|
Bush; "Heta ku ez serok bim em ê şer bikin" |
KSN/ 25/8
2005- Bush, derbarî hedefên xwe yên li Afxanîstan û Îraqê, axiftina xwe
dûbare kir. Bush, bi van gotinên xwe yên baş li pêyhev rêz
kiribû, xwest bersîva wan kesên dijberê şer in, bide. Kesên ku li Bush
guhdarî dikirin, malbatên eskerên deryayêbûn. Bush, axiftina xwe ya ku ji alîyê
herkesî de dihat e zanîn, carekî din dûbarekir. Heke em eskerên xwe ji Îraqê an
ji Rojhilata Navîn bikişînin, bi tenê em ji bona ku teror bi hêzbibin gav
davêjin. Û di serî de Emerîka û neteweyên din yên azad, wê bibin
hedefa îrişên terorîstan; ji ber vê yekêye ku " hetanî ez serok bim, em ê li wur
bimînin, li dijî terorê şer bikin û di şer de em ê biserbikevin".
Bi vî awayî Bush, da dîyarkirin ku, wê Emerîka
şerê li himberî terorê berdewam bike û Îraq weke dewleteke ne ewle be ji teerorê,
da nîşandan. Di van heftên dawî de, li dijî Bush gelekî pirotesto hatin li
derxistin û ji Bush tê xwestin ku bila ji Îraqê derkeve.
| Çevkanî:
bbc/turkish/2005-08-25
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 25/8 2005. Seet: 16:20 |
|