|
KSN/
27/12 2005- Li bajarê
Kerbela li Îraqê, di dema kolana kanalên avê ku ji alîyê
daîra kar û barê avê de dihat kolanê, tirbeka komkojî
hat dîtin. Li gora agahîyên polisê Îraqê yên wê heremê,
di tirbê de bi qasî 31 zarokn di pêçekan de hene. Tê
bawerkirin ku ev qirikirin ya dema raperîna şîîyan ku di
sala 1991an de li himberî rejma dîktator ya Sedam
Huseyin de hatîye kirin. Lêkolînên li ser pêçekan hê berdewam
ku ka bizanin ev dergûşên di pêçekan de hatina kuştin yên kê
ne.
Li gora
jêderên Îraqê, ji hilweşandina rejma Sedam Husyin
û hetanî niha rastî 300 tirbên komkujî hatîne û piranîya wan
li mintiqa Kurdistanê hatine dîtin. Ji ber ku miltê kurd rejma
dîktator ya beesîyan red dikirin û rejma bees jî li dijî wan
karên hovane dikir.
|