serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Dewlet, bizanebûn navê PKKê dide pêş

KSN/ 15/11 2005-  Deftera PKKê gelekî  firhye û ji her kesî re tê de cî heye. Kî çi dike bila bike, lê dema navê PKKê jî tê de derbas bibe an jî li ser navê PKKê were kirin û ket sûyê PKKê, raydarên PKKê ji partîya xwe re wek reklam û propaxande qebûl dikin û bêdeng dimînin. Bûyerên ku li Kurdistanê tên kirin, çi ji alîyê PKKê ve û çi jî ji alîyê dewletê ve were kirin, li ser hesabê PKKê tên nivîsîn.

Dewleta Tirk, ew bûyerên ku hetanî niha li Kurdistanê hatine kirin,   ji %95ê wan kiriye stûyê PKKê û PKKe jî li himberê vê yekê bêdeng maye. Di 1/11 de li Şemdînana otomobilek bombe barkirî teqîya û 23 kes birîndarbûn û 67 xanî û karxana jî hilweşîyan. Bêyê ku lêkolînek bêalî were krin, walîyê Culemêrgê di hemen demê de got: PKKê bombe teqandîye. Lê ev bûyer ji alîyê PKKê ve nehet redkirin.

Heke xelkê Şemdînan dewleta Tirk " di  ser kerê de ne girta " wê dewletê ev bûyer jî bixista stûyê PKKê û wusan derbas biba. Lê rûyê reş derket holê ku çeteyên dewleta Tirk ji bona qetlîaman li dijî kurdan pêkbînin, hê li ser karin.

Ev jî nîşanê wê yekê ye ku dewlet û PKKe bi hev re  bi pîlan û piroje vê yaka hana dikin ku, di cîyê pirsgirêka Kurd û navê Kurdistanê di  rojevê de be, navê PKKê û Abdulah Ocalan dixin rojevê.

Bêguman di van bûyerên vê dawî de, him  PKKe û him jî pirsgirêka kurd  di qada Navnetewî de, zirarek mezin dibîne. Di 9/11an de Yekîtîya Ewrûpayê di rapora ku derbarê Tirkîyê de eîşkerkir de, PKKê sedemê tevlihevîya li Kurdistanê nîşan dide.

Lê di eslê xwe piranîya van bûyerana, delet dike û  li ser PKKê tên hesabkirin.

Dema mirov bala xwe dide durişm û daxazên apocîyan, ji bilî bijî Apo û PKK, tiştek din tune.

Apo ketîye cîyê pirsgirêka Kurd û PKKe jî ketîye cîyê Kurdistanê. Bi vî awayî bilindbûn PKKê daketina Kurdistanê û azadîya Apo jî qeyd û bendkirina pirsgirêka kurd e.

 Serê her kunêrîê û destpêka her êş û azarê eskerên tirk e û di bin her kevir û bûyerek de, eskerîya tirk derdikeve, lê di bûyera Şemdînan de, hinek ji partîya DEHAPê waha digotin:

"Em naxwazin eskerên me di bin gumanan de bimîne, ev çend kesên rezîl ku ketina nava eskerên me û van karên ne li rê dikin û navê eskerên me dilewutînin".

Miletê Kurd ji kurdperwerî û dil sozîya xwe dadikevin meydana û xwîn xwe didin rijandin, lê apocî ked û emega wî miletî hemû bi rove berdidin.

Îroj pirs ne pirsa PKKê û Apo ye, pirsa Kurd û Kurdistanêye. Miletê Kurd ji boyî nasnama kurdî û desthiladarîyek kurdî ditekoşin,  ji bona azadîya welatê xwe derdikevin serê çîya, lê PKKê ewul bi hedefek xeyalî wek kurdistana mezin xwe wek nûnerên miletê kurd e, da nîşanadan  û paşê apocîyan, pirs kurd û kurdistanê kirin pirsa Apo û PKKê.

Miletê Kurd, bedel daya û zarokên wan bi şehîd ketine û mal û milkên wan  wêran bûye, ji ber vê yekê jî naxwazin kesekî din li ser ked û emega wan rûnê. Lê ji bilî apocîyan li kurdistanê tu alternatîfek bi hêz tûne û ev yek jî karê apocî û dewletê hêsantir dike.

 

 

 


     

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:  d.ş     Dem:  15 /11 2005           Seet: 14: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî