|
KSN/
1/ 9 2005- Piştî serokwezîrê tirk Erdogan, serokê Parlamentoya Tirk Bulen Arinc
jî, birsgirêka kurd binav kir û got ku, ji bona çareserkirina pirsgirêka kurd,
divê gavên cidî û bêtirs werin avêtin. Bi minasibeta roja aştîya cihanê
Arinc, berpirsên rêxistinên sivîl qebûl kir. Arinc, divê bêyi ku binavê
pirsa Kurd ve bi aliqin, pirsgirêk were çareserkirin. Pirsgirêka kurd,
pirseke cidîye. Bêyê ku li ser pirsê, polimîkên sîyasî û polîtîk
werin kirin divê pirsgirêk were çareserkirin.
Bi vî awayî serkê Parlamentoya Tirk Bulent Arinc,
nûnerên pirsgirêka Kurd jî kifşkir û got:Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd
de, muxatabê ne rêxistina teror ( PKK) û serokê wê ye; belku
hemwelatîyên tirkîyê yên kurd in.
Her wusan Arinc, li tirkîyê pirsgirêka azadîya din
jî heye û divê di vî warî de jî gavên cidî werin avêtin. Arinc, li tirkîyê gelek
mirov di warê azadîya bîr û bawerîyan de, bê hizûr û bê hîvî ne û divê ev yek jî
were çareserkirin.
| Çevkanî: CNN-Tuk
Amadekar: Serhed.Net
Dem: 1/9 2005
Seet: 15:20 |
|