|
Mirovek diz li gundek cotek
ga bicîdike ku here bidize.Mêrik rojek qerar dide ku wêsevê here ga bidize.
Mehên baharêye sevên tarî çav çava nabîne û hûr hûr baran tê, mêrik dikeva
ber û berê rê diçe ji ber ku newêre di rê de here dibê nebe ku yek min vê
sva han liv ê rêye bibîne ji ber wê yekê ketî ber û berê rê diçe.
Seva tarî mêrik di nav
ceper, dar û devîyan re tere û baran dibare lingê mêrik carna dikeva çalên
ku tê de av kom bûy û av hetanî serçavê wî dibijiqe û cilûbergê wî di ava
sêlû û çemûrê de dilewutî ye.
Mêrik hinek bi tirs lir ê
diçe û bala xwe didê ku deng ji alîyê wîalîyê rê tê. Mêrik hêdî derbasî
wîalî rê dibe dibîne ku way pêyakî ber û berê rê diçe. Mêrik dibêje;
ahhaa..! bi Xwedê ev kîye ev ne pêyayê xêrê ye.. ka ez deng lêbikim ev kîye.
Mêrik bi dengek tirs û
nizim bang dike dibêje; lo.. bira.. bira..! tu kîye? Lê pêyayê din her wekî
qet deng neçûyê li rêya xwe dewamdikie. Mêrik hinek dengê xwe bilintir dike:
Erê.. tu çima dengê xwe
neke? Ka neçe em bihev re biçin.
Mêrikê din neçar dibe û
bidengek sermokî dibêje; ezim.. tu çi dibêje? Gadiz îdî dizane ew kîye.
Gadiz jê dipirse: gelo te
vê seva xêr e..? tuyê waha kuda here..? pêyayê din bersîvek dide lê gadiz pê
bawer nake û gadiz dibêje; ez bi wî Xwedayî kim gere tu were em herdû jî
karê xwe ji hev re rast bêjin ka em vê seva çi li kuridera xwe digerin..!
Gadiz dibêje; bira bi Xwedê
ez diçim dizîya gayê filankesê. Debêje, ka tu kuda diçe?
Pêyayê din jî dibêje; min
jinek eyarkirî ez diçim ba dosta xwe.
Gadiz dibêje; êêê… base..!
ez diz û tu bênamûs de were em herin ka Xweda çi dike.
Herdû diçin xwe digîhînin
binê gund lê baranek dibare wey Xwedao, dibe fisilduûman çav çavan nabîne
hirmîn û gurmîna hewraye û sîrqe sîrqa dengê birûskê tê eynî zirav li
mirovan diqete. Herdû bi zorû du beran xwe davêjin sikefta binê gund dibêjin
em hinek li vir bisekine da bibe bilindayî baran bisekine pasê em herin karê
xwe. Lê baran her diçe zêdetir dike gadiz bala xwe didê her diçe rews
xirabtir dibe gadiz destê xwe radike û waha nifir dike:
” Ya Xweda ez bidizîya xwe
tu bi xezeba xwe û vaya jî bi bênamûsîya xwe belkî em îsev vî gundî wêran
bikin”…
Ma gelo tu Mahmudkî yî yan Etmankî yî?
Dibêjin carekê zilamek ji rêyeke dûr dihat û çû ser bîrê ji
bo ku avê vexwe. Li wê derê jinikekê av dikiþand. Jê re got weleh xwakê ez
jî û kera min jî tî bûye.
Tu bi kerema xwe bikaribû avinê bidî me. Jinikê pirsî: Ma
gelo tu Mahmudkî yî yan Etmankî yî? Mêrik da ber hevûdû heke bêje ez
mahmûdkî me lê ku jinik etmankî be.
Got ya baþ ew e ku ez bêjim ''ez mahmûd kî me û kera min jî
etmankî ye''. Dema ku bi vî rengî bersîv li jinikê vegerand ''Ez etmankî me,
welleh min av neda te. Lê ezê avê bidim kera te ji ber ku ew etmankî ye''
|