|
Biryara weşanên bi Kurdi, wê li gora
raporên MITê were dayîn |
KSN/26/8
2005- RTUKê dê li gora raporên MITê biryara weşanên bi kurdî bide. Berîya
demekî di serokwezareta tirk de, terefên peywendîdar li ser pirsa weşanên bi
kurdî civyabûn û piştê wê jî RTUKê di destura xwe de guhertin çekir û biryara
weşanên bi kurdî hate dayîn. Lê tişteka pir balkêş ew e ku wê RTUK li gora
raporên MITê biryara weşanên bi kurdî bide.
Bi vî awayî, wê MIT derbarê wan
televîzyon û rayoyên ku bi kurdî weşanê dikin, lêkolînan bike û agahîyên derbarê
wan de bigîhîne RTUKê. Li gora RTUKê divê ew kanalên ku bi kurdî weşanê
dikin,
ew di programên xwe de zimanê kurdî fêr nekin, li dijî yekgirtina neteweya
Tirk weşanê nekin û li bin her gotineke ku bi kurdî hate gotin, bi teksta
tirkî jî were nivîsandin.
Her kanal û radyoyên ku weşanê
dikin, divê mejbûrî " belgeya ewlewîya netewê "
“ulusal güvenlik belgesi” bigirin. Hetanî
niha van kanalên hana serî ji bona weşanê li RTUKê dan e.
Nazlıcan FM (Sêrt), Kanal 72 (Batman),
Patnos (Agrı), Medya FM (Ruha), Genç İmparator Radyo (Meletye), Gün Radyo TV,
Söz Radyo-TV, Aktüel Radyo ve ART TV (Diyarbekır).
| Çevkanî: Zeman
Amadekar: Şerefdîn
Dem: 26/8 2005
Seet: 10 |
|