KSN/
21 10 2005- Li Rojhilata Navîn
rejmên dîktator yek bi yek tên hilweşandin û destpot û
dîktator, ji alîyê mezlûman de, tên darizandin û ava serê
dîktatorên din jî, pêde pêde germ dibin. Di Rojhilata Navîn
de, tu miletî bi qasî miletê Kurd, ji dstê zalim û dîktatoran
nekişandîye, lê ya herî mirovan dilşad dike ku kurdên kezeb
peritî, bi çavê serê xwe darizandina dîktatoran dibînin û wek
mucrimekî li ser kursîyê tewanbaran rûdinên.
Wusan dixwîye ku ava
serê rijama Suriyê jî hêdî hêdî germ dibe û rejma Suriyê bi
destê xwe cila xwe li cehenemê raxist. Wekî mirov dara bin
lingên xwe bibire û kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refik
Heriri, organîze kir
û naha jî wê hesabê dek û dolabên xwe yên genî bidin.
Her çiqas rejma Suriyê,
şêla întiharê da kuştina wezîrê navxweyî Xazî Kenan jî,
lê dîsa ji destê komîsyona ku li ser kuştina Herîrî lêkolîn
dikir, xilas nebû û îroj rapora ku derbarî kuştina Herîrî de
hatibû amadekir, dide isbatkirin ku ereba di kuştina
Herîrî de hatîye bi kar anîn, li Suriyê bombe lê hatiye
barkirin.
Gelo çima, Emerîka û dewletên
Ewrûpa ewqas li ser kuştina Refik Heriri sekinin? Ma berê qet
kesên wek Herîrî nehatibûn kuştin? Iroj dewletên rojava, zend
û bendên xwe ji bona bi cîkirina edaletê badidin.
Dema bi sedhazaran Kurd dihatin
enfalkirin û kîmya barankirin, ev hewarîyên demokirasîyê û
xwedîyê edaleta weke şûr tûj li kubûn û bi çi ve meşxûlbûn?
Dema dîktatorîya Sedam ya
herî hov de, dewletên îroj xwedêgiravî bûne hewarîyên edalet û
demokirasîyê, heval û dostên Sedam yên herî pêş bûn.
Çiqas dewletên degirkerên
Kurdistanê derbarê miletê Kurd de xwedî dîroka reş û tarîn in,
ew qas jî dewletên Îngilîz û Emerîka xwedî dîrokeke reş e.
di sedsala 19an de, eskerên
Îngilîz bi dweleta Îraqê re mil bi bil li dijî şoreşe Şêx
Mehmûd Hefîd, Şêx E: Selam, Şêx Ehmed û mele Mistefa
Berzanî li dijî kuradn şerkir. Û di dîroka miletê Kurd de
dewleta herî gunehkar dewleta Îngilîz e ku ew li ser qedera
miletê Kurd rûnişt û nehîşt kurd bibin dewlet.
Emerîka ne dostên miletê Kurd e,
ew bi tenê dostê menfîeta xwe ye û menfîeta Emerîka li ku be,
ew li wur e. Lê tiştek heye, ew jî îroj menfîetên Emerîka û
Kurdan li hev hatîye û ji bona menfîetên xwe li gel hev didin
û distînin.
Eger riza Emerîka pê tunebe, tu
dewletên dagirker nikarin li miltê Kurd zulm bikin. Sedam bi
alîkarîya Emerîka miletê Kurd qetil dikirin û îrojî dîsa bi
destê Emerîka bi êxdamê tê darizandin.
Lê çi dibe bila bibe, ew
dewletên dîktator ku bi alîkarîya Emerîka li ser lingan diman
û dstpotîya xwe dimeşandin, îrojî yek bi yek dîsa bi
detê Emerîka tên hilweşandin. Heya Emerîka bi kêrî me were, em
ê jê re bêjin merhebe.
Dem hat û dewr derbas bû, êdî
keskî nikare hespê xwe li ser hesabê hin kesên din bi kerema
dilê xwe bibezîne. Di avêtina her gaveke ne li rê de, wê hesab
were pirsîn.
Pirsgirêka Kurd her diçe
aktueltir dibe û miletê kurd dibin xwedî gotin û bi destê xwe
birînên xwe derman dikin. Ev bûyerên erênî yên
ku li gora berjewendîyên kurdan rû didin, hin erk û
wezîfeyên giran dixînin ser milê miletê Kurd.
Divê rêber, desthiladar,
rewşenbîr û sîyasetzanên kurdan, milet li ser hîmeke
rast û zanîn û sîyasetek realîst, perwerde bikin. Ne pêwîste
ku em li dewletên cîranên xwe binêrin û li gora sîyaseta wan
ya gemar sîyasetê bikin û navmala xwe bi xemilînin.
ٌ