wê nelimale û diserda jî çûye ticaretê û pir mereqan
dike kû ka mêrê wê çikirî. Mêrik tê mal û jina wî xêrhatinê didê û ji re
xwarin datîne û piştî ku mêrik xwarina xwe dixwe û westa xwe digire, vêca jinik jê di
pirse ka te çikr û tucartîya te çewa derbasbû?.
Mêrik dest pêdike û
ji serî de çîroka xwe ji jinêkê re dibêj.
Min çêlek da bî
mîye kî.
Jinik dibêje; te
pir baş kirî em diçin bêrîyê, ma kî dizan ka çend pezê me di nav
kerîyê pezda heye. Ên 100 mîyê wan jî hene terin bêrîyê û yên ku 1
miyk wan jî heye terin berîyê, dema meriv çû bêrîyê êdî çi 100 be û
çi jî 1 be qet ferq nake.
Mêrik, min mîh jî da
bi kavirek nêr.
Jinik ew jî baş e,
xelk dibêje bira kavirê nêr yê filankesê heye, ma kî dizane ku ka di
nava birê de 1 kavirek me heye an ji 100 heye ew jî bas ş.
Mêrik min kavir ji
da bi karek.
Jinek dîsa wek berê dibêje; te baş kirî.
Mêrik dibêje;
min kar jî da bi dîkek, jinik dibêje; wele ji xwe meha Remezanê
nêzîkbûye û ji bana ku em rabin paşîva ji me re dîkek lazimbû
qenekanë di paşîva de ji mere azan dide Xwedê
kir ku te kar da bi dîk.
Mêrik dibêje min
dîk jî da bi kumek.
Jinik dibëje wele
te qenckirî, ji xwe kumê te tunebû û dinava xelkê de tu bê Kum nedibû.
Mêrik dibêje; ez
hatim ser avê û min di avê de li kumê xwe nihêrî ka çewayê û kum ji
serê min de ket avê û biroda çû.
Jinik hişk bi mêrê
xwe digire û dibêje; bila di serê kum da be û kum bi qurbna te be, qene tu bi silametî
xilasbûyî kum bi roda çûye jî tiştek nabe.
Bi vî awayî jina
mêrik dihêle mêrê wê here mal û dengê xwe nake û mêrik di şertê xwe
û Axa de qezenc dike û 100 zêrê zer ji Axa distîne û taze dest bi
ticaretê dike û dewlemend dibe.
***
Ne hemî lê hinek ji partîyên
sîyasî yên bakûrê Kurdistanê jî wekî jina mêrik, dibêjin bila navê
partîyê li ser me hebe û xelk bêjin partîya filankesê an jî filankes
serokê filan partîyêye, bila qet ew û jina xwe tenê endamên partîyê
bin an jî qet endamên partîya wan tunebe. Îroj gelek ji Kurdên
bakûrê Kurdistanê li Ewrûpa partîyên Elektironik çêkirine û heryekî
melperek jî avakirine û sîyaset dikin.
Amedekar
Dilbirîn: E-Mail
|