|
Mirovek Feqêr, lê bêhed û bê`hîsab dekzan û fenek bûye harcar karê wî
xapandin û dek û dolab li serê xelkê çêkirine. Rojek bala xwe didê wayê yekê
dewlemend di rêyek de diçe . Feqîr dilezîne tere xwe digihîne dewlemend û
dibêje:
-roj bas.
Wey roj bastir feqîr.
-tu bi kude diçe?
Wele, ezê herim vî gundî.
_gelek base..! ji xwe ez jî li hevalek digerîyam wayê Xweda tu da em bihevre
bibin heval hetanî wî gundî.
Herdû pir çûn hindik çûn rastê avek hatin, feqîr di dilê xwe de gut ahhaa..!
bi Xwedê karê min lê hat ezê evê dewlemnd bi xapînim.
Feqîr got: Axa, tu nayê em têkevin avê xwe hinek hinik bikin, ji xwe hewa jî
pirr germ e û pasa emê li rê ye xwe herin?
Axa didilê xwe de got evê feqîr kîye ku ez pêrê têkevim avê, ji xwe serme ku
ez bûme hevalê wî. Lê Axa ya dilê xwe neda zanîn, ji feqîr re got: wayê hewa
xwese em herin wê bastir be.
Lê Feqîr ji ser ya xwe nehat xwarê île wê dekek li serê dewlemend bihûne.
Herdû hinek ji li rê çûn rastê avek du avê din jî hatin eynî pirs û eynî
bersîv dan hev, lê di ava sisyan de Feqîr pir îsrar kir û dewlemend jî
nexwest dilê wî vê carê jî biskime got:
De were em dikevin avê tu ewqas îsrardike.
Herdûya dest bi derxistina cilan kirin lê Feqîr cilê wî hemi yê kevn,
qetyayî û pirtêlî ye hemî bi bendan biheva girêdayî bû, Feqîr xwe li bendê
cilê xwe mijûlkir?û Dewlemnd bi carek cilê xwe derxist û ket avê.
Feqîr got: Axa ka ez dijimêrim tu hetanî çendan dikere dibinê avê de bimine?
Ji xwe ya dilê Feqîr jî ew bû ku deka xwe bicîh bîne.
Axa xwe nuqê binê avê kir û Faqîr jî cil û bergê xwe û yê dewlemend girt û
saerîoyo tu biu qurbana lingabe çû hey çû
Dewlemend jî hetanî karîbû dibin avê de ma û serê xwe ji bin avê deranî û
pêra pirsî bû çend? Û dewlemend ava ser çavê xwe paxij kir û çava xwe vekir
li hawirdorê mêzekir malkê tu xirabe ne Feqîr e û nejî cil û berg e Axa li
wur rûtû tezî ma.
Axa got heyra ev çibû hat serê min? evê feqîr çikir? Naha yekê nas min di vî
halî de bibine wê ji min re çi bêje..! û ya bas ewe ku ez herim xwe li cîkî
vesêrim heta bû êvar û tarî ket erdê ez herim mal û Axa çû ket nav giha û li
binê darek rûnist.
Axa dît kevokek hete li ser darê venist û bû qeba qiba wê û xwend. bi dengê
xwendina kevokê re ruvîyek belek dilî dirêj jêrde ji nav newalê derket het û
got:
Roj bas xwuska kevok.
-roj bastir birayê rovî.
Pistî kevokû rovî pirsa halû wextê hev kirin rovî waha got:
H`era wele em ewqas dotmam û pismamin, lê min hê nedîtîye ka hûn çawa
radizên xwuska kevok?
-mala te..! ma wexta razanêye? birakê rovî..! wextê razanê hat ezê nisanê te
bidim ka em kevok çawa radizên.
Li ser îsrarkirina rovî kevokê her du baskên xwe rakir û serê xwe xist binê
baskên xwe û got: em kevoka waha radizên. Wextê kevokê serê xwe xist binê
baskê xwe hema rovîyê fenek hisk bi pasitûyê kevokê girt û got: wele ez pê
hesîyame ku te ji bavê min re xinber daye heeeee& ! ezê îro te bixum.
Kevokê îdî zanî ku rovîyê fenek li sewrê wê fen çêkir û kevokjî nedixwest
bibe xwarina rovî. Kevokê got:
Bira, hey hewar hey merez te xêre..! mal xirab ne em dotmam û pismamên hevin
tuyê çawa min bixwe?
Lê gotina kevokê pere nedikir ji ber ku rovî biryara xwe dabû ku kevokê
bixe. Hema di cîde kevokê jî di serê xwe de fenek çêkir û got:
Birakê rovî wele ez zanim tu yê min bixwe, de ka wesyetê apo yanî bavê xwe
bi cî bîne, de tu min dixwe jî dîsa bixwe!
Rovî got: wesyeta bavê min çîye?
-wextî em zarokbûn hertim bavê te ji me re digot: zarokno, we çiqas xwarin
girtin hetanî hûn nebêjin Elhemdûlîlah...! hûn wê xwarinê nexun..!
Rovî di dilê xwe de got ji vîya hêsan tir çi heye.
Rovî got: Elhemdûlîlah, û devê xwe vekir û kevokê got pirrrr...ji devê rovî
firda û çû dîsa li ser darê venistî û rovîyê fenek jêlîve wusan melûl melû
li kevokê nêhêrî.
Kevokê got: Birakê rovî xêre..! tu wusan `ecebmayî li min dinêre?
- Rovî got: ez di dîya wî bigêm ê ku hetanî têr nexwe bêje Elhemdûlîlah..!
- Kevokê jî got: ez jî di dîya wî bigêm ê ku hetanî xwa wîneyê razê& !
- Axa jî, ji binê darê rabû û dibêje: Ez ji di dîya wî bigêm ê ku hetanî av
jî re lezim nebe têkeve avê
|