Dewlet Tirk dixwaze bi vê helwesta xwe çi bike..?

Stockholm, 2/4 2005- Rayedarên dewleta Tirk tu carî bi qasî vêcarê ji hilweşandina dewleta  xwe netirsîyane. Dewleta kemalîst, xwe li ser tirafa agir  dibîne û ji bona cîyê lingê xwe zexm û pişta xwe jî qewî bike, li çaran digere û ji Kurdan jî baştir ji xwe re çare nabîne.

Gelo sedem çine ku  dewleta Tirk ew qas ji pêşeroja xwe ditirse û her carî êrişî alîyek dike.? Dewleta Tirk, bi çend alîyan  xwe di bin xeteran de dibîne.

-Yekemîn, û ya ku  herî ricif kirîye dilê dewleta Tirk avabûna desthiladarîyk Kurdî ye. Ji ber ku avabûna dewlet, federasyon û hebûna desthiladarîyek Kurdî li başûrê Kurdistanê, otomotîk ruhê dewleta Tirk tîne navê û Tirk xwe bi awayakî ruhî du kerî dibîne.

- Duemîn, dewleta Tirk rêwîyê Yekîtîya Ewrûpayê ye, ji ber vîya jî  wekî berê nikare bi serê xwe karê tarî û qetlîaman pêkbîne. Her rûdanek ne mirovî li Tirkîyê rûbide, wê heseb bidin Yekîtîya Ewrûpayê.

- Sêemîn, dewletên dîktator yek bi yek hildiweşin û ji holê radibin. Di dunê de yek ji dewletên herî dîktator dewleta Tirk e û hebûna xwe li ser tunebûna miletê Kurd avakirîye. Dewleta Tirk ditirse ku aqîbeta rejma Sedam Huseyîn wê were serê wî jî.

- Çaremîn, Emerîka îroj hatî li rojhilata navîn bi cî bûye û bûye cîranê dewleta Tirk. Her çiqas dewleta Tirk bi eşkeratî, behsa dostîya navbera xwe û Emerîka de bike jî, lê ev dostî ne ji dile. Ji ber ku fêdê dewleta Tirk û ya Emerîka ne wek hevin, ji ber vîya jî, Tirk hatina Emerîka bone Rojhilata Navîîn ji xwe re pir xeter dibîne.

Vêca Tirk,  ji bona ku van xeterana ji ser xwe rake an jî kêmtir bike,  wekî Lozanê carek din dixwaze miletê Kurd bikar bîne. Ev welweleya ku li ser  ala Tirk hate derxistin, yek ji van  pirojanabû ku serfermandarîya Tirk kir rojevê ku kurd bi xwe xwedî li ala tirkan û yekîtîya axa tirkîyê derkevin.

Dewleta Tirk bi destê Apo û ên wekî Leyla Zana yê, hestê Kurdewarîyê ji nava Kurdên bakur rakir. Îro Kurdên ku li der û dora Apo ne, bi tenê nev Kurdên û ji daxwazên miletê Kurd pir dûrin. Aqilmend û qelemşorê dewleta Tirk du tişt bi apocîyan daye qebûlkirin.

Yek, Kurdên Apocî xwedî li yekîtîya axa tirkîyê derkevin û daxwaze hebûna tu desthiladarîyek Kurdî nekin.

Dudu, Apocî bêjin;  ala Tirkan ya Kurdan e jî. Ji xwe Apo her tim di axiftinê xwe de vê yekê dibêje ku ji Kurdan re tu tiştek pêwîst nîne bi tenê demokirsî ji kurdan re pêwîste.

Dema mirova dev ji van herdû tiştana berdan, îdî yên din ne gelekî girînege. Tu çiqas bi kurdî xiberde, sitrana bêje û behsa mafê kulturî bike jî, tu ji ruhîyeta xwe dûrketî û hatîye lîstika dewletê û ji daxwazên xwe dûrketî û çû ser xeta dewletê.

Dewlet dixwaze Kurdên bakûr li himberî pirsa Kurd li bakur bixwe û her wusan jî li himberî başûrê Kurdistanê bikarbîne. Îro li ba Kurdên Apocî pirsa Kurdistanê ne gelekî girînge, Apocî behsa hin tiştên xeyalî wekî Konfedaralizma ku tu hîm û bingeha wê tune dikin. Ji xwe daxwazên Apo hemî jî bê bingeh bûne.

Her çiqas  Apo û ên wekî Leyla Zana xiberdin jî, lê di pişta perde de Genlkurmaya Tirk heye. Dewlet di xweza bi van pîlanên xwe peyam bide Yekîtîya Ewrûpa û Emerîka ku pirsa Kurd li tirkîyê tune û kurdên bakur li himberî Yekîtîya Ewrûpa û Emerîka bikarbîne.

 

 

 

 

 



 

 

Niviskar