serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Boston Globe; "  yasaya Tirkîyê generalan nivîsîye"

KSN/ 1/12 2005-   Li gora rojnama Emerîka The Boston Globe, "esker Tirkîyê îdare dike û yasaya Tirkîyê jî generalan nivîsîye". Ji ber vê yekê jî demokiratîzebûna Tirkîyê pir zehmet e. Globe, derketina Tirkîyê ji desthiladarîyeka kevna zordar û çûyîna wî ber bi demokrasîyê ve, ji bona Ewrûpa îşkenceyek bi serê xwe ye. Rojname dinivîsîne ku, herçiqasî li Tirkîyê hilbijartinên besrê xwe hene jî, lê demokirasîyeka bi rengê eskerîyê heye. Tirkîye dixwaze bikeve YEê, lê hetanî niha bi vê demokirasîya xwe ya bi rengê eskerîyê domandî.

îsbata vê yekê jî bûyera ku li Şemzînan qewumîbû nîşan dide û dibêje; ev bûyer ji alîyê hêzên dewletê yên kur ve tên kirin û  sîyasetmedarên Tirkîyê ji esekerîyê dikişînin. Li Tirkîyê li peyhev darbeyên eskerî çêbûne û anayasa Tirkîyê ji alîyê generalan ve hatîye nivîsîn.

Dewlet, derbarê nivîskaran de doz vekirin û di warê demokirasî û mafê mirovan de, dewlet tengasîyan dikişîne. 

Globe, eskerên tirk dibêjin heke li bakûrê Îraqê dewleteke Kirdî avabibe emê midaxile bikin û ev yek jî Emerîka aciz kirîye.

Globe, ji ber ku li Îraqê û hen derûdoran pêwîstîya  Emerîka bi Tirkîyê heye, çavê xwe ji şaşîyên Tirkîyê re girtî û zêde li Tirkîyê giranîyê nade pisgirêka mafê mirovan .

 

Çevkanî: interhaber  Amadekar:   D. Ş  Dem:  1 /12 2005           Seet 21: 00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî