KSN/
15/9 2005- Di 10ê Îlonê 2005an de Komela kurd ya Spånga li Stockholmê
semînerek li ser bîranîna şoreşa şêx Seîd da. Semînergêr nivîsakrê bi nav
û deng M. Emîn Bozaslan û yê din jî nevîyê Şêx Seîd û serokê HAK-PARê
Ebdulmelîk Firat bû. Ji bona min ev cara yekem e ku semînerek waha bi rêk
û pêk çêbûye û bi kurahî li ser şoreşa sala 1925an hatîye sekinîn.
Ebdulmelîk Firat, bal kişand ser hin xalên
girîng ku belkî ji alîyê gelek kesan ve hê nehatibû zanîn.
Yek:
Dihat gotin ku Fehmîyê Bîlal ji Şêx Seîd efendî xwestîye ku, em rêya
tîranê ya ku ji Entabê di ser Mêrdînê re diçe Dîyarbekir xirab kin ku,
dewleta Tirk di wê rêya hesin de eskêrn xwe di hewarîya eskerên xwe yên
ldi Dîyarbekir de neyîne. Lê Şêx Seîd daxwaza Fehmîyê Bîlal qebûl nekirîye
û gotîyî Firansa rê nada dewleta Tirk, ku eskerên xwe bîne Dîyarbekir
Lê Ebdulmelîk Firat vacîyê vê îdaya ku me li
jor behskir, dibêje. Ebdulmelîk Firat, Şêx Seîd qasidek dişîne herema
Entabê ku niha navê wî axayê nayê bîra min û ji axa dixwaze ku rêya tîranê
xirab bike, lê axa qasidê Şêx Seîd dikuje û rê dide eskerên Tirk.
Firat, Şêx Seîd xiber ji mala Cemîl Paşa re
dişîne ku rêya tîran ya kû ji Mêrdînê tê Dîyarbekir xirab bikin, lê mala
Cemîl Paşa jî rê xirab nakin.
Wusa tê zanîn ku ji bona rola Şêx Seîd
di şoraşê de kêm bikin û yek ji sedmên têkçûyîna şoreşê jî, Şêx Seîd bi
xwe ye, hin îdayên pûç û vala avêtine ortê
Dudu: Yek
ji sedemên têkçûyîna şoreşa Şêx Seîd, dewleta Uris ya Kominîst bû.
Xwdêgiravê dewleta Uris ya Kominîst li dijî wehşeta Kaptalizmê avabûbû, lê
tu were binêre ku dewleta Uris li dijî Kurdan bi Kaptalîstan re li ser
Mistefa Kemal li hevkirin û bi wasita Uris; Firansa rê da dewleta Tirk ku
eskerên xwe di Mêrdînê re derbasî Dîyarbeki kir.
Kurdan jî ji bona Kominîzmê ruhê xwe feda
dikirin û ketibûn hemberîya hevdû ka kî ji wan zêde dîroka dewleta Uris û
derbarê Kominîzmê de zanane.
Sisê:
Dewletên roj ava ji ber Sultan Selahedînê Eyûbî, mafê Kurdan nedanê û Kurd
di nava 5 dewletan de parvekirin. Firat, min gelek bi kesên Ewrûpî re
xiberdaye ku, we çima Kurdistan waha perçekir û we hemû milet kir delet,
lê mafê Kurdan nedan?.
. Wana waha bersîv dan min, Kurd mileteke
serhişk in û Kurd bûn asteng ku me nikarîbû Qudus bigirta. Jiber vê yekêye,
heke hûn Kurd bibûna dewlet we yê gelek rê bigirtana.
Çar:
Ebdulmelîk Firat, min di jîyana xwe de sê -çar caran Mela Seîdê Kurdî
dîtîye. Carek ez çûm Îsparta û Mela Seîdê Kurdî nexweşbû û nikarîbû çavên
xwe vekira, dema ez dîtim çav lê bû wek şûş e û rabû rûniş û ez hemêz
kirim.
Vegerîya ser telebên xwe û got: min ji were
nedigot ev tiştên ku ez dibêjim û hûn dinîvîsînin, hemû merîfeta Medresên
Kurdistanê ne.
Rojek min bihîst ku Mela Seîdê Kurdî hatîye
Enqerê û li Oltêlê dimîne. Telefonê min kirin ku Mela Seîdê Kurdî
dixwaze Şêx Elîriza bibîne. Wêdemê Şêx Elîriza û Şêx Selahedîn her dû apên
min ji hatibûn Enqerê. û mêvanin min bûn.
Min ji apê xwe re got ku Mela Seîdê Kurdî
hatîye Enqerê û dixwaze ku we bibîne. Apê min Şêx Elîriza got. dema ew
nexweşe em ê herin wî li Oltêlê bibînin.
Em çûn Otêlê û me hevdû dît. Apê min Şêx
Elîriza ne mirovek sofî bû û bi tiştên tesewufê ve jî eleqeder nedibû. Şêx
Elîriza, ji Mela Seîdê Kurdî re got: di nava kitêbên te de hin tiştên bîde
û xurafe henin; weke hurûfên Ebcedîye û tiştên din. Ev çine, qet kêfa min
ji tiştên waha re nayê.
Mela Seîdê Kurdî, waha bersîva Şêx Elîriza
da û got: ji sala 1957an û vir ve min tu tiştek nenivîsîye çi nivîsîbin
van telebên min li ser navê min nivîsîne. Ez ê ji vna re bêjim ku wen
tiştên xurafa li ser navê min nenivîsîne.
Firat, lê heke miletê Tirk ew çend kitêbên
Mela Seîdê Kurdî ninivîsandina û lê xwedê derneketina, niha kesî ji me
navê Mela Seîdê Kurdî nizanîbû û hatibû ji bîrkirin. Ez çima vîya dibêjim;
lewra em kurd li mezinên xwe xwedî denakevin.
.