serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Toni Blair, Mesud Berzanî li bînaya serokwezîrtîyê pêşwazî kir

 

KSN/ 31/10 2005- Iroj li Londonê serokwezirê Îngîltere Toni Blair, serokê Kurdistana Federal Mesud Berzanî û heyeta pêre, pêşwazî kir. Piştî hevdîtinan, herdu serok derketin pêşberî çapemenîyê û li ser rewşa Kurdistan û bi tevayî ya Îraqê, agahî dan çapemenîyê. Blair, xêrhatineka germ li Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî kir û bal kişand ser  serketina referandûma li ser destura Îraqê û hîvîya me ew e ku,  ev serkeftin di hilbijartinên ku di Meha Çilêpêşî de, wê were kirin jî  bi serbikeve. Blair, sipasîy rola Berzanî di avakirin û demokiratizekirina Îraqê de kir.

Piştî Blair, Berzanî dest bi axiftinê kir û waha axiftina xwe domand,  ji bona vê xêrhatine germ, spasîya rêzdar Blair dikim û ez li ser navê miletê kurdistan û piranîya xelkênîraqê, spasî   wî karê we yê hêja û rola we di azadkirina Îraqê de, dikim. Her wusan xemgînî û minetdarîya  xwe pêşkêşî malbatên wan eskerên ku jîyana xwe di rizgarkirina Îraqê de wenda kirine, dikim

Berzanî, me dest bi avakirina sîyaseta Îraqê kir û em di karê referandûma li ser desturê de bi serketin. Bi her awayî teror di xwaze rê li pêşîya avakirina Îraqê bigire, lê bi ser nakevin.

 


 

 


     

Çevkanî: PUKMedya  Amadekar:   serhed.net     Dem:  31 /10 2005           Seet: 20: 30


 





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî