**Menûya Kurdî**
 

 

 

Bush ji Erdoga sê tişt xwest

KSN/ 9/6 2005- Ev bu du roje ku serokwezîrê Tirk Receb Tayib Erdogan û heyeta pêra li Washingtonê,  bi serokê Emerîka George W Bush û karbidestên Emerîka re hevdîtinên du ali pêk tînin. Wextî mirov bala xwe dide medya cîhanê, xulasa serdana Erdogan ya Washingtonê di sê mijaran de dicive. Di sê mijarên serekî de pêwîstîya Bush bi Erdogan heye.

Di medyayê derket ku, Bush ji lîdertîya Erdogan re spas kirî û gotîye ku demokirasîya Tirkîyê wê bibe nimûne ji bona Rojhilata Navîn. Bush dixwaze xwestekên xwe bi Erdogan bi vê seletê bide xwarin û Erdogan mejbûre ku daxwazên Bush qebûl bikke. Hedefa sîyaseta Emerîka ya nû ewe ku Misilmanên ne redîqal ji bone xizmeta xwe têxin pîyasê. Ji van Mislimanan yek jê Erdogan e û Emerîka dizane ku Erdogan dikare roleka baş di vî warî de bilîze,  wekî din tu karekterên Erdogan yên tayîbet tune.

-Yekemîn, xwesteka Emerîka ew e ku di piroja Rojhilata Navîn ya bi navê ( BOP) de, modela Îslama ku îro li Tirkîyê ya ku bi detê rejma Kemalîst tê meşandinê, bikar bîne.

- Duemîn, li Rojhilata Navîn her diçe dijberîya Emerîka xurt dibe û Emerîka  dixwaze ew  dijberîya ku li himberî wan ji alîyê  Muslimanên redîqal ve tê kirin, bi destê Muslimanên wekî Erdogan bide kêmkirin û xwe ji lista dujminên Îslam û Muslimana bide derxistin. Bush ji Erdogan xwestîye ku midaxeleyê wan terefên ku li Tirkîyê dijberîya Emerîka dikin, bike. Berî  çend rojan me nivîsekî di vî warî de nivîsîbû ku Emerîka dixwaze  alternatifek nû li diji Muslimanên redîqal bide avakirin û ji ber vê yekê ye ku xwe nêzîkî Muslimanên wekî Erdogan dike.

-Sêemîn Emerîka ji Tirkîyê xwest ku xwe ji dewleta Îran û Sûriyê dur bixe. Di Piroja Emerîka ya Rojhilata Navîn ( BOP)de, divê rejma îran û Sûriyê werin guhertin. Lê ev yek ne li gora berjewendîyê dewleta Tirk e. Hilweşandina rejma Îran û Sûriyê tê mena azadbûn du perçên Kurdistanê û ev yek jî tê meneya mirina dewleta Tirk.

 

 

 
Dem: 9/6 2005  Seet:11   şandine: Serhed.Net        Vegere