|
Celal Telebnî bû serokê Îraqê

BEXDA, 6/4 2005- Parlamana
Îraqê di civîna xwe ya îro de Segreterê giştîyê YNK Celal Telebanî ji bona
serokê Îraqê hilbijart. Serokatîya Telebanî, ji bona miletê Kurd tişteka dîrokî
û xeyalên sedsaln e ku iro hat cî. Di dîroka miletê Kurd de çaxek nû vedibe û wê
birînên ku bi sedê sala ne bê melhem mabû, wê werin kewkirin.
Yekşema derbasbûyî jî sorkê Parlamanê Erebê Sunî Huseyin
Haşemî hatibû hilbijartin. Cigirên Telebanî du Erebin, yek ji wan
Erebê Şîî Adel Ebdulmehdi e û yê din jî Erebê Sunî Gazî El-Yawar e ku hatine
hibijartin.
Bo gorî nûça interhaberê, wê roja
Pêşembê jî serokwezîrê Îraqê were hilbijartin û
wê serokwezîr hukumeta nû avabike.
Celal Telebanî kîye?
Telebanî di sala 1933an de li
başûrê Kurdistanê hatîye dunyayê û Telebanî dema li Zanîngehê huqûq dixwend bû serokê ciwana
yê PDK di bin serokatîya Mele Mistefa berzanî de. Ji ber ku Telebanî karê sîyasî
dikir, nedikarîbû xwendina xwe bi qedîne û Telebanî di salên 1975an de ji PDK
qetîya û partîya YNK avakir.
Telebanî piştî ji PDKê qetîya, li himberî
rejma Îraqê
biryara şer girt û şerê Îraqê kir. Di salên 1992an de di navbera PDK û YNK
pefçûn derket û bi hezaran Kur hatin kuştin û her wusan di navbera PKK û YNK de
şer derket. Di
hilbijartinên ku di 30 Çilêdawî ya meha derbasbûyî de, Partîyên Kurd li başûrê
Kurdistanê bi yek listekî ketin hilbijartinan û encamek baş bi dest xwe xistin û
77 endamê Kurd ketin Parlamana Îraqê. Serokatîya Celal Telebanî yek ji ancmî vê
yekîtîya miletê Kurd li başûr e.
|