KSN/
20/ 11 2055- (
kurdistana.nu) 67 ê sal berê gelê me, li devera Dêrsîmê da bi
pêşengî yâ Seîd Riza, ji bo mafê xwe yê netewî û mirovî li
hemberî zulm û zordarî ya Komara Tirkîyê serîhilda. Lê gelek
mixabin vê carê jî, tevgera netewî ya Kurd serneket.
Desthelatdarên dewleta dagirkere Kemalîstan, serdarê raperîna
Kurda li bajêrê Xarputê darda kir. Bi hizaran şervanên
Kurdistanê û xelkê devera Dersîmê bi hovîtî kuşt. Dîroka
komara dagîrker ya Tirkan, li ser bingehê inkar û pişavtina
gelê kurd hatîye danezrandin û heta îro jî berdewam e.
Em 67 ê
salîya sal vegera şoreşa Seyîd Riza û hevalên wî bi hurmet
bîrtînin. Li ber kêla sercem şehîdên bizava rizgarîxwazîya
Kurdistanê da kurnoj dibin.
Endam û
hevalbendên Partîya Sosyalîst a Kurdistan PSK ; Almanya,
Hollanda, Danîmarka, Norveç, Bulgarîstan, Yunanîstan, Swêd,
Sivîsre, Awustîra Awustiralîya ,Belçika, Fıransa û Ingîltere.