---------------------------------------------------------------

Çend gotin  û rexne

Dilbirîn

Swêd,19/2 2005- Dema mirov li nivîs û þîrovên  Nivîskar û Malper û Rojnamên ku li bakûrê Kurdistanê derdikevin û weþanê dikin dinêre, mirov rastî gelek kêmasîyan tên û rêya ku dene ber xwe mirova têrnake û mirovan  ricî dihêle. Qismek ji medya Kurdên bakûr ji pesindana Emerîka û çepik lêdana ji destkeftîyên li baþûrê Kurdistanê zêdetir wext nabîni ku li ser bakurê Kurdistanê tiþtek binivîsîne û li ser derd þ êþa bakûrê Kurdistanê hizir bikin.

Mirov dikare Medya Kurdên bakûrê Kurdisatnê bikin du beþ, beþek ya Apocîyan e û ev beþa han li ser xeta Îmrokurd diçin û ji xeta Îmralîyê dernakevin. Ev beþa ku me navê wê li jor nivîsî ne bi serê xwe ne ku karibin her tiþta ku li gorî berjewendîyê Kurdistan be bi nivîsîne. Ev baþsa hana  li gorî xeta resmî ne, ne rast û ne jî çep di meþin li gor emr û fermana ku ji wan re tên dayîn gavên xwe davêjin. Wekî ku di nava Kurdan de haye dibêjin; " Dar û werîs rêya Bitlîs" vana  ji wê herin û werin behasa Evdila Ocalan bikin û her tiþt girêdayî Evdila Ocalan e.

Beþa duemîn jî, ewên ku li dij û mixalifên Apocîyan e. Ev baþa hana xweda giravî behsa demokirasyî, maf û edaletê  dikin û xwedî li tevaya Kurdistan û berjewendîyê Kurdan derdikevin.  Birastî jê divê mirov xwar rûnê û rast xiberde, ma va beþa han bi qasî navê xwe heye an na..?

Piranîya Nivîskar û ew kesên ku doza Rewþenbîrîyê dikin, derd û îþa bakurê Kurdistanê ji bîr kirine û ji pesindana Emerîka û çepiklêdan ji destkeftîyên ku li baþurê Kurdistanê zêdetir wext nabînin ku li ser bakurê Kurdisatanê bifikirin. Bi xwe mixalifate Apocîyan dikin lê bakurê Kurdistan bi temamî li însîyatîfa dewlet û Apocîyan hiþtine.

Li Culemêrgê erdhec çêbû û xelkê Culemêrgê hê jî di çadiranda dijîn û rewþa wan pir perîþan e, lê vê erdhecê û rewþa xelkên Culemêrgê di nivîs û medya bakur de pirr kêm ci girt û kesek nexwest an jî wext ji çepiklêdanê nedît ku derbarê vê  buyerê de binivîsine û êþ û azarê vî meltî bine ziman.

Li Qiziltepe Ahmed Kaymaz û bitevî Kurê xwe yê 12 salî Ugur kaymaz ji hêla Polisên Tirk ve hatin Kuêtin, mirov dikare bêje ev bûyera ku bi awakî hovane hete kirin, qet di medya bakurê Kurdistanê ya ku xweda giravî mixalefeta Apocîyan dikin  de cî negirt û kesekî  ev buyera layîqî çend gotinan nedîtin ku li ser bi nivîsîne. Ez wusan bawerim ku pîlan û pirojên wan jî derbarî bakur de tuneye.

Destkeftîyên ku li baþûrê Kurdistanê bi destketine, bi xwîn, ked û emega xelkê wêderê bidestketîye, lê divê her kurdek li wan destkeftîyan xwedî derkevin û yê hemî Kurdan e. Ev nayî wê menayê ku em sibê hetanê êverî ji wur re li çepikan bixîne û bakûr ji bîr bikin.

 

 

 



 

 

Niviskar