dî
şerê
birakujî nema dike. Pêşveçûyînên li Kurdistanê dilê me xweş û
geş dikir.
Di warê sîyasî, civakî,
çandî û bazirganî de, her tiş
li gora şert û şirûtên Kurdistan, îraq û Rojhilata Navîn, bi
rêk û pêk û di pêvecoyek baş de di herikî.
Her çiqas Ensarul-Îslam
hin nerihetî dikir
jî, lê bi alîkarîya YNKê bi çend fuzeyên Emerîka bi sedan
kurdên aligirên Ensar ji holê hat rakirin. Kudan got: Ensar
tevlihevî derdixist ya baş ewbû ku ew ji holê rabû.
Lê yên mayîn jî tev li
dujminên kurdan bûn. Bi ya min heke partîyên kurd bixwestana
dikarîbûn ew qezenc bikirana, lê mixabin ew kurd hatin wenda
kirin û niha jî li ser kurdistanê bûne xeter.
Em bi şev bi hêvîya yekbûna
herdû îdareyên kurdisatnê radiketin û bi sibê jî dema me
li internet û rojnama mêzedikir, me digot gelo nûçeyek derbarî
wê hêvîya me de heye an na.
Lê di gel vî yekê jî
ewlehî li Kurdistanê, ji gelek welatên ku 80ê
salin dewlet in pir baştir e. Bê guman ev jî ji bona her
kurdekî serbilindî ye.
Hilbijartinên derbasbûyî
bûbû nîşanê wê yekê ku kurd dikarin senga xwe ji hevdûre fire
bigirin û bi hevre bikevin hilbijartinan.
Ev jî tê wateya kultura
demokirasî û hevdû qebûlkirinê di nav kurdan de bi cî bûye.
Lê Bûyerên dohî yanî; di 6/12
2005an de li pairanîya herema Behdînan qewumî, her kurdekî
xemgîn kir. Di xwazim bêjim ku bûyerên bi vî rengî bi tenê
dilê dujmin xweş dike.
Tu fêdeyek miletê kurd di vê
bûyerê de tune. Di bûyerên waha de, ji bilî zirar û zîyanê can
û madî, partîyên desthiladar di warê sîyasî de wenda dike û
yên mezlûm jî qezenc dike.
Berpirsên Yekgirtu dibêjin, heke organîzekirî nebe, di eynê
rojê de û di dema nivroyê de li Dihok, Zaxo, Amêdî, Sersing,
Simêl, Akrê û Şeqlawa, çewa ev êrş pêktê?
Ma wê kes nabêjin; xwendekar di
Zanîngehan de bi qelemê ders dibînin an bi çek û sîleh?
Deme xwendekar çûn ser baregeha
Yekgirtû û bi keviran li baregehê xistin û gule barand
ser beregehê, ma polisan qet di destê wan de çek nedît û çima
midaxile nekirin? û hwd..
Ji êrişên ser baregehê xirbatir
ew bû ku, dema bergehê Yekgirtu li Dihokê şewutandin wêneyên
Sedam Huseyin bi bi bînava daliqandin.
Ya dilê me xweş kir ew bû ku serokê
Kurdistan Mesud Berzanî, bûyer şermezarkir û ji hikumetê xwest
ku derbarê bûyerê de bi lez û bez lêkolîneke ku bawerîya
herkesî pê were bike.
Ez di wê bawerîyê da me ku
serokê Kurdistanê Mesud Berzanî vê yekê pir bi rihetî çareser
dike. Ji ber Berzanî ji vê bûyerê pir mezintir e.
Li gora agahîyên Yekgirtuya
Îslamî, di vê bûyerê de, hin nûnerên PDKê yên heremê dibin
gumanan da ne ku bûyer di bin zanîna wan de hatîye
organîzekirin. Lê divê ev li benda dadegehê bimîne.
Veqetandina Yekgirtûyê Îslamî ji
lîsta hevpeyman ya Kurdistanê, xelet e, her çiqas kur û kêmasî
hebû jî, lê divîyabû Yekgirtu vêcarê jî ji lista
kurdistanê neqetîye.
Dema Yekgirtû qetîya û beyanat
belavkir, me wê çaxê jî nivîsî ev tiştek ne raste ku Yekgirtu
di rewşeke waha de, bi serê xwe bikeve hilbijartinan.
Lê ev nayê wê yekê ku Yekgirtuya
Îslamî xayîne û havlên vî ya û wî ya ye.
Divê em pirsgirêkên xwe bi xwe
çareser bikin. Kes nikare bi darê zorê gotinên xwe li ser
kesekî din ferz bike.
Û em kurd vê yekê baş dizanin û
ji me kurdan pirtir kesekî din vê yekê nejîyaye. Divê Kurd ji
dewletên cîranên xwe ders bigire û rê nedin tiştên waha.
Hege em rê nedin Kurdên oldar ku
bi rêyên demokiratik xwe îfade bikin, em ê ji xwe re û ji
meltê kurd û Kurdistanê re pir nebaşîyek mezin bikin.
Divê em qenc bizanibin ku tu
kesekî bi çevtirsandinê, dev ji mafê û bîr û baerîên xwe
bernadin.