Kurdên Swêdê M. Mistefa Berzanî bi bîr anîn

Stockhom, 13/3 2005- Îro li Stockholmê li binaya ABFê, rê û resmek ji bona bîranîna 102 salîya ji dayîkbûn Mele Mistefa Berzanî ji alîyê PDK tayê Swêdê ve hat li darxistin. Li dor 500 kesî beşdarî tê de kirin.

Biranîna 102 saliya ji dayîkbûna Mele Mistefa Berzanî, seet di 13an de bi xwendina Ey Reqîb dest pêkir û bi xwendina peyamên hêzên sîyasî yên kurdistan û Îraqê berdewamkir. Peyama PDK tayê Swêdê ji alîyê Nusret Hecî, peyama HVKARÎ ya Hêzên sîysî yên Kurd û Kurdistan ji alîyê Şefîk Kaya ve û  peyama FKKLSê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê ji alîyê seroka ederasyonê Şermîn Bozaslan ve hate pêşkêş kirin.

Axiftevan, li ser girîngîya rola Mele Mistefa Berzanî di sîyasete miletê kurd û bandora rêbaza Berzanî li herçar perçên Kurdistanê kirin. Berzanî, mohra xwe li sîyaseta rojhilata navîn xistî û navî xwe di dîroka Kurdistan û di mejûyê Kurdan de bi tîpên zêrîn nivîsîye.

 


 

 

 



 

 

Niviskar