KSN/
28/9 2005- Berpirsên Amerîka û Îraqê ragîhandn ku
roja Yekşemê cigirê Zerqawî Ebu Ezam li Bexdayê hatîye
kuştin. Ligora Misteşarê Emnî ya Hukumeta Îraqê Muwafak
el-Rubai,
Ebu Ezam li Bexdayê xwe di xanîkî
de veşartibû û di encama operasyonên eskerên Amerîka û yên
Îraqê de hat kuştin. Rêxistina El-Qaîde, hê em ne piştrastin
ku Ebu Ezam hatîye kuştin û dibêje; Ebu Ezam ne
cigirê Zewrqawî bûye.
Berpirsek ji hukumeta Îraqê ragihand ku, kesekî Îraqî, ew
ixbar kirîye û bi vî awayî jîyana bi sedan xewlkên Îraqê
hatîye xilaskirin. Rayedarên Îraqî, Ebu Ezam îsal di meha
Nîsanê de ketîye Îraqê û bi sedan bombe bi emrê wî hatîye
teqandin û bûye sedemê kuştina bi sedan mirovên bê guneh.